Zeytun bû Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê

17.05.2018

AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê piştî kongreya 15’emîn li dar xist, serokê şaxê bijart û û parêzer Abdullah Zeytun bû Serokê Şaxa ÎHD’ê. 

Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê roja 12’ê gulanê Kongreya xwe ya 15’emîn a Asayî li dar xistibû û rêveberiya nû hilbijartibû. ÎHD’ê civîna ewil a rêveberiya xwe pêk anî. Di civînê de peywîrên rêveberan hat axaftin. Di dawiya şêwira civînê de parêzer Abdullah Zeytun bû serokê şaxa ÎHD’ê. Yuksel Aslan Acer bû sekreterê şaxê û parêzer Ercan Yilmaz  jî bû hesabgirtê şaxa ÎHD’ê.