Aqûbeta Taşdemîr hat pirsîn

07.08.2017

AMED - Xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 443'an de aqûbeta Mehmet Salîh Taşdemîr ya 23 sal berê hat windakirin pirsîn. 

Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, çalakiya xwe ya bi diruşmeya "Bila Winda Bên Dîtin, Kujer Bên Darizandin" di hefteya 443'an de berdewam kirin. Xizmên windayan çalakî li avahiya şaxa ÎHD'ê ya Amedê pêk anî. Li salonê wêneyên windayan hilgirtin. Serokê şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û bi bîrxist ew ji bo dîtina windayan û darizandina kujeran tedikoşin û wiha got: "Ji bo dem di ser kuştinê re derbas nebe û kujer bê ceza namînin em têdikoşin û me dê têbikoşin." 


Bîlîcî: Sed sal jî derbas bıbe...

Bîlîcî diyar kir ku dewlet dizane winda li kû ne û kujer kî ne û axaftina xwe wiha domand: "Her tiş di arşîvên dewletê de hene, heya îtîrafên kujeran jî hene. Heya ku dewlet bi rastiyê re rû bi rû nemîne, edalet pêk nayê. Heya winda tê dîtin û kujer tên darizandin, sed sal jî derbas bibe tekoşîna me jî dê berdewam bike."

23 sale agahi ji Taşdemir nayê girtin

Endamê Komîsyona Windayan a şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin jî çîroka Mehmet Salîh Taşdemîr ya ku di sala 1994'an ji mala xwe derket û êdî agahî jê ne hat girtin vegot. Li gor vegotinên hevsera Taşdemîr Saniye Taşdemîr, heman salê kesê ku navê wî ne diyar bi riya telefonê malbata Taşdemîr digere û dibêje ku Taşdemîr li Fermandariya Alayî ya Mêrdînê tê rawestandin û rewşa wî ji xetereye. Li gel hemû hewldanên malbata Taşdemîr, 23 sale agahî ji Mehmet Salîh Taşdemîr ne hat girtin.

'Wesyeta min darizandina kujeran e'

Piştre jî dayika Mehmet Tekdag a ku di sala 1993'an de navê wî tevlê kujerên ne diyar bû û xwişka Alî Tekdag a di sala 1994'an di bin çavan de hat windakirin dayika bi navê Îffet Tekdag, hestên xwe parve kir. Dayika Tekdag dest nîşan kir ku serpêhatiyên birayê wî û kurê wî ji aliyê kujeran ve hatiye îtîraf kirin û ji aliyê çapemeniya tirk ve jî hatiye weşandin û wiha got: "Heya çavê min ronî be, çûkên min xwe bigire, ezê hestiyan bigerim. Dewlet dizane, îtîraf hene, dive windayên me bên dîtin. Wesyeta min ew e ku, winda bên dîtin û kujer bên darizandin."

Çalakî piştî rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû.