Bila 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî, Roja Azadiya Hemû Zimanan be!

Bila 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî, Roja Azadiya Hemû Zimanan be!

Zimanê zikmakî ew ziman e ku bêyî tu hewldaneke hînbûnê ya ji derve hebe bi awayekî xwezayî ji hawîrdora civakî ya ku ferd ji dayîka xwe de tê dinê fêr dibe, di jiyana xwe ya rojane ya civaka ku tê de ji dayik bûye de bi kar tîne, civakbûnê dike û nirxên hunerî û çandî diceribîne,. Di vî warî de mafê zimanê zikmakî hem di çarçoveya mafê takekesî de ye û hem jî di çarçoveya mafên kolektîf ên civaka ku tê de ye.

Tê zanîn ku îro li cîhanê derdora 7 hezar zimanên zikmakî tên axaftin û 2500 ji wan li ber windabûnê ne. UNESCO’yê ji bo balê bikşîne ser vê xeteriyê di 17’ê Mijdara 1999’an de roja 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî îlan kir û ji sala 2000’an û vir ve bi armanca piştgirîkirina cihêrengiya çandî û pirzimanî li cîhanê dest bi pîrozkirina “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” kir.

Zimanê zikmakî ew ziman e ku ferd di nav civakên ku tê de dijî an jî di bin rêvebiriya dewletekê de herî baş xwe pê îfade dike, bi vî awayî civakî dibe û hebûna xwe ya çandî diparêze. Mehrûm hiştina gelên bêdewletî ji mafê perwerdehiyê, bi taybetî bi zimanê zikmakî, tê wateya ku ji gelek derfetên xwe bêpar mane. Ji ber vê yekê jî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo hemû kesên ku vê daxwazê ​​dikin daxwaza herî rewa ye. Her wiha hemû lêkolîn nîşan didin ku zarokên bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin di warê pedagojîyê de bêtir serkeftî ne.

Astengiya herî mezin a li pêşiya daxwazên perwerdeya bi zimanê zikmakî, zîhniyeta Netew-Dewlet e ku li cîhanê serdest e. Nêrîna Netew-Dewletî bi nêzîkatiyeke asîmîlasyonîst, yekzimanî û qedexeker daxwazên Perwerdehiya bi Zimanê zikmakî red dike. Têgîna Netew Dewletî hemû kesên li ser erdnigariyekî dijîn mecbûr dike ku bi "yek zimanî" biaxivin, perwerdeyê bibînin û xebatên xwe yên din bidomînin. Hemû zimanên wendabûyî, zimanên di xetereyê de û zimanên li cîhanê tên axaftin nirxa hevpar a dîroka mirovahiyê ne. Divê polîtîkayên yekzimanî û asîmîlasyonîst û amûrên zorê yên li ser zimanan bên rakirin. Divê mirov bi zimanê xwe biaxivin, perwerdeyê bibînin, jiyan û çanda xwe bidomînin. Bi pirdengîya zimanî û çandî, civak dikarin bi hev re di nav aştiyê de û azad bijîn.

Her çiqas li Tirkiyeyê gelek ziman hebin jî, dersên ji bilî Tirkî encax di namedor a zimanê bijarte a 2012 an de hat weşandin û ji pola 5’emîn dest pê dike û wekî dersên hilbijartî tên dayîn. Veqetandina zarokekî ji zimanê zikmakî heta pola 5 emin a dibistana seretayî û bi zordari gihandina zanistî,hunerî,çandî û perwerdehiya bi zimanê fermî hem tê wateya binpêkirina mafên zarokan û hem jî lihevketin û perçekirina pedagojik a cihana giyanî,civakî û hestiyar a zarokê. Li gel ku ji bo hînkirina ziman û zaravayên cuda wek dersên hilbijartî ne mafekî têrkere û hilbijartin û hînbûna wan li dibistanan hema bêje ne mumkin bûye. Ev maf jî ji ber zehmetiyên wekî nebûna têr mamosteyan, herî kêm xwesteka10 xwendekar di polê de, nebûna alav û amûrên perwerdeyê û pirtûkên dersê û
 

arastekirina zarokan bo dersên olî yên ku ji hêla rêveberiyê ve guncav têne dîtin, bêyî agahdarkirina zarok û dê û bavên wan di dema hilbijartina dersê de, nayê bikar anîn. Her wiha xema malbat û zarokan a ji ber cudakarî û dûrxistina civakî bandoreke neyînî li ser daxwazên perwerdeya bi zimanê dayikê dike

 

Zextên li ser zimanê kurdî yên li Tirkiyeyê jî nîşaneya zîhniyeta serdest a netewe-dewletê ye. Naskirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û rakirina astengiyên li pêşiya bikaranîna ziman û zaravayên Kurdî, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdî ku yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ye û li benda çareseriyê ye, û di misogerkirina aştiya civakî de wê bibe gaveke girîng. Hewlên dewleta Tirk ên li hember Zimanê Kurdî wek rêziknameyên TRT6 û Dersên Hilbijartî ne di wê astê de ye ku daxwazên mafên zimanê zikmakî bi cih bîne. Di hemû qadên jiyanê de bikaranîna kurdî bi astengî û zextên giran re rû bi rû dimîne. Şano, sînema, konser û çalakiyên çandî û yên bi vî rengî bi gelek biryarên îdarî tên qedexe kirin. Beşek ji axaftin û nîqaşên ku di mehên borî de dest pê kirin û bi armanca çareserkirina Pirsa Kurd, hêviyên civakê zêde dike; yek ji van hêviyên herî girîng jî naskirina Mafê Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî ye. Divê Dewleta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bi taybetî jî jibo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî helwesteke berpirsyar nîşan bide; Divê dawî li nêzîkatiya xwe ya qedexekirina zimanan bîne. Her wiha divê dewleta Tirk demildest bertekên ku li ser xalên 17, 29 û 30 ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî daniye, her wiha îhtirazên li ser xalên ku di belgeyên mafên mirovan ên gerdûnî yên ku ew alîgirê wan e de rê dide hînkirin û parastina nirxên cuda yên ziman, çand û baweriyên cuda rabike. Ji bo ku di warê perwerdehiyê de ji bo her zarokek jîngehek wekhev û azadîxwaz were peyda kirin, divê bi beşdarbûna NY-UNESCO ya "Peymana Dijî Cûdakarîya Di Perwerdehiyê de" tevdîrên pêwîst bên kirin.

 

Bi wesîleya pîroz kirina salvegera Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê em endamê xwe Wedat Aydın’ê sedema di kongreya me ya 28’ê Cotmeha 1990’an de axaftina xwe bi Kurdî kiribû hatibû girtin û piştî serbest berdana wî di demek kurt de ji mala xwe hatibû binçav kirin û bi zordarî hatibû wenda kirin bi rêzdarî bibîr tînin û daxwaz dikin ku mafê herî xwezayî yê her kesî, mafê perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî û danûstandina bi cîhanê re, demildest bê bicihanîn.

Bila 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî, Roja Azadiya Her Zimanan be!

Komeleya Mafê Mirovan