JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

03.03.2018

Rojnamegeriya azad nayê bêdengkirin. Belê, ev hevok li tevahiya welatê me bû sloganeke wisan ku di demên dawî de ji aliyê her kesê rojnameger û aligirê demokrasiyê ve bi gurahî hat bikaranîn. Azadiya çapemeniyê, di tevahiya dîroka welêt de ketiye dewra xwe ya herî xerab. Hema bibêje hemû rojname û kanalên televizyonê yên mixalif hatin girtin. Welatê me, di rêzbendiya hejmara girtina rojnamegerên ji ber pîşeya xwe, bi ferqeke mezin pêşawetiyê dinyayê dike. Organên medyayê, a rast zor li wan tê ku der barê desthilatê de nûçeyên xwedî naveroka rexneyî biweşînin.

Wek Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komisyona Mafên Jinan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mâfên Mirovan, di gel ku em bi girîngiya azadiya çapemeniyê bawer dikin, em alî wê yekê ne ku her fikira kîn, nefret û şidetê li xwe nagire, divê bigihîje civakê. Azadiya çapemeniyê, ji bo her civaka demokratîk, tiştekî wisan e ku ew nebe nabe û divê di bin temînatê de be. Lê belê, di rewşên wisan de ku ziyan digihîne mafê jiyanê yê bingehîn ê kesan, rastiyek e ku azadiya çapemeniyê dikare bê vamitandin. Ji lew re mafê jiyanê, mafekî seretayî ye ku ji hêla peymanên navneteweyî û makeqanûnê ve jî di bin temînatê de ye. Loma nabe ku mafê pêgihana zanyariyê bikeve pêşiya mafê jiyanê yê hîmî. 

Wekî raya giştî ji nûçeyên peyamhinêrê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) yê Amedê, ku ji 02.03.2018’an pê ve di rojnameyên cuda cuda de dane weşandin û ji parevekirinê wî yên li ser heman mijarê yên di medyaya civakî de, hîn bû; bi sûcdariya îstismara cinsî ya zaroka qîzîn a bi navê F.B’yê, ku li Pasûra Amedê dijî, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê ve der barê 92 kesî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û der barê 21 kesî de ku lêpirsîna wan temam bûye, li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doza gelemperî hatiye vekirin. Di vê bûyera îstismarê de jî, ku daraziya bûyerê berdewam e, hemû bersûcên girtî hatine tehliyekirin. Lêpirsîna der barê 71 kesên din de jî, hîn temam nebûye. 

Ji ber biryara qedexeya weşanê ya dadgehê, ku bi ûcba pêwîstiya veşarîtiya lêpirsînê ya di merheleya lêpirsînê de û di merheleya taqîbatê de jî feydeya bilind a zarok hatiye stendin, raya giştî der barê vê bûyerê de nehatiye agahdarkirin. Ji roja pêşîn a destpêkirina lêpirsînê hata roja îro, me wek sazî destek daye zaroka mexdûr, hem ji bo ku edalet tecelî bike me têkoşîna hiqûqî da hem jî me hewl da ku tesîra giran a travmayê ya zaroka mexdûr kêmtir bibe. Dîsan ji ber bûyera qewimî ku întiqalî merciyên edlî bûye, zaroka mexdûr û diya wê duçarî pêkutiyên cidî û tehdîtên gumandar û lêzimên wan bûne, der barê zaroka mexdûr de ji aliyê dadgehê ve tedbîra telbekirinê hatiye pêkanîn û ew hildane bin mihefezayê. Ji aliyê yekeyên eleqedar ên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ve, ku ew pêkhênera tedbîra telbeyê ne, têra xwe desteka psîkoljîk nehatiye dayîn û mayîna li saziya ku zarok lê hatiye bicihkirin jî nehatiye dabînkirin. Zaroka mexdûr, ji ber qîmnekirina şertan, li wargeha ku herî dawî lê hatiye bicihkirin, mayîna li wir red dike û hîn jî talûkeya ewlehiya canê wê didome.

Ji destpêka daraziyê ve, derdê me yê pêşîn ew bû ku ji bo feydeya bilind a zarok li ber çav bê girtin temînkirina hêvişandina wê û pê re çêkirina hesta ku tiştên lê qewimîne ne sûcê wê ye, pê re çêkirina baweriyê ku em ê her tim li cem wê bin, bêyî reza wê dê doz bi çapemeniyê re neyê parîkirin û ji bo ku hîn zêde ziyan negihîjî jî, dê hewldan bên kirin. Lê ji ber fikirîna ku ji bo van cure bûyeran desteka raya giştî girîng e, me ji dadgehê hilanîna qedexeya weşanê daxwaz kir. Bi vê yekê me ev ji xwe re kir armanc ku eger dadgeh di celseya dawîn de qedexeya weşanê rake û ji bo ku zarok di jiyana xwe ya piştre de li cihekî ewledar were bicihkirin, di encama dîdariya bi saziyên ku li ser mafên zarokan dixebitin em gihîştin wê baweriyê ku bi qebûlkirina kesên pispor ên der barê van waran de hem dê ewlehiya can a zarok bê dabînkirin hem jî dê desteka psîkolojîk li zarok were pêşkêşkirin û piştî hildana bin temînatê ya zaroka mexdûr jî dê çapemenî bi awayekî aktîf bê bikaranîn ku ji bo van cure bûyeran ev yek girîng e. Heta ajansên wekî Dengê Amerîkayê, BBC Tirkî û JinNews, di gel ku wan nûçeya dozê amade kiribû jî, piştî em wek miwekîlê zaroka mexdûr bi wan re axivîn, ji ber nêrîna me û berjewendiya zaroka mexdûr, wan weşandina nûçeyê taloq kiriye. 

Mixabin, em wek parêzerên dozê, ku haya me ji hemû xetereyên li ser ewlehiya can a zaroka mexdûr heye, di gel îqaza me ya li nûçegihanê DHA’yê da ku di vê merheleyê de weşanê neke, lê ji 02.03.2018’an ve, tevî ku rasterast doz neşopandiye jî, bûyera îstismarê li ser malperên parevekirinên civakî weşandiye û bi vî awayî kiriye ku nûçe di hemû kanalên nûçeyan de bi lezgînî berbelav bibe. Ji ber ku di dosyaya dozê de tu qedexeyeke weşanê tune ye, ji aliyê qanûnî ve tu mehzûreke çêkirina nûçeyê jî nîn e. Lê ji ber etîka pîşeyî ya rojnamegeriyê û berdewambûna talûkeya jiyanê ya mexdûra îstismara cinsî, em berî her tiştî ji aliyê zeman ve dayîna vê bûyerê wek nûçe şaş dibînin. Li aliyê din, di gel ku der barê dozê de xetereya ewlehiya can dihat zanîn jî ev hesasiyet li pêş çav nehatiye girtin, nêrîna parêzerên jin nehatiye stendin ku wan ji serî de ev doz dişopand, têkoşîna jinan a rêxistî ku ew şopînerê vê dozê ne ji nedîtî ve hatiye dîtin, behsnekirina ji daxwaza midaxilbûnê ya ji dadgehê ya hemû saziyan (KMM, komisyona Baroyê ya Navenda Şêwirîn û Sepanê ya Mafên Jinan û komisyona Mafên Zarokan) ku li Amedê cara pêşîn tê xwestin di doza îstismarê de bibin midaxil, loma ev yek li dijî nirxên etîk ên rojnamegeriyê û berbirsiyên wan e. Gava li awayê dayîna nûçeyê û li zimanê wê tê nihartin, tê dîtin ku nûçe tenê bi zimanekî nêrane û ji aliyê “sansasyonel” ve hatiye dayîn; bi vê yekê tê fehmkirin ku ji hêla ajansa behsa wê hat kirin û nûçegihan ve, tenê rewşa magazînbûyî ya dozê xwedî nirxê nûçeyî ye. 

Em wek Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komisyona Mafên Jinan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mâfên Mirovan, DHA û nûçegihanê wan ji aliyê berpirsiya rojnamegeriyê ve şermezar dikin ku wan bêwext û bêyî stendina agahiyê ya ji mixetaban, tenê ji ber saîqa bidestxistina reytîngê jiyana zarokeke mexdûra îstismara cinsî avêtiye xetereyê û em ji raya giştî re radigihînin ku eger ji ber vê nûçeyê çi tiştê ku were serê zarok, berpirsiya wijdanî di stûyê wan de ye. 

Di gel rêz û hirmetan.

Navenda Mafên Jınan a Baroya Amedê
Komisyona Mafên Jinan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (KMM)