JI ÇAPEMENÛ Û RAYA GIŞTÎ RE-Der heqê li Saziya Ceza û Înfazê ya Girtî ya Ewlehîdara Bilind a No 2 ya Xarpêtê

23.02.2018

Gelî Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja,

Em wek Komisyona Şopanê ya Girtîgehan a Baroya Amedê û Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan, bi salan e ji bo tespîta binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan diqewimin û hilanîna wan a ji holê, berdewamî bi xebatên xwe didin. Li ser gilî û serlêdanên ku li saziyên me hatin kirin an jî di somdariya qada xebatê û plansaziya komisyonên me de, girtîgehên têkildar tên ziyaretkirin, bi hepsiyan re dîdarî tên kirin û bi mebesta çareseriya îxlalên mafan ên tespîtkirî, bi rêveberiya girtîgehan, serdozgerî û Wezareta Dadê re teşebis tên kirin.

Wekî hemû raya giştî pê dizane, li Saziya Ceza û Înfazê ya Girtî ya Ewlehîdara Bilind a No 2 ya Xarpêtê ku li nav kampûsa Saziya Ceza û Înfazê (SCÎ) ya Xarpêtê ye, di van demên dawî de îxlalên mafan ên gur ku ji rojevê nakevin, pêk tên. Di encama çavpêketinên me yên ku bi hepsiyan re hatiye kirin, tespîta berdewamkirina binpêkirina mafan hatiye kirin. Hîn berê, ji ber şikayet û binpêkirina mafan, me di gel meqamên rayedar dîdarî pêk anînbûn û teşebis çêbûbûn, lê wisan dixuye ji van encamek derneketiye û tê fehmkirin ku îxlalên mafan ên ku hepsî duçarî wan dibin, hîn didomin. 

Ji ber ev çend rojên dawî li Saziya Ceza û Înfazê ya Girtî ya Ewlehîdara Bilind a No 2 ya Xarpêtê ku li nav kampûsa SCÎ’yê ya Xarpêtê ye, li hepsiyan derb û îşkence tê kirin, roja Duşemê, li 19.02.2018’an, serlêdaneke gur a lêzimên girtiyan li Baroya Amedê û Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan çêbûye. Di encama van serlêdanan de, heyeteke ku ji endamên Komisyona Şopana Girtîgehan a Baroya Amedê û Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan pêk tê, di 21.02.2018’an de çûye Saziya Ceza û Înfazê ya Girtî ya Ewlehîdara Bilind a No 2 ya Xarpêtê û dîdarî pêk anîne.

Gelî Mensûbên Çapemeniyê yên Hêja,

Di encama serlêdanên ku li me bûne û çavpêketinên me yên bi hepsiyan re, tespîtên me, çavdêriyên me û angaştên ku hepsî veguhastine me, bi awayekî kurt li jêrê hatine diyarkirin.

    Di saetên êvarê yên roja 15.02.2018’an de, fermanberên înfazê ku ji bo hejmartinê hatine odeyan, ji hepsiyan re gotine ku ji hêla Wezîriya Dadê ve ji îdareya girtîgehê re giştînameyek hatiye şandin û li gorî vê giştînameyê dê êdî hejmartin li piyan bê kirin û hepsiyên ku riayetî vê nekin dê der barê wan de zeptname bê girtin û der heqê wan de jî lêpirsîna dîsîplînê were destpêkirin.

    Ji roja 16.02.2018’an ve, fermanberên înfazê yên ku ji bo hejmartinê ketine odeyan, ji girtiyan xwestine ku ji bo hejmartinê bikevin rewşa hejmartinê ya li ser piyan û tek rêz. Li ser qebûlnekirina vê sepanê ya mehpûsan, pêşî der barê wan de girtename hatiye amadekirin, piştre jî ew duçarî derb û îşkenceyê bûne. Em gihîştine wê agahiyê ku nemaze roja Yekşemê 18.02.2018’an, hepsî duçarî derb û îşkenceyeke pir gur bûne û ji hepsiyan birîndarên giran hene. Ji mere hatiye gotin ku ekîbeke taybet a ji memûrên înfazê ku hejmara wan zêde bûye ketine odeyan, hepsî derb kirine, gef li wan xwarine, heqaretên giran li wan kirine û gefa kuştinê li girtiyan xwarinê, eşyayên li odeyan şikandine û belawela kirine û ji ber rûdanên qewimî jî ewlehiya canê wan nemaye. Ji aliyê girtiyan ve hatiye gotin ku wan qet berê peywirdarên di ekîba taybet de cih girtine, li nav girtîgehê nedîtine. Derbdan û îşkence heta roja 20.02.2018’an dewam kiriye û di vê pêvajoyê de ji bo stendina rapora doktor, hepsî neşandine revîrê.

    Şopên derbên li ser hepsiyan ên ku çavan dihatin dîtin, ku dîdarî di gel wan hatiye kirin, ji hêla heyeta me ve jî hatine tespîtkirin. Di çavpêketinan de, hatiye dîtin ku li derdora çavê rastê yê hikimxwarî E.D morahî û ekîmozên bi rengê zer; li tiliyên destê çepê yê hikimxwarî E.T morahî, di çoka çepê ya girtî M.B de morahî û werm, li paş serê hikimxwarî B.K û çîmên wî şopên derban hebûne.

    Li ser hepsiyan wekî îçtimaya leşkerî bê kirin, hewla hejmartinê hatiye kirin, kesên ku li dijî vê yekê rabûne, ew bi erdê re kaşî qada hewadariyê hatine kirin, îşkence li hepsiyan hatiye kirin, duçarî heqaretê hatine hiştin û heta gefa kuştinê li wan hatiye xwarin. Bi awayekî giştî hatiye çavdêrîkirin ku li bedena hemû hepsiyên dîdarî bi wan re hatine kirin, şopên derban hebûne û hatiye peyitandin ku ew bi şêweyeke sîstematîk tûşî derb û îşkenceyê bûne. Ji ber derb û îşkenceyê hepsî sewqî revîr û nexweşxaneyê nehatine kirin, mafên wan ên pêgihana bi tenduristiyê jî, hatiye tehdîtkirin.

Gelî Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja,

Ji ber rûdanên derb û îşkenceyê, bêeleqemana rêveberiya girtîgehê, nêzikahîtêdaneke kêfî ye û ev yek jî sûc pêk tîne. Berdewamkirina vê sepanê, wisan dixuye dê di rojê pêş de bibe sedema bûyerên neyînî û em endîşendar in ku ewlehiya can a hepsiyan jî bixe xetereyê.

Di serî de divê ku polîtîka û mewzûata rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê li hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û bi taybetî jî li mafên hepsiyan bê guncandin. Divê derhal dev ji rewşa ku îşkence bi hepsiyan dide kişandin, were berdan. Mieemeleyeke ku hiqûqa navneteweyî difermîne û babetî mirovan e, were pêkanîn. Divê mafên hepsiyan ên pêgihana bijûndariyê bên dabînkirin, girîngî bi xizmetên bijûndariyê yên hevişîner bên dayîn û ji bo kesên ku nexweşînên wan hene bikarin ji derfetên tedawiyê sûd wergirin jî, tedbîrên pêwist bên stendin. 

Ji bo ku ew îxlalên mafan ên li Saziya Ceza û Înfazê ya Girtî ya Ewlehîdara Bilind a No 2 ya Xarpêtê qewimîne bi şêweyeke karîger bên lêpirsînkirin û personelên ku berpirsiya wan heye bên cezakirin, em mensûbê daraziyê vedixwînin wezîfeyê.

Ji aliyê heyeta me ve hatiye tespîtkirin ku divê der barê rejîma girtîgehê, şertên fizîkî û miemeleyên ku hatine sepandin de, pişkînaneke karîger a îdarî û darazî bê dabînkirin. Em hikûmetê vedixwînin ku mekanîzmayên kontrolê yên neteweyî yên “serbixwe” li gorî Protokola Hilbijartî ya Peymana li Dijî Îşkence û Kirariya Din a Zalimane, Dermirovî yan jî Rûmetşikên an jî Ceza pêk bînin, dest bi xebatan bide kirin…

Her wisan, ji bo li ser miemeleyên ku li dijî mafê jiyanê yên hepsiyên li Saziya Ceza û Înfazê ya Girtî ya Ewlehîdara Bilind a No 2 ya Xarpêtê hatine sepandin, pişkînaneke karîger a îdarî û darazî bê dabînkirina em Wezareta Dadê û Komisyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisa Neteweya Mezin a Tirkiyeyê vedixwîn da ku pêvajoya qanûnî ya hewce û xebatê bide destpêkirin.

Komisyona Şopna Girtîgehan a Baroya Amedê
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan