JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE-Îşkence Sûcê li Dijî Mirovahiyê ye!

09.08.2017

Di 05/08/2017’an de, piştî lihevxistina di navbera milîtanên PKK’ê û Hêzên Ewlehiyê de, ku li navçeya Şemzînan a Colemêgê rûda, polîsekî memûr jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Di pey qewimîna bûyerê de, ji şêniyên gundê Şapatanê ku lihevxistin lê çêbûbû, 36 kes hatibûn ragirtin ku temenê wan ji 17’an heta 30’yî diguhere; piştre ji van kesan 15 kes di dema 06/08/2017’an de hatine berdan. Ji dîmenên çapemenî û medyaya civakî dixuye ku li deverên cuda yên bedena van 15 kesên berdayî, şopên giran ên îşkenceyê hene. Lêzimên 21 kesên girtî, tu saloxek ji wan wernegirtiye û hêzên zabita der barê aqûbeta kesên girtî û cihên ku ew lê tên ragirtin, nexwestine tu agahî bidin lêzimên wan. Der barê kesên girtî de, ku piştî rûdana bûyerê hatine ragirtin, di dema 06/08/2017’an de ji aliyê tu organeke daraziyê ve biryara binçaviyê ya li gorî usûlê nehatiye stendin. Di 08.08.2017’an de, 21 kesên ragirtî jî hatine berdan. Li gorî dîmenên ku di çapemeniyê de cih girtine û yên ku vebeyîne raya giştî, tê fehmkirin ku li 36 welatiyan îşkence û miemeleyên xerab hatiye kirin. Her wiha, li gorî van dîmen û nûçeyên çapemeniyê, xuya dibe ku kirariyeke binçaviyê ya li gorî usûlê nîn e û hebûna binçaviya kêfî ya derqanûnî, xwe dide nîşan.

Wek tê zanîn, xala 17’an a Makeqanûna Dewleta Komara Tirkiyeyê, xala 3’yan a Peymana Ewrûpayê ya Mafên Mirovan, “Peymana li Dijî Îşkence û Kirariya Din a Zalimane, Dermirovî yan jî Rûmetşikên an jî Ceza”, ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1984’an de ew pejirandiye û naveroka wê, bi awayekî teqez îşkence qedexe kiriye. Xala 17’an a Makeqanûnê û Peymanên Navneteweyî li dewleta teref, ji lew re li Dewleta Komara Tirkiyeyê jî, der barê têkoşîna li dijî îşkence, miemeleya dermirovî û ya rûmetşikên de, mikelefiyetên negatîf li dewletê bar kirine.

Bi awayekî teqez, der barê qedexebûna îşkenceyê de ku hem di belgeyên neteweyî hem jî di yên navneteweyî de hatine verastkirin û riayetkirina lê mecbûrî ye, mikelefiyeta dewletê heye ku divê lêpirsîneke kartêker bike û berbirsan derxe rastê. Di gel vê mikelefiyetê, di vê bûyera berbiçav a qewimî de, berevajî meqamên eleqedar ên xwedî mikelefiyetê, kirina daxuyaniyê û ya sepanan, saziyên hiqûqê û civakê bi tevahî endîşedar dike. Li dijî îdiayên kirina îşkence û miemeleya xerab, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şemzînan ve tu lêpirsîneke jixweber nehatiye destpêkirin. Ji daxuyaniya çapemeniyê ya nivîskî ya ku ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ve di 08.08.2017’an de hatiye kirin, tê zanîn ku deh welatî bi angaşta îşkence li wan bûye, wan ragihana sûc kiriye. Ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê û Serdozgeriya Komarê ya Şemzînan ve diviya ku lêpirsînên edlî û îdarî yên kartêker bihatina kirin û ev îdia bihatina ronîkirin, kiryar bihatina tespîtkirin û ji aliyê edlî û îdarî ve mieyîde li wan bihatina sepandin, ku ji hêla hiqûqê ve berpirsiya wan a jênerevîn e. Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Colemêrgê de, pêşdaraziyek heye ku dibêje “Ew nûçeyên dibêjin li welatiyên me îşkence hatiye kirin bi temamî bêbinî ne û xwedî meqseda propagandakirina rêxistina terorê ne.” Meqamê walîtiyê ku bi lêkolînkirina îdiayan berpirs e, nabe li nav dewleteke xwedan hiqûq daxuyaniyeke wiha bide û ev yek bê qebûlkirin. Daxuyaniyeke wiha dide nîşan ku meqamê rayedar der heqê bûyerê de berî destpêkirina lêpirsînê xwedî qenaeteke misoger û hikimekê ye, her wiha tê wê mehneyê ku welatiyên li pêşberî meqamên karbidest azadiya gerîna li maf bi kar tînin, dê bi sûcdariyê bên demxekirin û her wiha divê ev rewş jî, wek rêlibergirtina li pêşiya azadiya gerîna li maf bê dîtin. 

Ew hikûmet, ku bi slogana “li dijî îşkenceyê toleransa sifir”, têkoşîna li dijî îşkenceyê hildabû nav armancên xwe yên bingehîn, eger wan peywirdarên gelemperî yên ku îşkenceyê bi xwe jî ji bo xwe heq dibînin, lê dixebitin ku vê bisepînin û vê diparêzin, bêcaza bihêle, dê tu îzaheke wê ya hiqûqî, siyasî û exlaqî tune be. Eger bi awayekî pihêt bi sepanên Rewşa Neasayî ve vebestî bimîn jî, dê di çarçoveya qedexeya îşkenceyê de kes pergî van sepanan neyê. Mixabin, bi Rewşa Neasayî namînin, rewşeke fiîlî tê afirandin û qanûnên Rewşa Neasayî bi xwe jî tên bêfonksiyonkirin. Ji lew re di rejîma hiqûqî ya ku di dema Rewşa Neasayî de tê sepandin, qedexeya îşkencekirinê ji rewşa awarte hatiye derxistin, di bin sernavê maf û azadiyan de, qaydeyên mecbûrî hatine danîn ku nabe ev mikelefiyet û maf bên sînordarkirin. 

Li rejîmên hiqûqî yên dewletan bendbendîbûn û îtifaqên siyasî, ne rewa ye ku li dijî ferdan bi paş de here û li siyaseta navxweyî yan jî di sepanên ewlehiyê de jî bi tu tiştekî nehesibandina mikelefiyetên navend mirov û mafan, ne ew sepan in ku bên qebûlkirin. Dadgeha mafên Mirovan a Ewrûpayê, di biyarên xwe yên cur bi cur de, sepanên (tetbîqên) ku dişibin bûyera berbiçav, wek îxlala mafên mirovan ên giran wesfandiye û amaje pê daye ku li nav civakên demokratîk binbêkirina mafan a wekî îşkenceyê nabe ku bê qebûlkirin. Mixabin Tirkiye, tevî geremolên xwe yên siyasî, ji aliyê hiqûqî ve jî ber bi berekeke endîşeder ve ketiye rê. Em sepanên kêfî yên li Şemzînan û deverên din çêdibin şermezar dikin û ji bo astengbûna li ber van sepan, da ku nebin sepanên fermî yên ewlehiyê, em kes, komên serbixwe û derdorên mafên mirovan vedixwînin ku dengên xwe bilind bikin û em ji raya giştî re radigihîn ku em dê bibin şopînerên qewimînên binpêkirinên mafan.

Baroya Amedê
Niwênerıya Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê
Jûra Bijîşkan a Amedê
Înîsiyatîfa Maf
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan