Girtiyê nexweş Celal Şeker jiyana xwe ji dest da

09.02.2018

AMED- Girtiyê nexweş Celal Şeker ruxmê rapora wî ya "Nikare di girtîgehê de bimîne" û "Sedî 96 nexweşê giran ê taybet e" nehat tahliyekirin, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Celal Şeker li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî bû, rûxmê sedî 96 rapora wî ya nexweşiya giran a taybet hebû, nehat berdan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê jiyana xwe ji dest da (3 Sibat). Celal Şeker di 19'ê Çileyê de krîza dil derbas kiribû û rakiribûn Nexweşxaneya Lêlokînê û ji wê rojê vir ve di Beşa Venerîna Lezgîn de dihat girtin. Her çendî di raporê de dihat gotin ku "Nikare di girtîgehê de bimîne" û "Sedî 96 nexweşê giran ê taybet e" dîsa jî dewleta AKP'ê ew tahliye nekir û jiyana xwe ji dest da.

Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) gelek caran ji bo Şeker serbest bê berdan, serî li Dadgeha Makeqanûnê da, lê dadgehê bi hinceta "Kesê serlêdanê dike dikare xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê" serlêdan red kir. 

Malbata Şeker îro li morga nexweşxaneyê cenaze wergirtin, ber bi Mûşê ve ketin rê.