Şaxa ÎHD’ê ya Amedê rêveberiya xwe ya nû hilbijart

17.05.2018

AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê 15’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û ji bo 2 salên pêşiya me rêveberiya xwe ya nû hilbijart. 

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê 15’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li Salona Konferansê ya DESOB’ê pêk hat. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier, Serokê DTSO Mehmet Kaya, rêveberên HDP, DBP, CHP, SP, nûnerên KESK, SES, EĞİTİM-SEN, DTO, DTSO, Dayikên Aştiyê, Xizmên Windayan û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Li salonê wêneyên welatiyên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, Kemal Kurkut, pankartên “Îşkence sûcê mirovahiyê ye, ji îşkenceyê re na”, “Ji bo aştiyê divê muzakere pêk bên, “Ji tundiya li ser jinê re na” û “Bila zarok nekevin girtîgehê û jiyana wan tarî nebe” daliqandin. 

‘LI SER OCALAN BINPÊKIRINA MAF PÊK TÊ’ 

Endamên dîwanê hatin bijartin û kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û bal kişand ser binpêkirina mafê mirovan ji roja bûye serokê şaxê û heta îro. Bîlîcî got ku pêkanînan birînên kûr di mafê mirovan de vekiriye û bi OHAL’ê re rewş awarti bû û herî zêde di vê serdemê de binpêkirina mafê mirovan qewimî. 

Bîlîcî destnîşan kir ku dewlet di warê îşkence, kujerên ne diyar û şer de bêdeng ma û sûcê şer meşand. Bîlîcî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binpêkirina maf e û bang kir ku pirsgirêk bi riyên demokratîk bên çareserkirin. 

TURKDOGAN: TIRKIYE 30 SAL PAŞ VE ÇÛ 

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku Tirkiye 30 sal paş ve çûye û got: “Êdî bila bûyerên mîna yên Cizîrê pêk neyên û aştî û çareserî pêk were.” 

DEMÎRTAŞ: EZ LI GEL WE ME 

Piştî axaftinan nameya namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji girtîgeha Edîrneyê şand hat xwendin. Demîrtaş di peyama xwe de da zanîn ku ew ê tevahiya jiyan û têkoşîna xwe li gel ÎHD’ê û parastina mafê mirovan cih bigire. 

Pişt re raporên malî û xebatan hatin xwendin û bi yek lîsteyê kongre pêk hat. 

Abdullah Zeytun, Yuksel Aslan Acer, Dîren Ozkan Balsak, Ercan Yilmaz, Muhterem Suren, Gulesra Gullu û Gurbet Yavuz ji bo rêveberiya nû hatin hilbijartin. Rêveberî dê di rojên pêş de dabeşkirina kar bike û serokatiya şaxê bijêrê.