JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

23.08.2017

Di pey qewimîna teşebisa derbeyê ya 15 Tîrmeh 2015’an re, li hemû welêt Rewşa Neasayî hat ragihandin. Bi îlana Rewşa Neasayî, mebest têkoşîna li dijî teşebiskarên vê derbeyê bû. Lê di vê merhaleyê de gava li sepanên Rewşa Neasayî tê nihartin, tê dîtin ku ji bilî mebesta bingehîn, ew bûye xwedî fonksiyoneke wisan ku tesîr li hemû civakê dike û her cure maf û azadiyan sînordar dike. Şertên Rrewşa Neasayî, gihîştine rehendeke wisan ku di warê civakî de bandor li her kêliyên jiyana rojane ya jinan dike, mafên jinan ku bi têkoşîna salan ew hatibûn bidestxistin, ji dest wan digire û ji aliyê mafên civakî, siyasî û çandî ve û her wisan ji aliyê têkoşîna li dijî tundiyê ve, wan bi paş dixe. Wekî;

Ew ên ku di demên dawîn de vebeyiyane rojeva welêt:

1- Guherdetiyên ku tê xwestin bi Pêşnimaya li Ser Qanûna Xizmetên Nifûsê û Kirina Guherdetiyê ya di Hin Qanûnan de were kirin, ji rehenda mafên medenî yên jinan ve, mafên wan ên bidestxistî ji wan tê stendin û ev yek jî li dijî azadiya dîn û wijdan e. Ev guherdetî xwedî wesfekî wisan e ku îstismara cinsî ya li ser zarokan zêde dike û zarokan bêhêvişan û parêzî dihêle. Ji ber vê yekê em vê pêşnimayê napejirînin (me ramanên xwe yên der barê vê mijarê de bi raya giştî re pareve kiribûn).

2- Îşkence û miemeleyên xerab ên li ser jinên hepsî yên li girtîgehan, di van demên dawî de pir zêde tên kirin.

*Wek nimûne; li Girtîgeha Wanê îşkencekirina bi awayê kişandina por û ji ber vê jî neçarmana jinên hepsî ku porê xwe kur bikin, Li Girtîgeha Tarsûsê ji ber îşkence û tehdîda li ser jinan destpêkirina greva birçîbûnê û miemeleyên xerab ên ku di wexta neql û sewqê de li ser jinan tên pêkanîn, ji bûyerên berbiçav ên van demên dawîn in.

*Dîsan ji ber xwestina anîna mecbûriyeta lixwekirina kincên yekcureyî, di serî de qerîneya mesûmbûnê, li dijî prensîba darizandina adil e û ev miemeleyeke rûmetşikên û kêmxîner e. Ev sepan, binpêkirina “Peymana li Dijî Îşkence û Kirariya Din a Zalimane, Dermirovî yan jî Rûmetşikên an jî Ceza” ya NY’yê ye ku Tirkiye jî teref e.

3- Bi nîşandana behaneya lêpirsîna edlî, di gel rewşa wan a taybetmend jî, hildana binçaviyê ya jinên dicanî, jinên ku pitikên xwe dimêjînin û yên zêstanî û girtina wan, di van demên dawî de pir zêde bûye. Ev dide nîşandan ku tê xwestin serdema “ducanî, mêjandin û zêstanî”yê ya jinan bikin wek amrazeke cezakirinê.

4- Di encama girtina komeleyên jinan de ya bi Biryarnameyên bi Hikmê Qanûnê (BHQ) ya Rewşa Neasayî, derfetên jinan ên gerîna li mafan tehdît bûye û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan jî hatiye lebikandin.

5- Şewitîna daristanên Dêrsim û Liceyê, pozîsyona rayedaran a li dijî wan, ji ber xebatên medenê li Qeretepeyê xwestina birîna 60 hezar darî, xwestina vekirina qadên darên zeytûnan a ji bo veberhênanê, bi dînamîtan teqendina Heskîfa dîrokî ya 12 hezar salî, bi awayekî berbiçav bi me dide nîşandan ku ew ên xemxuriya wan a cinsiyetê tune be, dê ji bo siruştê jî tu xemxurî û hestyariyeke wan tune be.

6 – Arîşeyên ku jin ji ber polîtîkayên dewletê yên nêrîne, di jiyana xwe ya rojane de pêrgî wan tên:

*Jin her roj çima ku şort, tayt li xwe kirine, bi şev li kuçeyê bûne, ji ber ku bi rewşa xwe ya ducanîtiyê li parkê spor kirine, ji bo ku li wesaîtên veguhastinên komelî seyehet kirine, duçarî êrîş, gef û tacîzên mêran an jî yên hêzên zabita yên ku hêza dewletê bi kar tînin, dibin.

*Li Edeneyê, rêveberekî apartmanê, ji ber tacîzkirina keça xebatkarê heman apartmanê ya 15 salî, bi dana biryara kontrola edlî ku li heman apartmanê bi awayê “girtina li malê” bimîne, tenê nimûneyek e ku dide xuyakirin bê darazî çi qas bêîhtimam nêzikahî di bûyerên îstismarê dide.

*Xwestina anîna sepana otobus/trambus/metrobus a penbe, nîşandera polîtîkayên dewletê yên cudaker ên der barê jinan de ye. Ev sepan dê bibe sedem ku jin ji civakê bên cihêkirin û şideta cinsî ya li ser jinan jî rewa bibe.

*Pratîkên daraziyê ku jin û zarokan li dijî her cure êrîşa li ser jin û zarokan bêparêzî dihêlin, polîtîkaya bêcezatiyê ya dewletê li ber çavan radixe. Bi darizandinên di dema Rewşa Neasayî de, em vê bi rehendên hîn girantir dibînin.

Ev hemû nîşan didin ku tesîra li jiyana jinan a jiyîna di mercên Rewşa Neasayî de gihîştiye rehendeke pir xeternak. Em di rojên wisan de derbas dibin ku ji ber vegerandina li firsendê ya mercên rewşa Neasayî, her cure mixalefet tê bêdengkirin, bi usûlên antî demokratîk, di gel hemû îtirazên jinan, bi riya qanûnên ku ew berhemên aqilê mihafezekar-tekperest-zayendperest-milîtarîst in, tê xwestin ku mafên jinan –di gel hemû belgeyên neteweyî û navneteweyî– ji wan bê stendin.

Hiqûq, bivê nevêya demokrasiyê ye. Mercên Rewşa Neasayî, ku hiqûq tê de bi qaydeyên xwe yên asayî naxebite, her cure maf û azadiyê sînordar dike û maytêkirina li jiyana jinan jî hêsan dike.

Ji ber van sedeman em ji hikûmetê;

*Hilanîna Rewşa Neasayî, 

*Parastina mafên jinan ku di encama têkoşîna bi salan de hatine bidestxistin û rêzgirtina li van mafan,

* Di bin roniya belgeyên navneteweyî de, pêkanîna polîtîkayên ku jinan eleqedar dikin û stendina nêrîna rêxistinên jinan daxwaz dikin.


NAVENDA SEPANA MAFÊN JINAN A BAROYA AMEDÊ
KOMISYONA JINAN A ŞAXA AMEDÊ YA KOMELEYA MAFÊN MIROVAN