JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE - Mirov, bi mafên xwe mirov e!

09.12.2017

Gelî Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja,

Îro, salvegera 69’an a qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a NY’yê ye. Bi vê boneyê em ji nû ve bi bîr dixin ku danezana navneteweyî, parêzbendî û pîrozbûna mafan ku mirovan ji dema zayîna xwe ve ew bi dest xistiye, hildaye bin hêvişanê û em bang li dewletên teref dikin ku di serî de der barê mafê jiyanê û qedexetiya îşkenceyê de, li dijî binpêkirinên mafên mirovan bibin xwedî xemxuriyeke rêlibergir û bêyî cihdaneke rewşa awarte, mikelefiyeta peymanê bi cih bînin.

Dîsan di destpêkirina daxuyaniya xwe de, em dixwazin hevrêyê xwe yê hêja, parêzdarê hiqûq û mafên mirovan ê berkeftî Tahir Elçî bi rêzdarî bibîr tînin, ku di 28’ê Çiriya Paşîn 2015’an de, li ber Minareya Çarling a navçeya Sûrî, di encama cinayeteke xwînxwarane de hat kuştin. Di gel ku di ser re du sal bihurîne jî, em dixwazin bibêjin ku ne lêpirsîneke kartêker hatiye kirin ne jî fail hatine aşkerakirin. Nêzikahîtêdana li dosyaya lêpirsînê ya kuştina Tahir Elçî, ku hema bibêje wî tevahiya jiyana xwe ya pîşeyî terxanî ronîkirina windakirinên bi zorê û kuştinên kiryar nediyar kiribû, çawan wek îşareta ku tê xwestin fail nediyar bimîne û ev diyarbûneke balkêş a çanda bêcezatiyê ye. Em tu caran hewldanên ji bo di tariyê de hiştina vê kuştinê qebûl nakin. Em wek kesên parêzdarên mafên mirovan, careke din li vir soz didin Tahir Elçî, dê teqez kiryar bên dîtin û darizandin!

Gelî Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja,    

Me di van pênc salên dawî de bi azmûnan dît ku bê çêkirina aştiyê kêferateke çi qas zor e, di gel vê jî şer çi qas hêsan çêdibin û dibin sedemên windahiyên pir mezin. Pêvajoya ku di navbera salên 2013 û 2015’an de, bi navê “pêvajoya çareseriyê” hatibû destpêkirin, me ji nêz ve hest bi afirandina bandorên wê yên erênî yên di jiyana xwe ya civakî de kir, ji nîvê duyem a sala 2015’an ve, ku vegerîna li rewşa lihevxistinê pêk hat, me şahidi kir bê çawan hêviya aştiyê hat şikandin û têkdan. Ji sala 2015’an û bi vir de, li Tirkiyeyê û bi giranî li herêma me, rewşa şidet û lihevxistinê ku dozaja wan her diçe zêde dibe, mixabin bûye sedem ku heta roja îro leşker, polîs, endamê rêxistinê û kesên sivîl jî tê de, ji sê hezar mirovî zêdetir kes jiyana xwe ji dest bidin.

Rewşa Neasayî, ku piştî pêkhatina teşebisa derbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2015’an, hat îlankirin û bi peryoda sêmehî tê dirêjkirin, di gel berteka beşên civakê hifdeh meh in ku hîn jî didome. Rewşa Neasayî ya hifdeh mehî, ku ji ewlehiya hiqûqê mehrûm e û di jiyana me ya civakî de jî ji bo kesên mixalif bûye amrazeke otorîter a pest û pêkutiyê, bi anîna holê ya îxlalkirina mafan û bi xistina notan a li karneyê demokrasiya welêt û ya mafên mirovan, em dixwazin daxuyînin ku tiştekî şermder e. Eger em tiştên di nav hifdeh mehan de qewimîne bînin bîra xwe… Bi biryarnameyên bi Hikmên Qanûnê yên hatine weşandin, zêdetirî sed hezarî personelên gelemperî û akademisyen hatin îxrackirin. Sed û şêst organên çapemenî û weşanê hatin girtin, dest li ser malhebûna wan hat danîn. Sed û şêst û şeş rojnameger hîn jî li girtîgehan girtî ne û der barê bi dehan kesan de jî lêpirsîn û doz hatine vekirin, li hinek ji wan cezayê hepsê hat birin. Azadiya îfade û xwebirêxistinkirinê, bi stendina biryarên qedexekirinê yên qeymeqamî û walîtiyan, bi tevahî ketin bin çewsandinê. Civînên li derve, xwepêşandana demokratîk, meş û çalakî, bi behaneya “ewlehî”yê, bi awayê ku tu îzaheke hiqûqî tune be hatin qedexekirin û ev qedexe jî hîn didomin. Bi sedan komele û weqf ku der barê mafên mirovan, zarok, jin û têkoşîna li dijî xizaniyê parêzdariya mafan dikirin û çalakî dikirin, bêyî der heqê wan de lêpirsînek hebe, bi sûcdariya ku “Têkiliya wan bi rêxistinên terorê re” heye hatin girtin. Li sed û yek şaredariyan qeyûm hat tayînkirin, ku not û çarên wan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bûn.Wek komînek, sed û deh hevşaredarên DBP’yî piştî tayînkirina qeyûman hatin girtin, îro 68 kes ji wan hîn jî girtî ne. Tevî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ew partiya duyem a mixelefeta Tirkiyeyê ye, pazdeh parlamenter hatin girtin, roja îro neh jê HDP’yî û yek CHP’yî, tevî hev deh parlamenter hîn jî rewşa wan a girtîbûnê berdewam e. Parlamenteriya pênc parlamenterên HDP’yî hat xistin û li hin parlamenteran jî cezayê hepsê yên cur bi cur hat birîn. Hilbijartinên serbest û îradeya hilbijêran, ku bi Makeqanûnê û Peymana Ewrûpayê ya Mafên Mirovan di bin temînatê de ne, wekî tune tên hesibandin.

Ev tablo, ku Rewşa Neasayî ew bi îxlalkirina mafan aniye holê, ku ji aliyê desthilatiya siyasî ve bi gotina “Ziyana wê ji kesî re tune ye” tê parastin, tu nirx û berginda wê di şeklê îdareya demokratîk, hiqûqî û ya ku xwe dispêre mafên mirovan de, nîn e. Ji lew re tu îzahkirina mantiqî ya bi rewşa neasayî ya îlankirina ji ber teşebisa derbeyê û tedbîrên ewlehiyê yên mihtemel re nîn e û tu aliyekî wê yê hevgir ê pê re jî tune ye. Di gel vê, tabloya mexdûriyetan li holê heye ku ji ber xizmetkirina berjewendiyên desthilatiya siyasî tê domandin û mafên bi deh hezaran a welatiyan binpê dike. Ji ber vê yeke em careke din bêmehnetiya berdewamkirina rewşa neasayî derdibin û daxwaz dikin ku ew hemen bê hilanîn û ew hemû mexdûriyetên ku çêbûne jî bi lezgînî ji navê bên birin…

Gelî Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja,

Li Tirkiyeyê di sala 2017’an de, di serî de mafê jiyanê û qedexekirina îşkenceyê, ku em dikarin bi awayekî kategorîk di bin sernavan de bi rêz bikin, binpêkirina mafên mirofan a bi şêweyeke sîstematîk û berbelav, bi berdewamî qewimîne. Midaxeleyên li mafê kombûn û xwepêşandanê, girtinên neheq ên li binçaviyê, îxlalên ku ji ber operasyonên leşkerî çêdibin, azadiya raman û derbirinê, azadiya çapemeniyê, nihênîtiya rûniştgehê, tundiya li dijî jin û zarokan, windahiyên di mafên aborî û civakî de, ji wan îxlalên mafan in ku di rewşa heyî de bi awayê ku zêde dibin, didomin.

Li Tirkiyeyê, di rewşeke wisan de ku fikira organên daraziyê di bin tesîra gotinên siyasî de dimînin û bêalîbûna xwe winda dikin her diçe zêde dibe, ragirtinên li binçaviyê bi leza xwe ya tam dewam dikin. Bi piranî, pêkanîna girtin û binçaviyê ya bi nîşandana behaneya parevekirina medyaya civakî, bi sedema sûcdarkirinên wekî “endamtiya rêxistina derqanûnî”,”alîkirina bi zanebûn û daxwaza xwe ya li rêxistina derqanûnî”, “kirina propagandaya rêxistina derqanûnî”, em dixwazin bidin xuyakirin ku ew îxlalkirineke aşkera ya ewlehî û azadiya kes in.

Tê dîtin ku li binçaviyê yan jî li derveyî cihê binçaviyê, di bûyerên îşkence û miemeleyên xerab de zêdebûnek pêk hatiye. Tu car nayê qebûlkirin ku welatî duçarî îşkenceya fizîkî û pisîkolojîk bibin. Em careke din dixwazin li vir bi bîr bixin ku li gorî makeqanûnê û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye teref e, îşkence bi awayekî teqez hatiye qedexekirin! Divê hemen dawî li van rêbazên dermirovî bên anîn, kesên ku serî li van rêbazan didin ji wezîfeyên wan bên hildan û bi derxistina pêşberî daraziyê jî bên cezakirin.

Mijareke din a ku îşkence bi binpêkirina mafan a bi awayê berbelav û sîstematîk tê rojevê jî, girtîgeh in. Ev kirariyên ku bi îlana Rewşa Neasayî û pêvajoya sepanan ve paraleliyekê nîşan didin, li warên wekî îxlalên li girtîgehan, mişextî, mafê tenduristiyê, îşkence û miemeleyên xerab, lêpirsînên dsîplînê, tecrîdkirin, pevrenivîsî, ragihan, tehdîtkirina dîdariya bi malbatê re û azadiya axaftina bi zimanê dayikê, derketine holê. Çi bi nameyên hepsiyên li girtîgehan çi jî bi serdana lêzimên wan bi xwe ya li rêxistinên mafên mirovan, mexdûriyetên çêbûyî yên wekî di dema sewqkirina hepsiyan de sehîkirina bi awayê tazî û îşkenceya fizîkî, tecrîdkirina li hicreyên tekkesî, tedawiya bi halê kelepçekirî û neşandina wan a nexweşxane û revîrê, hatine derbirin. Mijareke din a ku dibe sedema binpêkirina mafan jî, ji ber rewşa pevçûnan e, wekî îxlalên ji ber opreasyonên leşkerî, ragihandina herêmên taybet ên ewlehiyê û qedexekirina derketina derve. 

Bi behaneya ku dê operasyonên leşkerî bên kirin, ku herêmên gundewar û bi sedan dever li xwe digire, wek herêmên taybet hatine îlankirin û dîsan gelek car jî qedexeya derketina li derver hatine ragihandin.Welatiyên ku li deverên gundewar ên li wan qedexe hatine îlankirin, nikarin berdewamî li jiyana xwe ya siruştî û asayî bidin û duçarî mexdûriyetan dibin. Ji ber şewatên li deverên çolterî û daristanan, ziyanên madî çêbûne. Arîşeyên perwerdehiyê û pêgihana tenduristiyê rûdane. Di dema operasyonên leşkerî de, ji ber girttina bi ser de ya hêzên ewlehiyê ya li qadên cihnişînê, li welatiyan îşkence û miemeleya xerab hatiye kirin û bi awayekî neheq jî kirariyên hildana binçaviyê hatine pêkanîn.

Li deverên ava û cihnişînê, qezayên ku ji ber lêqelibîna wesaîtên zirxî yên aîdî hêzên ewlehiyê qewimîne û bûyerên mirin û birîndariyên ku çêbûne jî, îxlakeke din a mafên mirovan e ku derdikeve pêşberî me. Di encama lêqelibîna wesaîtên zirxî de, ku di 2017’an de qewimîne, heft jê zarok, deh welatî jiyana xwe ji dest da û ji sî kesî zêdetir jî birîndar bûn. Nexasim bi îlankirina Rewşa Neasayî, zêdebûna hejmara wesaîtên zirxî yên li navenda bajaran û deverên din ên cihnişînê, balê dikêşe ser xwe ku îcar ji ber suret û bikaranîna bêyî baldarî ya personelên ewlehiyê yên ajokarên van wesaîtan, dibe sedema qewimîna van cure qezayan. Ji ber nekirina lêpirsînên edlî û îdarî yên karîger ên der barê personelên ewlehiyê yên ajokar de, dibe sedem ku ev bûyer pirtir berdewam bibin. Ew ên ku van wesaîtan û çekên di wan de bi kar tînin, di gel ku encamên mihtemel pêşbîn dikin jî, ji ber berdewamî bi bikaranîna bêkontrol didin, divê ji ber biqestbûnê berpirs bên dîtin û bi lêpirsîneke karîger jî divê ew bên derxistin pêşberî daraziyê.

Şidet û qetliama li dijî jinan, di 2017’an de jî dewam kir. Şideta mêran a li ser jinan, ku di jiyana me ya civakî de wek xuyabûneke tehekûmkirina li ser gotin û awayê jiyana jinan derdikeve pêşberî me û biryarên daraziyê ku tu dibêjî qey şidet bi bêcezakirinê tê xelatkirin, pirsgirêka newekheviya zayendiyê ya li Tirkiyeyê hîn bêhtir zêde û gur dike. Helwesta nexemxur a biryarderan a li dijî şidetan li ser jinan û zêdebûna tundûtûjiya li ser wan, dîsan gotin û daxuyaniyên cudaker û dinatîker ên mensûbên desthilata siyasî ya ji berê ve, ku gef li mafên jinan dixwin, hîn bêhtir dikin ku pirsgirêk mezintir û gurtir bibe.

Her wiha, şideta li dijî zarokan û îxlala mafan, di vê pêvajoyê de dewam kir. Tevî kuştina zarokan a di encama şidetê de, bûyerên îstismara cinsî yên li ser zarokan di serî de yên li dibistan, wargeh û deverên girtî, di jiyana me ya civakî de balê dikêşe ser xwe. Dîsan li herêmên ku rewşa pevçûn û lihevxistinê li wan hene, di encama teqîna teqemeniyên ku li nav rastê hatine hiştin, em hîn jî dibin şahidê birîndarbûn û jidestdana jiyana zarokan.

Gelî Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja,
Ev îxlalên ku me bi we re pareve kirin û xwest aşkera bikin, hingî pir in em nikarin wan gişt di daxuyaniya çapemeniyê de bi cih bikin û ji ber ku bi awayekî berfireh diqewin, rewşeke zehf cidî ye. Ji lew re ev îxlal bûne xwedî rewşeke berbelav û sîstematîk û ji bo rêlibergirtinê jî îradeyeke siyasî xuya nake. Wek encam em dibêjin ku:

Em daxwaz dikin Rewşa Neasayî, ku dibe sedema binpêkirina mafan, derhal bê hildan û di çareserkirina meseleya kurd jî bila ji nû ve zimanê mizakereyê bê bikaranîn. Di her mercî de bêyî kirina cudahiya ziman, dîn, nîjad, netewetî, zayend, etnîk û cihêrengiya çandî, em welatên ku terefên Danezana Gerdûnî ya NY’yî ne vedixwîn ku mikelefiyetên xwe bi cih bînin, cext li ser pîrozbûna mafê jiyanê dikin û daxwaza temeniya jiyaneke tijî azadî û babetî rûmeta mirovan dikin.


Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan 
Baroya Amedê
Niwêneriya Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê
Jûra Bijîşkan a Amedê
Înîsiyatîfa Maf a Amedê