ÎHD'a Amedê rapora 6 mehan aşkere kir

27.07.2018

AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê li ser binpêkirina mafên mirovan ên 6 mehên dawî yên li bajarên heremê raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ser binpêkirina mafên mirovan ên 6 mehên dawî yên li bajarên heremê raporek amade kir û vê raporê bi civînek çapameniyê li avahiya ÎHD'ê ji raya giştî re aşkere kir. Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, Serokê Şaxa ÎHD'ê parêzer Abdullah Zeytûn, Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdusselam Înceoren, rêveberên Şaxa ÎHD'ê Yüksel Aslan Acer û Abdullah Özbey tev li civînê bûn. 
 
'Dixwazın rewşa awarte mayinde bıkın'
 
Zeytûn rapor xwend û diyar kir ku Rewşa Awarte bû sedem ku ji aliyê azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê û mafê aborî û civakî mexdûriyet rû bidin û mafên mirovan di asteke bilind de bên binpêkirin.
 
Zeytûn işaret bi pakêta qanûnî ya ji 25 xalan kir ku di çarçoveya ewlekariyê de li Meclîsê hat qebûlkirin û got "Bi vê yekê re li şûna ku zerara di dema Rewşa Awarte de rê li ber vekiriye çareser bikin, hewl didin Rewşa Awarte mayinde bikin."
 
'Ji bo danûstandınan divê şert û merc bên amadekirin'
 
Zeytûn diyar kir ku hatiye dîtin ku li ser pirsgirêka Kurd polîtîkayên dewletê yên "tekparêz û ewlekariyê" bi kêr nayên û xwest ji bo danûstandinan şert û merc bên amadekirin.
 
Binpêkirina mafê jiyanê
 
Daneyên ÎHD'ê yên li ser binpêkirina mafên mirovan ên di nava 6 mehên destpêkê de li bajarên herêmê rû dane, ji aliye Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdusselam Înceoren hat parve kirin wiha ne:
 
* 3 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin birîndarkirin.
 
* Li girtîgehê girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest da. Girtiyek jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. 2 girtî brîndar bûn.
 
* Kesek bi êrîşa kiryar nediyar hate kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.
 
* Ji ber xemsarî û kêmasiya fermî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 104 kes jî birîndar bûn.
 
* 4 leşker û polîsên ku hate îdîakirin întihar kirine, bi rengekî gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 6 mehên destpêkê yên sala 2018'an de mamosteyek û 3 doktor ji ber êrîşê birîndar bûn.
 
* Li bajarên herêmê 2 zarok ji ber teqîna mayinê û bombeya bê xwedî jiyana xwe ji dest dan. 4 kes birîndar bûn, 2 jê zarok in.
 
* 3 kes ku 2 jê zarok û yek jî mêrek bû, ji aliyê kesên nenas ve bi gumanbarî hatin kuştin.
 
Binpêkirina mafên mirovan ji ber şer;
 
* Li 4 bajaran û 15 navçeyên va bajaran, li 593 herêman 18 caran herêmên 'ewlekariya taybet' hatin ragihandin.
 
* Li 4 bajar, 12 navçeyên wan, 282 gund û 385 gundikên wan, 16 caran derketina derve hat qedexekirin.
 
* Cenazeyê yek ji milîtanên jiyana xwe ji dest dan radestî malbatê nehate kirin.
 
* Herî kêm 5 gor/goristan hatin xerakirin.
 
Binpêkirina mafê jiyanê yê jinan;
 
* 6 jinan xwe întihar kirin, jinekî hewl da întihar bike.
 
* 18 jin ji ber şîdeta li nava malê jiyana xwe ji dest da, 10 jin birîndar bûn. Êrîşa zayendî li jinekê hate kirin.
 
* 6 jin di nava jiyana civakî de bi êrîşê hatin kuştin 3 jî birîndar bûn. Êrîşa zayendî li 4 jinan hate kirin, 2 jin hatin revandin.
 
Binpêkirina mafê jiyanê ya zarokan;
 
* 3 zarokan întihar kirin, 3 zarokan jî hewl dan întihar bikin.
 
* 3 zarok bi şîdeta li nava malbatê hatin kuştin, 7 zarok birîndar bûn, îstîsmara zayendî li 6 zarokan hat kirin.
 
* 4 zarok ji ber şîdeta li nava jiyana ciavkî birîndar bûn. 52 zarok bûn hedefa îstîsmara zayendî, 3 zarok hatin revandin.
 
Binpêkirina ewlekarî û azadiya mirovan
 
* 413 kes hatin binçavkirin û 44 ji wan zarok in.
 
* 251 kes hatin girtin.
 
Binpêkirina azadiya ramanê, ifadeyê û rêxistinbûnê

*Li ser 3 hejmarên 1 rojnameyan biryara komkirinê hat dayin.
 
* Serdegirtin li weşanxaneyekê û buroya nûnertiya rojnameyekê hat kirin.
 
* 7 caran malperên nûçeyan ên înternetê hatin astengkirin.
 
Binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan
 
* 112 girtî bêyî hincetek bê nîşandan hatin sirgûnkirin.
 
* Mafê tedawiyê yê 134 girtiyan hat binpêkirin.
 
* Hevdîtina malbatan a 114 girtiyan re hat astengkirin.
 
* Herî kêm 11 girtî hatin tecrîdkirin.
 
* Herî kêm 4 girtî ketin ber lêpirsînê.
 
* Mafê ragihandinê yê 7 girtiyan hat binpêkirin.
 
* Girtiyek ji mafên çalakiyên civakî bêpar hat hiştin.
 
Binpêkirina mafên siyasî û aborî
 
* Ji ber şert û mercên ne ewle yên kar, 9 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 10 karker birîndar bûn.
 
* 1328 karker ji kar hatin derxistin.
 
* 200 karkeran nikarin heqdestê xwe bigirin."