Sala 20’em a 26’ê Hezîranê ku ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li hemû cîhanê wek “Roja Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê û Piştgiriya bi Îşkencelêbûyiyan re” hatiye ragihandin…
Bila Rewşa Neasayî hemen rabe ku ji kirina îşkenceyê re zemîn çêdike, bila teqez riayet li qedexekirina îşkenceyê bê kirin.
Neteweyên Yekbûyî, di encama xebatên amadehiyê û gengeşeyan de, ku bi salan domiyane, di sala 1984’an de “Peymana li Dijî Îşkence û Kirariya Din a Zalimane, Dermirovî yan jî Rûmetşikên an jî Ceza”, ku bi kurtasî tê gotin “Peymana li Dijî Îşkenceyê”, pejirandiye. Peyman, piştî ku ji aliyê hejmareke qîmker a dewletan ve hatiye îmzakirin bi şûn de, ji 26’ê Hezîrana 1987’an ve ketiye meriyetê. Piştî vê demê bi deh salan, di 1997’an de Civata Giştî ya NY’yê, ji ber girîngiya peymanê ya ji aliyê malbata mirovahiyê û şaristaniya me ve, roja 26’ê Hezîranê, ku roja qebûlkirina wê ye, wek roja piştgiriya bi îşkencelêbûyiyan re, ragihandiye.
Ji lew re Peyman, bi awayekî teqez îşkenceyê qedexe dike. Ev qedexe, ku destkeftiyeke hevpar a malbata mirovahiyê û yek ji qaydeyên pêkhêner ên bingehîn ên hiqûqa nûjen a mafên mirovan e, eynî mîna qedexekirina koletiyê, ew yek ji taybetiya xwedî wesfa vavêrker a serpêhatiya mirovahiyê ya ronahîdariyê û modernbûnê ye.
A rast ji raboriyê heta niha, di serî de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a NY’yê, ku di 1948’an de hatiye ragihandin, di gelek peymanên navneteweyî û belgeyan de li ser qedexekirina îşkenceyê, cih ji made û îfadeyan re hatiye veqetandin. Lê bi “Peymana li Dijî Îşkenceyê” hem bi awayekî berfireh tekane li ser mijarê hatiye rawestandin hem jî qedexe bi şêweyeke hevgir û teqez hatiye aşkerakirin.
Di gel vê yekê, mixabin îşkence hîn jî li gelek welatên cîhanê, ji aliyê dewletan ve li dijî civakan wek amrazeke cezakirina dermirovî û qutifandinê tê bikaranîn. Di salên dawî de, ne bi tenê li rejîmên otorîter û dîktator, li demokrasiyên pêşketî jî der barê sepanên îşkenceyê de zêdebûnek tê raçavkirin. Bi taybetî wek di nimûneyên Sûriye û Iraqê de dixuyên, li welatên ku mirov bi salên dûr û dirêj bûne mehkûmên şertên şer û lihevxistinan, îşkence eynî bûye parçeyekî jiyana rojane.
Ji vî aliyî ve, di gel berdewamkirina têkoşîna ji bo rêlibergirtina îşkenceyê, destekbûna li mexdûrên îşkenceyê, alîkarkirina li wan a ji aliyê tedawî û rehabilitasyona fizîkî û ruhî ve, bûye tiştekî gelek girîng. Ji lew re “26’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê û Piştgiriya bi Îşkencelêbûyiyan re”, di 20 saliya ragihandina xwe de, hîn bêhtir bûye xwedî wate û girîngiyê.
Tirkiyeyê “Peymana li Dijî Îşkenceyê” di sala 1988’an de pejirandiye, di Makeqanûn û Qanûna Ceza de jî îşkence qedexe kiriye. Di gel vê yekê, bi taybetî di meha Tîrmeha 2015’an de, sepan û îdayên der barê îşkence û miemeleyên xerab ên din de, di rewşa lihevxistinê de ku ji nû ve dest pêkiriye, di serî de li Rojhilatê Başûr û Rojhilatê Anadoliyê; piştî teşebisa derbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2015’an, nexwasim di pêvajoya Rewşa Neasayî de, li girtîgehan, di dema maytêkirina her cure xwepêşandanên civakî yan jî di bûyerên rojane de, di heyna binçavkirinên fermî yan jî nefermî de, gihîştîne rehendên wisan ku li demên berê qet nayên qiyaskirin.
Berî her tiştî, di pey Tîrmeha 2015’an de, îlankirina qedexeya derketina derve ya li Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Anadoliyê ya li hin bajar û bajarokan, ku bi birojan/mehan ajotiye, bûye sedema nifûseke pir zêde mehrûmhiştina ji azadiyê û tehdîtkirina bi awayekî derasayî ya mafên bingehîn û sepanên di vê demê de jî, bi mirovan êşên giran û izdirabên hestî dana jiyandin –wekî di raporên saziyên navneteweyî û yên kesan de hatiye diyarkirin, ên mîna Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’yê, Komîserê Konseya Ewrûpayê ya Mafên Mirovan- gişt îxlalkirina qedexeya îşkence û miemeleyên xerab ên din in. Ev pêvajoya ku hîn jî didome, li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (WMMT); ji 16’ê Tebaxa 2015’an ve, ku ev destpêka sepandinên qedexeyên derketina derve ye û heta 1’ê Hezîrana 2016’an, di navbera van deman de, di serî de li Amed (127 car), Mêrdîn (32 car), Colemêrg (20 car), Şirnex (13 car), Bedlîs (8 car), Êlih (3 car), Mûş (4 car), Çewlik (5 car), Dêrsim (5 car) û Xarpêt (1 car), bi tevahî li deh bajar û herî hindik li 43 bajarokan, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 218 roj, bêmawe û bi dirêjahiya rojê îlankirina qedexebûna derketina derve hatiye kirin. Li gorî diyarkirina hejmartina nifûsê ya 2014’an, herî kêm 1 milyon 809 hezar kesên ku li van bajar û bajarokan dijîn, ji ber van qedexeyan di serî de mafê jiyan û bijûndariyê, mafên wan ên herî hîmî bi awayekî gelek cidî hatine binpêkirin.
Dîsan li meha Tîrmeha 2015’an, di pêvajoya bipevçûn de ya ku li herêma me dest pê kiriye, li cihên binçaviyê, li derveyî cihên binçaviyê, li girtîxaneyan û di dema xwepêşandanên civakî de, sepanên îşkeneceyê pir zêde bûne. Wek nimûne, li gorî daneyên Şaxa Amedê ya KMM’yê, di sala 2016’an û di 3 mehên pêşî yên 2017’an de, ango wek komînek di 15 mehan de li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat, di dema binçaviyê de li 234 kesî, di girtîgehan de li 320 kesî, li cihên derveyî binçaviyê li 171 kesî û di wexta xwepêşandanên civakî de jî li 108 kesî îşkence hatiye kirin. Di sala 2016’an û di 5 mehên pêşî yên 2017’an de, 277 kesî ji ber ku li cihên ji hev cuda û di demên cuda de îşkence li wan hatiye kirin, serî li Niwêneriya Weqfa Mafên Mirovan a Amedê daye.
Li aliyê din, bi taybetî piştî teşebisa derbeya leşkerî ya 15’ê Tirmehê, sepanên îşkence û miemeleyên xerab ên din, bi mebesta ku derbe were tepeserkirin, kontrol û pêkutiya li ser beşên cuda yên civakê bê zêdekirin, li nav civakê tirs û toqandin bê belavkirin an jî tenê ji bo nîşandana hêzê, bi zihniyeteke tolhildêr hatine elenîkirin û berbelavkirin. Li gorî daxuyaniya Wezîriya Dadê ya bi dema 13 hezîran 2017’an, ji çaxa teşebisa derbeyê û heta roja îro der barê 161 hezar û 751 kesî de kirarî hatiye kirin û 50 hezar û 344 kes jî hatine girtin. Çi ev hejmar, çi jî di pey kirariyên hildana binçaviyê de, ku bi mebesta tepeserkirina derbeyê hatine kirin, servîskirina dîmenên îşkence û miemeleyên xerab ên ji aliyê jansa nûçeyan a dewletê ve, nîşana rehenda elenîkirin û berbelavkirina îşkenceyê bi xwe ye.
Ji Tîrmeha 2015’an ve ku lihevxistinan ji nû ve dest pê kiriye, piştî teşebisa derbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2015’an ragihandina Rewşa Neasayî jî tê de, ji vê demê heta bi berdewamiya roja me, di bikaranîna hêza nehevseng a gelek zêde ya hêzên ewlehiyê de, ku digihîşt kirariya “îşkence”yê, zêdebûneke derî adet heye ku di dema her cure civîn û xwepêşandanan de, ew
çi ji ber protestokirina qedexeyên derketina derve çi jî ji ber şermezarkirina sepanên Rewşa Neasayî û daxwazkirina aştî, demokrasî û edaletê, dihatin kirin. Wekî tê zanîn, Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, ku ew ji wan bi hezaran kedkarên gelemperî ne, bi mebesta li karên xwe vegerin û needaletiya ku duçarî wê bûne protesto bikin, ku di destê wan de ji bilî bikaranîna “mafê kirina civîn û xwepêşandanê” pê ve tiştek nemaye, piştî ku duçarî şideta hêzên ewlehiyê bûne û bi dehan car hatine binçavkirin bi şûn de, di roja 76’an a berdewamkirina greva birçîbûnê de hatin girtin; dîsan Velî Saçilik ku ew jî kedkarê gelemperî ye, bi nîşangirtina ji nêz ve teqe lê hatiye kirin ku duçarî bi dehan bîlyayên kîmyeyî yên rondikrêj bûye, ji nimûneyên dawî yên bikaranîna hêza eşirî û ya hêza nehevseng a hêzên ewlehiyê ne û ew yek bûne nîşaneya îşkenceyê.
Dîsan di vê demê de, qewimînên bûyerên îşkence û miemeleyên xerab, ku di gel navendên binçaviyê yên fermî, li wesaîtên bolîsan, ku wek cihên binçaviyê yên nefermî tên pênasekirin, li malan, li cihê kar, li salonên sporê, li cihên cuda û hwd. pêk hatine, çi qas ku çûye zêdetir bûne.
Di gel ku rewş wiha ye, di pêvajoya Rewşa Neasayî de, bi derxistina Biryarnameyên bi Hikmê Qanûnê (BHQ), gelek verastkirin hatine kirin ku ew tên wateya handana îşkenceyê, temînatên usûlî ku ji aliyê rêlibergirtina îşkenceyê ve pir girîng in, bi awayekî gelek zêde hatine têkdan. Di çarçoveya vê yekê de, pêşî maweya binçaviyê li 30 rojan hat dirêjkirin û di 15 rojên destpêkê yên vê maweyê de jî dîdariya bi parêzer re jî hatiye qedexekirin. Ji 23’yê Kanûna Paşîn a 2017’an bi vir de jî maweya binçaviyê daxistine 14 rojan û qedexeya dîdariya li gel parêzer a di 15 rojên ewil de jî hatiye hildan. Dîsan di vê demê de, ji aliyê temînatên usûlî ve li ser warên wekî agahdarkirina sedema ragirtîbûn û mafên kesan, mafê dana xeberê ya ji bo lêziman/aliyên sêyem, pêgihana bi parêzer, pêgihana bi bijîşk, di rewşên guncan de pêkanîna mieyîneyên guncan û sererastkirina raporan a li gorî usûlê, ji bo pişkînana hiqûqîtiyê serlêdana lezgîn a li meqamên daraziyê, girtina qeydên binçaviyê ya bi awayê sereast, mimkinbûna raçavkirinên serbixwe, rewşeke kêfî hatiye afirandin û ev teminat bêfonksiyon hatine hiştin. Ev maweyên ev çend dirêj, ku li dijî standardên hiqûqî yên navneteweyî ne, di gel bêfonsiyonbûna temînatên usûlî, ji bo îşkence û miemeleyên xerab ên din, zemîneke xurt amade dike.
Verastkirineke din jî ku bi BHQ’yan hatiye çêkirin û ji kirina îşkenceyê re zemîn xweş dike, ew verastkirin e ku îmkan dide kesên girtî û hikimxwarî ji nû ve bi mebesta stendina îfadeyan ji girtîgehan birina wan a navendên pirsyariyê ye.
Vê navê, di rewşa lihevxistinê de ku di Tîrmeha 2015’an de cardin dest pê kiriye, sepaneke din heye ku pêşî li Başûrê Rojhilat û li Rojhilatê Anadoliyê bêhtir hat dîtin û piştî ragihandina Rewşa Neasayî jî zêde bal kêşa ser xwe û her ku çû jî berbelavtir bû. Piştî kirariya hildana binçaviyê, di wexta guhartina yekeyan a di binçaviyê de, mieyîneyên edlî ku divê bi awayekî periyodîk û piştî xelasbûna maweya binçaviyê li saziyên tenduristiyê bên kirin, bi nîşandana behaneya rewşa derasayî, li avahiyên emniyetê yan jî li cihên din hatine kirin. Ev sepana ku mehrêmiyeta di navbera hekîm û nexweş de binpê dike, bi avayekî neyînî tesîr li mercên amadekirina raporên edlî ya serbixwe û bêteref a hekîman dike, di heman demê de rewşa guncan a pêwîst, da ku kesê duçarî îşkenceyê bûye bikare bi hêsanî xwe derbibe, ji holê radike. Hekîmên ku li dijî vê sepanê radibin, ku ev yek li dijî Protokola Stenbolê û prensîbên etîk a meslekê hekîman e, tûşî pest û pêkutiyên cidî tên, wekî der barê wan de vekirina lêpirsînan û îxraçkirina wan a ji erkên wan ên li saziyên dewletê.
Dîsan di vê dema hanê de ku jê tê behskirin, li gel paraleliya zêdebûna nifûsa li girtîgehan, sepanên îşkence û miemeleyên xerab ên li ser girtî û hikimxwariyan jî, mixabin bi awayekî neasayî pir zêde bûye. Hejmara girtî û hikimxwariyan di sala 2005’an de 55.870 kes bûye, lê di gel guhartinên ku di verastkirinên serbestiya bikontrol de hatine kirin, a ji bo “efûya veşarî ya Rewşa Neasayî”, ev hejmara ji destpêka 17 Sebat 201’an ve gihîştiye 209.941 kesî. Nemaze piştî îlankirina Rewşa Neasayî, di heyna têketina girtîgehê û piştre de, berdewamkirina lêdana sext, bi awayê “terorîst” wesfandina kesên ku ji ber sûcên siyasî hatine girtin û lêdana bi sedema vê yekê, miemeleyên ji her cureyî yên kêfî û cezayên kêfî yên dîsiplînê, cezayên hicreyê, tehdîtkirina pêgihana xizmetên tenduristiyê, sepanên mişextî û sewqkirinê gihîştinê wê astê ku di dema nêz de qet nehatine dîtin.
Sepanên tecrîdê/îzolasyonê (bi taybetî li girtîgehên tîpa F’yê) ya li ser tek kesî yan jî komeke biçûk, ku ji 2000’î bi vir ve tên pêkanîn û dibe sedema gihîştina ziyanê ya li tevahiya fizîkî û psîkolojîk a girtî û hikimxwariyan, di vê demê de hîn zêdetir giran bûne. Giştînameya Wezîriya Edaletê ya bi dema 22 Kanûna Paşîn 2007’an (45/1), a ji bo nermkirina mercên giran ên îzolasyonê da ku girtî û hikimxwarî ji bo sosyalbûnê bikarin di hefteyê de 10 saet bên cem hev, lê ku berê jî ev bi awayekî kartêker û bêkêşe nedihat sepandin, bi behaneya Rewşa Neasayî hema bibêje bi temamî ji holê hatiye hildan. Girtîgeha Îmraliyê ya bi tîpa F’yê, ku tecrîd zêdetir lê tê pêkanîn, divê gavek berî gavekê bê girtin.
Rewşa hepsiyên nexweş jî arîşeyeke din a bi serê xwe ye. Li gorî daneyên dawî yên KMM’yê ya bi dema 22 Hezîran 2017’an, li girtîgehan 357 kes jê nexweşên giran, bi tevahî 1021 hepsiyên nexweş hene. Li gorî agahiyên ku wezîriya Dadê dane, ji meha Sebata 2017’an ve, hejmara girtî û hikimxwariyên xwedî nexweşîna giran û ya berdewam, ku bi rapora Saziya Tiba Edlî hatiye belgekirin, gihîştiye 841 kesî.
Bi taybetî, lêferzkirina sehîkirina bi awayê tazî ku di mercên binçavî û girtîgehan de pir tên dîtin, kêşeyeke din a girîng e ku balê dikêşe ser xwe.
Şideta nêrane ya li dijî jinan û ferdên LGBTÎ’yê, bi berbelavî domiyaye.
Di gel zêdebûna sepanên îşkence û miemeleyên xerab ên din, ku zarok duçarî wan bûne, li gel hemû teşebisan ên li ser îdiayên gurbûna îşkenceyên li girtîgehên ku zarok li wan dimînin, tu lêpirsîneke kartêker nehatiye kirin ku ev jî kêşeyeke din a girîng e. Di vê çarçoveyê de, divê verastkirinên qanûnî bên pêkanîn da ku dawî li girtîbûna zarokan bê anîn û girtina hepisxaneyên zarokan jî bibe rojeveke berêtîdar.
Li welatê me ku hejmara penaberan nêzî çar milyonan bûye, nemaze li navendên penaberan a şandina bi paş ve, îdiayên cidî hene ku penaber tûşî sepanên xwedî wesfên îşkence, miemeleya xerab dibin, ku di rapor û daxuyaniyên saziyên civakî de yên li ser van waran dixebitin, ji van yekan tê behskirin.
Sedema bingehîn a ku îşkence li welatê me xwedî vê rehendê ye, hebûna çanda bêcezatiyê ya pir cidî ye ku qet li wesfa mitleqt a qedexeya îşkenceyê nayê. Ji ber ku bêcezatî polîtîkaya dewletê ye û tevger û gotinên rayedarên dewlet û hikûmetê yên ji her astê yên ku îşkenceyê rewa dikin, dibin sedema xurtbûna vê çandê.
Nemaze piştî meha Tîrmeha 2015’an, bi derxistina hin qanûnan, bi taybetî bi derxistina Biryarnameyên bi Hikmê Qanûnê (BHQ) ya di pey îlankirina Rewşa Neasyî re, di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê û Rewşa Neasayî de erkedarên gelemperiyê ji ber pêkanîna kirinên xwe ji aliyê hiqûqî, îdarî, malî û cezayî ve parêzbendiyek bi dest xistiye û vê yekê jî rewşeke bêîmkan a lêpirsînkirina îdiayên li ser îşkence û miemeleyên xerab ên din û derxistina pêşberî daraziyê ya erkedarên gelemperiyê, derxistiye holê. Jixwe piştî serkutkirina teşebisa derbeya leşkerî, di gel ku dîmenên îşkenceyê li medyayê hatine servîskirin û raporên ku ji aliyê saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ve hatine weşandin, tu nimûneyeke lêpirsînê ya ku bi awayekî jixweber der barê angaştên îşkenceyê de hatibe destpêkirin nayê zanîn. Çendî ku lêpirsîn were vekirin jî, ji ber ku ev lêpirsînên dabaş li ser wan e, ne kartêker û serbixwe ne, ji bo ku darizandina peywirdarên gelemperiyê serlêdana li sîstema destûrdanê, taloqkirina cezayan, binyata zihniyete ya dozger û dadgeran a dûrî objektîfî û serbixwetiyê û gelek faktorên din ên wekî van, diyardeya bêcezatiyê dike xwedî rewşeke mayînde.
Di serî de Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’yê (CAT), Tirkiyeyê Peymana li Dijî Îşkenceyê îmza kiriye û otorîte û rayeya pişkinana wê nas kiriye, çi mekanîzmayên raçavkirin û pişkinanê yên navneteweyî çi jî yên neteweyî, ji bo rêlibergirtina îşkence û miemeleyên xerab ên din, yek ji amrazên girîng e. Lê belê, çi mixabin ku Tirkiye di demên dawî de xwe nade ber hevkariya bi mekanîzmayên navneteweyî, rê li ber kirina çavdêrî û pişkinanên wan digire û puxte bi rexne û pêşniyazên van mekanîzmayan nade. Li aliyê din, Tirkiyeyê Protokola Hilbijartî ya Veser a Peymana li Dijî Îşkenceyê ya NY’yê (OPCAT) pesend kiriye û di vê çarçoveyê de verastkirineke din a nû çêkiriye, ku pêkanîna mekanîzmaya çavdêriyê ya neteweyî li xwe digire, Qanûna Mafên Mirovan û Saziya Wekheviyê ya Tirkiyeyê ya bi hejmara 6701’ê, di 20 Nîsan 2016’an de xistiye meriyetê. Lê çi heye ku qanûna derxistî bi Prensîbên Parîsê û OPCAT’ê ya ya NY’yê re bi tu awayî ne lihevkirî ye, hem jî Saziya ku bi vê qanûnê hatiye çêkirin bi temamî bêfonksiyon e. Di van şertan de ku îdiayên li ser îşkenceyê ev çend zêde bûne, di serî de navendên binçaviyê û girtîgeh, hemû cihên ku mirovan ji azadiya wan mehrûm dikin, divê kêliyek berî kêliyê ji aliyê heyetên serbixwe ve ji bo lêkolînê bên vekirin.
Wek encam, em sazî û dezgehên ku li jêrê îmzayên wan hene, di 30 saliya ketina meriyetê ya Peymana li Dijî Îşkenceyê ya NY’yê û di 20 saliya ragihandina 26’ê Hezîranê ya “Roja Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê û Piştgiriya bi Îşkencebûyiyan re”, ji vê tabloya hanê em xemgîn û nîgeran in ku me xwest em di bin sernavên kurt de wan bi raya giştî re pareve bikin. Helbet ji çêbûna vê tabloyê zihniyeta serwer bi xwe rasterast berpirs e ku rêzgirtina li mafên mirovan û demokrasiyê wek nirxekî qebûl nake. Ev zihniyet, zû dereng, divê teqez biguhere. Di gel vê yekê, bi awayekî dîmaneyî (îzafî) be jî, avêtina hin gavên berêtîdar pêkan e. Heta niha wekî ku me bi her boneyê aniye ser zimên, Rewşa Neasayî, ku ev deh meh in babetî civakî tê dîtin, çi li gorî makeqanûnê çi jî li gorî normên hiqûqê yên gerdûnî, ku Tirkiye jî parçeyekî wan e, ne kêfî rejîmeke hiqûqî ye. Ji ber vê yekê, Rewşa Neasayî, divê sepaneke wisan be ku bi sedema îlankirinê sînorkirî, demkî, ji pişkinana daraziyê ya neteweyî û navneteweyî re vekirî be û dawiya dawîn jî divê ku bi tu awayî mafên hîmî (dendikî) yên rêzî vesînor neke. Di serê pêşîn ên van mafên dendikî de jî, “qedexeya îşkenceyê” heye. Jixwe di xala duyem a “Peymana li Dijî Îşkenceyê” de tê gotin ku “tehdîda şer an a şerê nêz jî tê de, tu bêîstiqrariya siyasî yan jî rewşa neasayî ji bo kirina îşkenceyê nabe behane.” Ji lew re divê teqez riayet li vê rêzika fermanker bê kirin û Rewşa Neasayî jî bê hilanîn ku ji bo kirina îşkenceyê ew rewşê diafirîne, bi biryarnameyên kêfî tê sepandin û ji her cure kontrolê jî dûr e.
Belê, em dixwazin ku “îşkence li welatê me û li dinyayê bi awayekî teqez ji holê bê hildan” ku ew li dijî nirxê me yê mirovî û hêviya me ya ji bo dahatûyeke ronak e. Heta em bigihîjîn vê armancê, di gel hemû hewldanên bincilkirina rastiya îşkenceleyûyiyan, tirsandin û bêdengkirina wan, ji bo ku ew tiştê hatiye serê wan wek qeder qebûl nekin û bi dengê bilind biqîrîn ku duçarî îşkenceyê bûne û hest bi rewşa ewlehiya xwe bikin, em dê bi berdewamî di her mercî de li cem wan bin. Ji bo hemû kiryarên (failên) ku qedexeya îşkenceyê bin pê kirine bi awayê berpirsiya hiyerarşîk derkevin holê, neyên hevişandin û bêceza nemînin, em dê bi înad îşkenceyê belgedar û bi rapor bikin û bi awayekî berdewam li dijî mertalê hêvişana daraziyê, bi amrazên hiqûqî tê bikoşin.
Niwênerıya Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (WMMT)
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (KMM)
Baroya Amedê
Jûra Bijîşkan a Amedê