Walî çalakiya xizmên windayan a Amedê qedexe kir

01.09.2018

AMED - Walitiya Amedê, çalakiya Xizmên Windayan a li Parka Koşuyolu bi hinceta “Ewlehiya Cemaweriyê" qedexe kir. Piştî biryara qedexeyê hemû welatiyên li parkê derxistin dervê parkê. 

Waliyê Amedê çalakiya Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê qedexe kir. Walîtiyê bi hinceta "Ewlehiya Cemaweriyê" çalakî qedexe kir û piştî biryarê parka Koşuyolu vala kir. Hemû welatiyên li parka Koşuyolu derxistin derve. Xizmên Windayan û ÎHD'ê dê di hefteya 499’an de çalakî pêk anîbuna. Lê walîtiya Amedê bi hinceta hêjmar hêjmar 5442'an a Zagona Îdarî ya Bajaran qedexe kir.

Piştî biryara Walî polîsan parka Koşuyolu vala kir û hemû welatiyên li parkê derxistin dervê parkê. Polîsan bi maşîneyên zirxî park xistin bin dorpêçê û destûr nadin kes derbasî parkê bibin.