JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE-26 HEZÎRAN ROJA TÊKOŞÎNA LI DİJÎ ÎŞKENCEYÊ Û PIŞTGIRIYA BI ÎŞKENCELÊBÛYIYAN

26.06.2018

Neteweyên Yekbûyî di sala 1984’an de “Peymana li Dijî Îşkence û Kirariya Din a Zalimane, Dermirovî yan jî Rûmetşikên an jî Ceza” pejirandiye, piştî ku ji aliyê hejmareke qîmker a dewletan ve hatiye îmzakirin bi şûn de, ji 26’ê Hezîrana 1987’an ve ketiye meriyetê, deh sal bi şûn de, di 1997’an de Civata Giştî ya NY’yê, ji ber girîngiya peymanê, roja 26’ê Hezîranê, wek roja piştgiriya bi îşkencelêbûyiyan re ragihandiye. Peyman, bi awayekî teqez îşkenceyê qedexe dike. Bi awayekî giştî di asta dewletan de tê qebûlkirin ku qedexekirina îşkenceyê daxwazeke gerdûnî û mitleq e û nabe ku di tu dem û rewşên di wan de îşkence rewa be. Tirkiye “Peymana Li Dijî Îşkenceyê” di sala 1988’an de pejirandiye û di Makeqanûn û Qanûna Ceza de hatiye qedexekirin. Qedexeya îşkenceyê di belge, danezan û rêkeftinên serneteweyî û hiqûqa navxweyî de, hatiye diyarkirin.*1  Di gel van hemû yekan, mixabin li gelek welatên dinyayê îşkence ji aliyê dewletan ve li dijî civakan wek amûreke cezakirina dermirovî û qutifandinê tê bikaranîn. Di salên dawî de, ne bi tenê li rejîmên otorîter û dîktator, li demokrasiyên pêşketî jî der barê sepanên îşkenceyê de zêdebûnek tê raçavkirin. 

Rejîma heyî, ji bo asayîbûna şidetê ya bi awayekî berbelav, dabînkirina qebûla wê ya civakî û ji bo ku ev yek bibe çandek, geşe bi gelek rê û rêbazan dide. Gava ev rewş li pêş çav bê girtin, dê bi şêweyeke aşkera bixuye ku bikaranîna îşkenceyê ne tenê êrîşeke li dijî ferd e, di serî de xizm û lêzimên îşkencexwariyan, çavtirsîkirina hemû civakê ye. Ji lew re “26’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê û Piştgiriya bi Îşkencelêbûyiyan re”, di 21 saliya ragihandina xwe de, hîn bêhtir bûye xwedî wate û girîngiyê.

Çi li welatê me çi jî li beşeke pir mezin a dinyayê qeyranek aborî, çandî, dînî û etnîkî diqewime ku xwe bi her cureyên wekî ragihandina referansa “şer  rewşeke neasayîtiyê dide der. Ev qeyran, a rast qeyraneke mirovahiyê ye.”*2  Pêvajoya çewsîner a otorîter a ku li welatê me rûdide, bi îlankirina Rewşa Neasayî ya di dema 20 Tîrmeh 2016’an de, ji bilî tehdîtkirina maf û azadiyên bingehîn, ku divê tu dem û di tu mercî de neyên sînordarkirin, em ketine dewreke wisan ku mafên kakilî yên hîmî tune hatine hesibandin û li aziyê hatine hiştin. Çendî ku sedema Rewşa Neasayî, wek têkoşîna li dijî kesên teşebisa derbeyê kirine, hatibe xuyakirin jî, îro gihîştiye rewşeke wisan ku bi Biryarnameyên bi Hikmê Qanûnê (BHQ), welatî ji “mafên xwedîbûna li heqên xwe” mehrûm hatine hiştin, ango ji mafê xwe yê welatîbûnê bêpar hatine hiştin. Rewşa Neasayî li ser hemû civakê bûye amrazeke giran a çewsandin û tehdeyê. Di vê pêvajoya xebîs a nêz de, berxwedana kedkarên gelemperiyê, hepskirina parêzdarên mafên mirovan, derketina kuçeyeyan a xwendekarên lîseyê ya ji bo protestokirina pergala perwerdehiyê, sepandina şidetê ya li ser kedkarên ku li Kadikoy û Uskudarê têkoşîna mafan didan, li Mûxlayê bi awayekî tazî li erdê dirêjkirina welatiyan, îşkenceya li gundiyên Şapatanê û ya li şivanên gundê Binaharê ya Şemzînan, ji ber ku gotibû “Bila zarok nemirin” tevî pitika xwe ketina hepsê ya mamosta Ayşe, çend ji van bûyeran in ku hema bi carekê tên bîra me.

Di rewşa lihevxistinê de ku di Tîrmeha 2015’an de cardin dest pê kiriye, li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoliyê û di pêvajoya Rewşa Neasayî de ku bi behaneya serkutkirina teşebisa derbeya leşkerî hatibû ragihandin û hîn jî didome, der heqê sepanên îşkence û miemeleyên xerab de, zêdebûneke berbiçav heye. Sepanên îşkenceyê yên li navendên binçaviyê yên fermî, li cihên binçaviyê yên nefermî, li kuçeyê, hema hema li her derê berbelav bûne, her wiha bi qedexeyên derketina derve yên demdirêj ku ji Tebaxa 2015’an ve tên pêkanîn, bajarên kurdan bi tevahî kirine wekî qada îşkenceyê ya vekirî. Tevî îşkenceya tecrîdê ya ku li girtîgehan didome, sepanên îşkence û miemeleyên xerab ên din, ên li dijî girtî û hikimxwariyan, mixabin gihîştine asateke gelek zêde. Di pêvajoya Rewşa Neasayî de, berdewamkirina lêdana dijwar a li dema têketina girtîgehê û piştî wê, her cure miemeleyên kêfî û cezayên dîsîplînê yên kêfî, cezayên hicreyê, sepanên sewq û mişextiyê, sepanên îzolasyon/tecrîdê yên tek kesî yan jî yên komên biçûk, sepanên taybet ên li ser jin, ferdên LGBTÎ+’yan û zarokan, tehdîtkirina pêgihana xizmetên tenduristiyê, sepanên miemeleyên xerab ên wekî kelepçekirina li dema birina derveyî hicreyê jî tê de, di gel çaresernekirina pirsgirêkên tenduristiyê yên hepsiyan a di wext de û bi awayekî karîger, îcar bi BHQ’ya xwedî hejmara 696’an a bi dema 24 Kanûna Pêşîn 2017’an, ji bo kesên ku ji ber sûcên di çarçoveya Qanûna Medenî ya Tirk de girtî û hikimxwarî ne, mecbûriyeta lixwekirina kincên tek cureyî hatiye anîn. “Lêferzkirina Sepana Kincên tek Cureyî” ku bi tena serê xwe cezayekî rûmetşikên e, dê ji bo roja îro û dahatûyê bibe sedema pêkhatina mehzûrên gelek cidî. Di pêvajoya Rewşa Neasyî de, cardin qewimîna nimûneyên windakirinên bi zorê, ku ji bo dîroka me ya nêzik û şaristaniya me çalên reş in, tiştekî pir endîşeder e. Mixabin ku bûyerên windakirinên di binçaviyê de careke din hatine rojevê.

Di sala 2017’an de ji 616 kesên ku serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (WMMT) daye, (hejmara serlêdanan a 2016’an 487 bû) ji bilî 40 kesên lêzimên serlêderan û 12 kesên ku li daxuyandiye ew li derveyî Tirkiyeyê duçarî îşkenceyê bûne, 564 kes li Tirkiyeyê rasterast duçarî îşkence û miemeleyên xerab ên din bûne; ev kes jî yan tek an jî li pircihî tûşî sepanên îşkence û miemeleyên xerab ên din hatine. Ji 564 serlêdanan, bi sedema ku 272 kes jê (%48) li miduriyetên emniyetê, 55 jê (%10) li navendên binçaviyê yên fermî yên wekî qereqola polîsan duçarî îşkenceyê bûne, wan serî li WMMT’yê daye. Tevî vê yekê, 171 (%30) kes jî di wesaîtên polîsan de duçarî îşkenceyê bûne. Dîsan di sala 2017’an de, ji serlêdanên WMMT’yê 226 kes (%40) li qada vekirî û di dema xwepêşandanê de, 70 kes jê (%12) li cihên wekî mal û kargehê duçarî îşkence û miemeleyên xerab bûne; gava ev li pêş çav bên girtin, dê were dîtin ku di salên dawî de li cihên binçaviyê yên nefermî sepanên îşkence û miemeleyên xerab ên din ku berbiçav dibin, gihîştine rehendeke wehîm. Li gorî xarîtaya ku ji aliyê WMMT’yê ve hatiye weşandin û qedexetiyên derketina derve ya li Tirkiyeyê ya di navbera 16 Tebax 2015 û 1 Hezîran 2018’an de nîşan dide, li 11 bajar û herî hindik li 49 bajarokên Başûrê Rojhilat, herî hindik 314 car bêmawe yan jî ji bo tevahiya rojê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Wisan tê texmînkirin ku ji sepanên qedexeya derketina derve ya bênavber, herî kêm jiyana 1 milyon û 809 hezar kesî tesîrdar bûye.

Di encama serlêdanên ku li Komeleya Mafên Mirovan (KMM) hatine kirin û di ya lêgerînan de hatiye tespîtkirin, 5268 kesan (133 jê zarok in) daye zanîn ku sala 2017’an li binçaviyê, li derveyî cihên binçaviyê, li girtîgehan, ji aliyê cerdevanan ve, li xwepêşandanên civakî û ji aliyê hêzên ewlehiyên ve îşkence li wan hatiye kirin.

Di dema Rewşa Neasayî de rojnameger, xwendekar, siyasetmedar hatine girtin û rêjeya girtîgehan a tijebûnê jî gelek zêde bûye. Li gorî daneyên Wezîriya Dadê hejmara girtî û hikimxwariyan ku di sala 2005’an de 55.870 ye, ji destpêka Kanûna Pêşîn a 2017’an ve bûye 232.179 kes. Îcar ji Nîsana 2018’an ve jî, rastiya ku 467.673 kes di çarçoveya serbestiya kontrolkirî de ne, der barê atmosfera giştî ya welêt de nîşandereke din a girîng dide xuyakirin.

Li gorî daneyên dawî yên KMM’yê yên dema 2018’an, bi tevahî 1154 hepsiyên nexweş hene ku 401 jê nexweşên giran in û kêşeya nexweşên hepsî jî li benda çareseriyê ye.

Li gorî daneyên ku KMM di 30 Gulan 2017’an de daxuyandiye, bi piranî li Enqereyê 11 bûyerên revandin û windakirinên bi zorê qewimîne. Ji van kesan 4 kes jê piştre hatine berdan, ji wan yek jê jî întihar kiriye. Di sala 2016’an de jî bûyereke revandin û windakirina bi zorê qewimiye. Hîn jî aqûbeta 8 kesan nayê zanîn. Tevahiya van bûyeran, ji koma xebatê ya NY’yê ya der barê windakirinên bi zorê de hatiye ragihandin. Di gel van, bi taybetî li Enqereyê û li herêmê gelek kes hatine revandin, gef li wan hatiye xwarin û li wan îşkence û miemeleya xerab hatiye kirin.

Pêkanîna îşkenceyê ya ev çend aşkera û bêtirs, parastina wê, hêvişandina teşwîqkirina wê, hildana li aziyê ya temînatên usûlê yên hîmî, çawan rê li ber hilanîna prensîba raseriya hiqûqê vekiriye her wisan bi afirandina civaka tirsê jî, daxwaza dîsîplînekirina bi şidetê ya civakê dide nîşandan.
 
Der barê vê mijarê de, di pêvajoya Rewşa Neasayî de, bi biryarnameyên derxistî re tehdîtên cidî li ser maf û azadiyên kesan û mafê parastinê hatine pêkanîn û pîroziya mafê jiyanê jî tune hatiye hesibandin.  Di vê domana demê de, ji bo rîayetnekirina li qedexeya îşkenceyê zemîn hatiye afirandin, îşkencekar hatine handan û hêvişandin. Di wê pêvajoyê de, ku bi Rewşa Neasayî re dest pêkiriye, temînatên qanûnî ya vê rewşê jî bi BHQ’yan hatine xurtkirin. Ji BHQ’yên Rewşa Neasayî, di serî de BHQ’yên bi hejmarên 667 û 668’an, di gelek BHQ’yan de verastkirin hatine çêkirin ku gava wezîfedarên dewletê di berdewamiya Rewşa Neasayî de kirariyan pêk bînin dê berpirsiya wan a cezayî, hiqûqî, malî û îdarî tune be û bi vî awayî bêcezatî bi temamî di bin temînatê de hatiye hiştin û ber her cure kêfîtiyê jî heta dawî hatiye vekirin. Bi verastkirina BHQ’ya Rewşa Neasayî ya bi hejmara 696’an, sivîl jî li pawana şidetê ya dewletê ku bi bêcezatiyê tê hêvişandin, hatine îlawekirin û şirîkatiya sûc jî tê berbelavkirin. Der barê van sepanan de, ku cesaret dide hêzên zeptiyeyê yên ku îşkenceyê dikin û hêzên paramîlîter û milîter, heta sivîlan, li gorî daneyên Wezîriya Dadê, di sala 2016’an de, hejmara dozên ku ji ber xala 94’an a Kanûna Ceza ya Tirk (QCT), ango ji ber îşkenceyê hatine vekirin 42 ye û hejmara dozên ku ji ber sûcên eziyetê hatine vekirin jî 340; ku ev xal cezayekî hîn kêmtir dide sûcdaran. Miqabilê vê rewşê, hejmara dozên ku ji ber xala 265’an a QCT’yê hatine vekirin 26.195 e, ku made wek “miqawemeta li dijî polîsan” tê binavkirin. Ev dane didin nîşandan ku bi rêbaza vekirina dozên li dij, rê li ber mexdûrên îşkenceyê digire ku li dijî îşkencekaran gilî nekin û ew mîna metodeke devjêberdan û toqandinê bi awayekî sîstematîk tê bikaranîn. Ev hemû mijar, rastiyekê derdixe holê ku bêcezatî li pêşiya têkoşîna li dijî îşkenceyê, astengeke herî girîng û cidî ye.

Di dema 17 Gulan 2018’an de, redkirina serlêdana der barê qetliama Roboskiyê de ya bi şêweya “nikare bê qebûlkirin” a ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ve jî, pêkhatina asta kêşeya bêcazatiyê ya di rehenda mekanîzmayên navneteweyî de nîşan dide ku ev yek qet nayê jibîrkirin.

Mafê hêlanê (temîr jî tê de riya telafiyê û îhtiyacê tezmînatê), di gel ku hêmaneke girîng a mafê jiyanê û qedexeya îşkenceyê ye, biryar û nêzikahîtêdanên wekî “zeraya fizîkî ya ku hatiye holê ne qusûra kes e, ji ber ku dê berpirsiya dewletê nebe loma zeptiya ku midexalekirin pêk aniye bêsûc e” yan jî “di encama xetaya bivênevê de ye” û bi ser de, bi behaneyên şeklî yên têra xwe besîd hilanîna ji rastê ya mafê hêlanê, nîşana meyla vegerîna li îctîhadeke elelda ye. 

Temînatên usûlê ku ji bo rêlibergirtina îşkenceyê xwedî roleke girîng in û bi salan e di pratîkê de bi awayekî gelek zêde tên îhmalkirin, di van demên dawî de jî verastkirinên neyînî yên der barê mewzûata îşkenceyê de û ji ber tesîra gotin û helwestên niwînerên desthilata siyasî, gelek texrîb bûne.

Wek nimûneya dawî ya çîroka saziyên mafên mirovan ên neteweyî ku bi salên dûr û dirêj in nava wan hatiye valakirin (û bi Prensîbên Parîsê û rêgezên OPCAT’ê re qet nelihev in), Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê ye ku di 20 Nîsan 2018’an de bi qanûnê hatiye çêkirin û tê hêvîkirin ku dê ji bo rêlibergirtina îşkenceyê roleke wê ya girîng hebe, dê xwedî temînata serbixwetiyê be û dê fonksiyona wê ya Mekanîzmaya Rêlibergirtinê ya Neteweyî be. Tu fealiyeteke vê dameziraweyê, di serî de li ser îşkenceyê û di van dewrên dawî de jî li ser îxlalên mafan ku bi gurahî qewimîne, çênebûye. Di dema 11 Çiriya Paşîn 2017’an de, Rêbernameya Mafên Mirovan û Pisporiya Wekheviyê û di 24 Çiriya Paşîn 2017’an de jî Rêbernameya Der barê Usûl û Esasan de ya eleqedarî Sepana Qanûna Dameziraweya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê, hatiye weşandin. Her dû telîmatname jî, ji ber palpiştiya qanûnî bi awayê ku bi Prensîbên Parîsê û rêgezên OPCAT’ê ve nelihev in, hatine verastkirin.

Wek encam; em saziyên ku li jêrê îmzaya wan heye, bêyî em hêviya xwe û ezma xwe ya ji dahatûyeke bêîşkence û guherîna van rasteqîneya winda bikin, ku em ji hebûna wan nîgeran in û vedibeyînin we. Di Roja Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê û Piştgiriya bi Îşkencelêbûyîyan de em careke din dixwazin pareve bikin ku; 

Divê Rewşa Neasayî derhal bê hildan ku ew ji îşkenceyê re zemîn amade dike, ji kontrolê dûr e û bi biryarnameyên kêfî tê sepandin.

Divê der barê rêlibergirtina îşkenceyê, qedexekirina wê û darizandina berpirsên wê de bi awayekî karîger û lezgîn verastkirinên makeqanûnî û qanûnî bên kirin û divê tedbîrên wisan bên girtin ku bi sepanên berbiçav ev yek bên xuyakirin.

Jê zêdetir, di demên dawî de rewşa hînkirina îşkenceyê ya di her astî de, zihniyeta ku îşkenceyê dike tiştekî elelade û sepanên ku xwe dispêrin vê yekê û rîska ku dê verastkirinên qanûnî piştî dewra Rewşa Neasayî jî mayînde bibin, gava li pêş çav bên girtin, gurtirkirina hewlên civakî yên ji bo rêlibergirtina îşkenceyê, dike tiştekî mecbûrî.

Em ê wek parêzdarên mafên mirovan di her mercî de berdewamî bi derxistina holê ya hemû cure pest, îşkence û her cure tundiya li dijî mirovahiyê bidin û wan belgedar bikin; ji bo rêlibergirtina îşkenceyê ku ew sûcekî li dijî mirovahiyê ye jî em dê bi hemû hêz û îradeya xwe têkoşîna xwe bidomînin, em dê bi hemû derfet û baweriya xwe di gel îşkencelêbûyiyan bin û em dê piştgiriya xwe ya bi wan re jî hîn zêdetir bikin.

Gava îdiayên li ser revandin, windakirin, îşkenceya li cihên binçaviyê yên fermî û nefermî, li kuçeyan û li girtîxaneyan; hildana binçaviyê ya jinên ducanî û yên ku nû zarok welidandine û şandina wan a girtîgehan ku di van demên dawî de berbelavtir dibin, li pêş çav bê girtin, loma ji ber çi sedemî dibe bila bibe ew kesên ji her beşî yên duçarî îşkence û miemeleya xerab bûne û li wan miemeleyên xerab ên din hatine kirin, banga ku me kiriye em careke din dubare dikin ku bila serî li KMM û WMMT’yê bidin. Em bi bîr dixin ku WMMT xebatên tedawî û rehabilîtasyonê koordine dike, der barê şopên îşkenceyê yên nexuya de lêgerînan dike, der barê mijara raporkirina tibî û edlî de dibe alîkar, parêzerên ku di warên mafên mirovan de destekê didin, li ser angaştên îşkence û miemeleyên xerab jî desteka hiqûqî didin.

Dinyayeke Bêîşkence Pêkan e!

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan
Jûra Bijîşkan a Amedê
Baroya Amedê
Înîsıyatîfa Maf
Niwêneriya Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê

  *1-Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan (x.5), Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya NY’yê (x.7), Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (x.3), Peymana Li Dijî Îşkenceyê ya NY’yê, Statuya Romayê ya Dadgeha Ceza ya  Navneteweyî (x.7) û di hiqûqa navxweyî de Makeqanûn (x.17) û Qanûna Ceza ya Tirk (x.94) bi awayekî aşkera îşlenceyê qedexe dikin. 
  *2-Encamnameya 14. Konferansa Tevgera Mafên Mirovan a Tirikeyê.