Rapora salekê ya binpêkirina mafên jinan: 56 jin bi tundiyê hatin kuştin

28.11.2017

AMED – Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Şaxa Amedê rapora binpêkirina mafê jinan a salekî ya herêmê aşkere kir. Li gorî daneyên ÎHD’ê di salek dawî de 56 jin ji ber tundiyê hatin kuştin. 

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî rapora binpêkirina mafê jinan a salekî ya bajarên herêmê bi civînek çapemeniyê aşkere kir. Civîn li avahiya Şaxa ÎHD’ê hat lidarxistin, rêveber û endamên Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê beşdar bûn. 
 
‘Newekheviya jin û Zilaman kûr dibe’ 

Beriya aşkerekirina raporê Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’a Amedê Hatîce Demîr li ser girîngiya 25’ê Mijdarê axivî û diyar kir ku li her deverê cîhanê jin rastî heman tundiyê tên û li Tirkiyeyê her ku diçe newekheviya jin û zilaman kûr dibe. Demîr da zanîn ku li gorî endeksa wekheviya zayendiya Forma Aborî ya Cîhanê (WEF) a 2017’an di warê aborî, siyaset, tenduristî û perwerdehiyê de di nav 144 welatan de Tirkiye di rêza 31’emîn de ye û ev tablo karneya Tirkiyeyê ya der barê jinan de her tiştî radixîne ber çavan. 
 
‘Binpêkirina mafê jinan zêde bû’ 
 
Demîr destnîşan kir ku li Tirkiyeyê desthilatdariya siyasî li her qada jiyanê mudaxele li hember destkeftiyên jinan pêk tê û li Tirkiyeyê her roja ku diçe li dijî mafê jinan binpêkirin zêde dibe. Demîr got ku tundiya li dijî jinan cûreyek binpêkirina mafê mirovan e. 
 
Piştî Demîr, Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Gulîstan Yalçindag jî rapora binpêkirina mafê jinan a bajarên herêmê aşkere kir. 
Rapora binpêkirina mafê jinan a ji 25’ê Mijdara 2016’an heta 25’ê Mijdara 2017’an wiha ye: 
 
Di encama tundiya li dijî jinan de 11 jinan întîhar kir û jinek jî hewldana întîhar kir. 
Di encama tundiya nav malbatê de 35 jin hatin kuştin û 26 jin jî birîndar bûn û rastî tundiyê hatin. 
Di encama tundiya li qada civakî de 10 jin hatin kuştin û 14 jin birîndar bûn. 
Di nav salekî de 6 bi îstîsmara zayendî re rû bi rû man û 5 jin jî neçarî fuhuşê hatin kirin.