BANGA ME YA JI BO VEGERÎNA LI HIQÛQ Û DEMOKRASIYÊ YE

27.12.2017

Wekî melûmî raya giştî ye, roja 15’ê Tîrmeha 2015’an teşebiseka derbeyê pêk hatibû û di pey vê teşebisa neserkeftî re jî, roja 20’ê Tîrmeha 2015’an bi maweya 3 mehan Rewşa Neasayî hatibû ragihandin. Gava Rewşa Nesasayî hatibû ragihandin, hatibû daxuyandin ku dê berî 3 mehan ew dê bê hildan û ew ji bo dewletê hatiye îlankirin ku dê tesîr li jayana welatiyan neke, lê tam 5 car hat dirêjkirin û ev 17 meh in ku didome û bi awayekî neyênî bandor li jiyana mirovan dike.

Du Biryarên bi Hikimên Qanûnan (BHQ) ku roja 24’ê Kanûna Pêşîn bi hejmarên 695 û 696 hatine weşandin, bi berdewamkirina pêkanîna pratîka BHQ’yê ya heta roja îro nemane, îcar îmza avêtine ser mekanîzmaya daraziyê û sepanên ku dê ji kûr ve tesîr li jiyana civakî bike. Wekî heta roja îro ku der barê bi sed hezar mirovî de hatiye kirin, bi BHQ’ya xwedî hejmara 695’an 2.766 xebatkarên gelemperî bêyî îsnadeke sûc a berbiçav û lêpirsîneke îdarî ji kar hatine avêtin, di BHQ’ya bi hejmara 696’an de jî bi 136 madeyên verastker îcar di pergala hiqûqê de bi destê şiyana birêvebirinê, guherdetiyên girîng hatine kirin.

Wekî li bîr e, par mijara tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan li meclisê hatibû gotûbêjkirin û li ser lihevkirina partiyan jî bi paş ve hatibû kişandin. Lê belê bi BHQ’ya xwedî hejmara 674’an ku di 1’ê Îlona 2016’an de hatibû weşandin, ev sepan hat qanûnîkirin û li sedî zêdetirî şaredariyan qeyûm hat tayînkirin. Ev sepan û yên mînanî wê ku em nimûneyên wê di BHQ’ya dawî de jî dibînin, çêkirina guherdetiyên qanûnan a bi awayê li derî dewreyê hiştina Meclisa Neteweya Mezin a Tirkiyeyê (MNMT), ku divê ev yek ji aliyê organa qanûndananê ve bê kirin, tê wateya tune hesibandina vîna hilbijêran û ev ne tiştekî qebûlbar e.

Di serî de dadgeha bilind, midexeleyên ku bi destê BHQ’yê ji aliyê birêvebirinê ve li pergala darazî tên kirin, teraza qanûndanan-birêvebirin-darazê ku her diçe diteribe, ber bi aliyê birêvebirinê ve xera dike û ew rewş jî jiyana demokratîk di bin gefeke mezin de dihêle. Di gel ku diviya verastkirinên bi BHQ’yan bi dema Rewşa Neasayî ve sînorkirî bimana, lê anîna guherdetiyên mayînde bi awayekî aşkera li dijî makeqanûn û hiqûqê ye û lêdana derbeyekê ye li Maf û Azadiyên Bingehîn.

Gava li BHQ’ya xwedî hejmara 696’an tê mêzekirin, ku yekşema çûyî hat weşandin, hin verastkirinên pir balkêş derdikevin pêş. Wek mînak, li gorî xala 96’an, verastkirineke wiha hatiye çêkirin ku; eger parêzerê mecbûrî qet nehatibe rûnitina dadpirsiyê jî, di rewşeke wiha de dê berdewamî li daraziyê bê dayîn.

Bi vê hikimê, hikima ku dibêje bêyî parêzerê mecbûrî dadpirsî nayê kirin, bi tevahî bêfonksiyon maye. Ev rewş jî xwedî wesfa îxlala darizandina adil e ku ev di Makeqanûn û Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (PMME) de cih digire.

Bi xala 93’yan riya îtirazê ya ku li dijî tehliyekirina girtiyan a di merheleya taqîbatê de girtî bû, hatiye vekirin. Berê, ku bi piranî me di dema tehliyekirina siyasetkarên kurd de didît, li tehliyeyan îtiraz dihat kirin, ev îtiraz dihatin pejirandin û berguman ji nû ve dihatin girtin. Bi vê verastkirinê, heta îro lidijbûna qanûnan a van îtirazên li dijî tehliyeyan hatibû îsbatkirin û bi BHQ’yê jî palpiştiya sepana lidijbûna qanûnan hatiye çêkirin. Lê belê bi BHQ’yê çêkirina vê verastikirinê bi awayê hiqûqî ne mimkin e û çendî sepana ku hatiye anîn ne li dijî qanûnê be jî, dê rewşa wê ya li dijî hiqûqê berdewam be.

Bêguman, xalên herî balkêş ên BHQ’ya bi hejmara 696’an, ew verastkirin in ku dê ji bo mehkûman qiyafeta yek cureyî bîne û ji bo hin sivîlan jî dê bêcezatiyê dabîn bike; bi xala 103 ya BHQ’yê di dema sewqa wekî cihên nexweşxane û dadgehê ya hepsiyan, wergirtina kincan a ku ji aliyê girtîgehê ve tê dayîn tê mecbûrîkirin û rengê van kincan jî bi awayê yek cureyî tê diyarkirin. Êw ên ku lixwekirina van kincan red bikin an jî zerarê bigihîne wan, dê bi cezayê dîdariya bi serdaniyan û cezayên mîna wan re rû bi rû bimînin. Ev xal; bi awayekî pir aşkera li dijî rêzikên hiqûqê yên gerdûnî, Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê, Makeqanûnê û qanûnan û herî dawî jî li dijî prensîba qerîneya mesûmiyetê ye, ku ew jî Rêgeza Hiqûqê ya Gerdûnî ye. Ji ber pêwîstiya rêgeza qerîneya mesûmbûnê, heta sûcdariya kesan bi biryara daraziyê neyê vebirkirin, her kes mesûm e. Di gel vê yekê, eger yek sûcdar be jî, nabe ku ziyan bi mafên şexsiyeta tu kesî bê gihandin. 

Bi guherdetiya ku dabaş li ser e, gava kes tên darizandin, bi kirina li wan a van “tiliman” dê ziyan bigihîje mafên wan ên şexsiyetê û sepaneke ku li dijî qerîneya mesûmbûnê û ya prensîbên hiqûqa gerdûnî ye, dê bê destpêkirin. Ev miemeleya rûmetşikên hîn berê jî li Tirkiyeyê hatibû sepandin, mehzûrên wê bi xwe hatibûn tecrûbekirin û ji aliya dadgeha bilind a îdarî ve hatibû hildan. Nabe ku referansa hepsiyan a duçarkirina miemeleya rûmetşikên Zindana Guantanamoyê be. Ev sepana ku ji hêla raya giştî ya dinyayê ve dihat rexnekirin û li dij dihat rabûn, anîna wê ya ji aliyê hikûmetê ve ku heta çend sal berê jî li pêşberî vê sepanê radiwestiya, dê tiştekî gelek seyr be ku nîşan dide bê hiqûq û mafên mirovan daketiye çi astê. Em bi aşkerahî dadixuyînin ku ev sepana rûmetşikên a nerewa û nehiqûqî, dê bibe sedema bertekên li girtîgehan ku di encamê de îxlalên mafan ên mezin çêbin. 

Di xala 121’ê ya BHQ’yê de verastkirineke wiha hatiye çêkirin ku dibêje “Bêyî nihartina ka ew xwedî sîfeteke fermî ne yan jî wezîfeyeke fermî tînin cih an na, kesên ji bo tepeserkirina teşebisa derbeyê û çalakiyên terorê û yên xwedî wesfa berdewama wan in, di vê çarçoveyê de hereket dikin, ji ber vê yekê berbirsiya wan a hiqûqî, îdarî, malî û cezayî çênabe.”

Çendî ji hêla rayedarên hikûmetê ve hatibe gotin ku ev made bi çalakiyên ku di rojên 15 û 16’ê Tîrmehê de hatine pêkanîn sînorkirî ye jî, aşkera ye ku ev metin ne ji aliyê endamên hikûmetê yên din ve, ne ji hêla hiqûqnas û parêzdarên mafên mirvan ve wisan nayê fehmkirin. Ew têgihiştina ji aliyê raya giştî ve çêbûye û reaksiyonên ku derketine holê, gava di gel serbixwebûn û bêterefiya daraziyê ya ku gelek nîqaşbar e bê nirxandin, mihtemeleke xurt heye ku ev xal dê ziyanê bigihîne pergala gelemperiyê û dê livbaziya şideta hinek kesên sivîl û koman li ser komên din meşrû bike. Roja îro ku hiqûq bi rêjeyeke gelek zêde di nav atmosfereke wiha ya elastîkiyetê de dişixule, bi vê xala hanê gava bê xwestin kesek dikare ji sûc miaf bê hiştin. Çawan duh ên şivan kuştibû, çek danîbû ber termê wî û bi îdiaya ku ew terorîst bû ji daraziyê bexşandî hatibû hiştin, sibehê jî kesek dê bikare yekî bikuje û bi behaneya ku “pesnê terorê da”, xwe ji daraziyê bifilitîne.

Bi vê xalê, çalakiyeke ku di çarçoveya mafê kombûn, xwepêşandan û meşê de bê kirin an jî daxuyaniyeke çapemeniyê, ji aliyê komên din an jî welatiyên sivîl ve, bi van behaneyan tevî bikaranîna şidetê dikare bên astengkirin. Loma ev verastkirin, bikaranîna mafên bingehîn ên mîna azadiya derbirinê, kombûn, xwepêşandan û meşê dike xetereyê.

Em wek civak tev bi hev re dijîn û tecrûbe dikin ku çawan hebûna Rewşa Neasayî û sepanên desthilata siyasî bi awayekî sîstematîk zerar didin maf û azadiyên kesan, BHQ ‘yên bi awayê ku ne li gorî Makeqanûnê ne ji şimûla xwe tên derxistin, MNMT hema bibije ji dewreyê hatiye derxistin, kanalên siyaseta demokratîk hatine girtin û bê çawan bi awayekî lezgîn dûrbûnek ji destkeftiyên Demokratîk çêdibe.
Wek encam; em bang dikin ku divê di serî de verastkirinên qanûnî yên pêwendiya wan bi derbeyê re nîn e, hemû BHQ’yên ku bi Makeqanûn û normên hiqûqê re nakok in, bên îptalkirin, Rewşa Neasayî derhal bê hildan û raseriya hiqûqê bê serwerkirin, siyasetkarên ku ji ber çalakiyên xwe yên siyasî girtî ne bên berdan û divê damezireweya siyasetê dev ji zimanê xwe yê bendbendîker berde û zimanekî asayî bi kar bîne.
    
Riya têkoşîna bi kutadeyan re, ne avakirina rejîmên çewsîner e. Divê neyê jibîrkirin ku panzehîra derbeyan hîn bêhtir demokrasî, hîn bêhtir hiqûq, hîn bêhtir mafên mirovan û hîn bêhtir azadî ye.


Baroya Amedê
Jûra Bijîşkan a Amedê
Niwêneriya Amedê ya Înîsiyatîfa Maf
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (KMM) 
Niwêneriya Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (WMMT)