Turkdogan: Parastina aştiyê heq e

29.07.2017

AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, li Parka Ekîn Ceren "Nobeta Edalet û Wîcdan" a 10 parlanenterên HDP'ê ziyaret kir û diyar kir ku parastina aştiyê heq e. 

Çalakiya "Nobeta Edalet û Wîcdan a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi 10 wekîlan li Parka Ekin Ceren a Amedê daye destpêkirin di roja 4'anan de berdewam dike. Ziyaretên piştgiriyê jî tevî hemû astengiyan berdewam dike. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ji di navde bu heyeta Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li parka Ekîn Ceren parlamenter ziyaret kirin û piştgirî dan nobetê. Parlamenterên HDP’ê heyet pêşwazî kirin û demekê li parkê sohbet kirin.
 
'Berîya edaletê wicdan tê'

Di ziyaretê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku wekî parazvanên mafên mirovan ew rast nabînin ku di nobetê de ziyareta gel a parlamenteran bê asteng kirin û wiha got: “Em wekî parazvanên mafên mirovan vê çalakiya HDP’ê a Edalet û Wîcdan diparêzin û piştgiriyê didin wê. Berîya edaletê wicdan tê. Em bang li wîcdanan dikin. Li vî welatî şerê bê edaletiyê heye. Heta li ser vê axê pirsgirêka kurd çareser nebe. li ser vê axê edalet û hiqûq pêş nakeve. Heta ku şer hebe ne pêkan e edalet û hiqûq pêş bikeve. Ji ber vê yekê parastina aştiyê û edaletê heq e. Ji ber li ser vê axê azadî, wîcdan û wekhevî tune ye aştî nayê. Ji ber vê yekê nobeta edalet û wîcdan tê girtin. 

'Em bi faşizmê re rû bi rû ne'

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir jî spasiya xwe ji parazvanên mafên mirovan û ziyaretvanan re kir û diyar kir ku ew bi faşîzmê re rû bi rûne û li dijî bê edaletî û bê wîcdaniyê vê nobetê digirin. Baydemir, xwest her kes li dijî vê pêla faşizmê raweste û dengê xwe bilind bike. 

Heyet, piştî demekê parkê veqetiyan.