Xizmên Windayan hefteya 439'emin li dû xwe hişt

10.07.2017

AMED – İHD û Xizmên Windayan, bi slogana “Wenda bê ditin, Fail ben darizandın” çalakiya rûniştêne ya heftaya 439’eminde pek anî. Vê heftê aqûbeta Giyasettîn Oduncu pirsîn. Hat gotin ku Oduncu ji sala 1995'an vir ve agahî jê nayê girtin û xwestin parêzvamên mafên mirovan ên li Stenbolê hatine binçavkirin serbest bên berdan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amedê aqûbeta welatiyên hatine windakirin pirsîn. Çalakiya ku 439 hefte li dû xwe hişt de, xwestin aqûbeta kesên winda bê zelalkirin û kujer bên darizandin. Çalakî ji ber OHAL'ê di avahiya ÎHD'ê de pêk hat û vê heftê parêzvanên mafên mirovan ên li Buyukadaya Stenbolê hatin binçavkirin jî nehatin ji bîrkirin. Welatiyan vê heftê aqûbeta Giyasettîn Oduncu yê di sala 1995'an de li Amedê hat windakirin pirsîn.

‘Êdi Bese’

Berdevkê Herêmê yê ÎHD'ê Abduselam Înceoren da zanîn ku ew bi salan e li windayan digerin, haya dewletê ji windayan heye, lê heta niha wan tu agahî ji welatiyên winda kirine negirtiye. Înceoren piştrast kir ku tenê goreke wan jî li holê tune û wiha axivî: "Êdî bes e. Bila goreke ku malbat biçe ser hebe."

Vedat Aydin hat bibîranîn

Înceoren destnîşan kir ku ew ê li windayan bigerin û bi wesîleya salvegera mirina Serokê HEP'a Amedê Vedat Aydin ew bi bîr anîn. Înceoren da zanîn ku di 5'ê Tîrmeha 1991'an de Aydin hatiye qetilkirin û wiha axivî: "Polîsan Aydin ji malê girtin birin û di 7'ê Tîrmehê de ew qetilkirin. Aydin jî parêzvanekî mafên mirovan bû."

Aqûbeta Gıyasettîn Oduncu

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê parêzer Hasan Yalçin da zanîn, ku di sala 1995'an de Giyasettîn Oduncu hatiye windakirin, ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin û ev tişt got: "Oduncu li gundê Şimşimê ya Hezroya Amedê dima. Zewicî bû û 3 zarokên wî hebûn, di sala 1986'an de ji bo bibe cerdevan zext li wî kirin. Di sala 1992'yan de koç kir. Di sala 1995'an de ji hevjîna wî re gotin ku dê bi hevalê xwe re biçe ser golê û careke din agahî jê nehat girtin. Piştî 6 mehan 2 polîs hatin malê û ji hevjîna wî pirsa wî kirin, hevjîna wî diyar dike ku ew tu agahiyan jê nagirin, li ser vê dibêjin here li Adapazarê wî bigire. Malbat li ser vê agahiyê diçe miduryeta polîsan û li wir dibêjin ku delîleke wina di destê wan de tune."

Piştî daxuyaniyê malbatan 5 deqan çalakiya rûniştinê pêk anî.