JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE- Bila Windahî Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin, Rastî Derkevin Holê

03.09.2018

Gelî Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja,
Têkoşîna malbatên windahiyan ku dixwazin di encama windakirinên bi zorê yên li binçaviyê yên li Tirkiyeyê de aqûbeta lêzimên xwe hîn bibin û fail jî bên cezakirin, têkoşîna heqîqet û edaletê ya coğrafyaya me ye, ku ew hîç naqedin. Malbatên windahiyan bi salan e li ber deriyê qereqolan, li serayên edliyeyê û li meydanan aqûbeta kes û kûsên xwe ji dewletê dipirsin û daxwaza derxistina holê ya rastiyê dikin. Çi heyf ev têkoşîna mafdar a lêzimên windahiyan, ji roja ku dest pê kiriye heta niha, ji aliyê dewlet û desthilata siyasî ve hatiye xwestin ku bi awayên cur bi cur bê astengkirin. Em wek Lêzimên Windahiyan û Parêzdarên Mafên Mirovan, bi girîngî dixwazin diyar bikin ku, lidarxistina çalakiya rûniştinê ya ku bi salan e li Meydana Galatasarayê û li Meydana Koşuyoluyê didome, tu car nebûye tercîha me Parêzdarên Mafên Mirovan. Ji lew re tiştê ku kiriye Lêzimên Windahiyan û Parêzdarên Mafên Mirovan biçin wan meydanan, israra dewletê ya Polîtîkaya Bêcezatiyê bûye ku ew rê li ber dîtina windahiyan û cezakirina failan digire.

Gelî Mensûbên Çapemeniyê yên Hêja,
Wekî her kes ji nêz ve dişopîne, ji dema 31 Kanûna Paşîn 2009’an ve, her hefte roja şemiyê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya Amedê, di gel lêzimên windahiyan çalakiya rûniştinê ya ku bi navê “Bila Windahî Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin” tê lidarxistin, di hefteya xwe ya 499’an de, bi biryara Walîtiya Amedê, bi sedema “ewlehiya gelemperiyê” bi awayekî bêmawe hatiye qedexekirin. Biryara eleqedar a ku Walîtiya Amedê stendiye, biryareke kêfî ye û di serî de li dijî mafê civîn, xwepêşandan û meşê ye ku di bin temînata qanûnan de ne, her wisan bi tu normeke ku derfet dide xebitîna pergaleke demokratîk, eleqeya wan nîn e. Mafê civîn û xwepêşandanê ya aştîxwazane ku şekilekî taybet a azadiya îfadeyê ne û bingeha civakeke demokratîk in, îcar gava li biyara hatiye stendin tê mêzekirin ku ew qedexekirin civînên taybet û civîn û meşên li cade û riyên ji gelemperiyê re vekirî ne jî, digire nav xwe. Ji lew re ev biryara qedexetiya kêfî, xwedî wesfeke êrîşa aşkera ya li mafê ferd û civakê yên civîn, xwepêşandan û meşê ye. Çalakiya rûniştinê, ku bi salan e em di gel lêzimên windahiyan li dar dixin, heta roja îro bi awayekî aştiyane domiyaye û bêyî ku bibe sedema kêşe û arîşeyên ewlehiyê yên gelemperiyê, bi şêweyeke birijd hatiye berdewamkirin.

Em dixwazin li vir, ji yên ku têkoşîna mafdar a lêzimên windahiyan a ji bo lêgerîna edalet û heqîqetê qedexe dikin, bipirsin ku; lêzimên windahiyan ji bo ku aqûbeta windahiyên xwe derxin rastê, di gel hemû dijwariyan li Parka Koşuyoluyê hatine cem hev, bûne sedama çêbûna kîjan kêşeya ewlehiya gelemperiyê?

Me divê em bidin diyarkirin ku ew kesên dixwazin leke li têkoşîna rewa ya lêzimên windahiyan bixin, bi stendina biryarên kêfî, di gel hêvişandina failan, ew pêkhatina aştiya civakî jî asteng dikin.

Em wek parêzdarên mafên mirovan û lêzimên windahiyan, dixwazin bidin zanîn ku armanca çalakiyên rûniştinê, ku ev 499 hefte ne pêk tên, rarûbûna dewletê bi bûyerên windakirinê bi zorê, derxistina holê ya rastiyê û pêkanîna dadê ye. Bi van cure qedexeyên antî-demokratîk û kêfî bertek nîşandana dewletê ya li dijî daxwaza rarûbûn, edalet û heqîqetê, helwesta dewletê ya îmzanekirina “Peymana Li Ser Hêvişandina Her kesî ya Li Dijî Windakirinê ya NY’yê” ku ev peyman bi awayekî teqez îşkenceyê qedexe dike û çavê malbatên windahiyan jî lê ye, bi aşkerahî derdixe holê. Dewlet û desthilata siyasî ya heyî, bi israr xwe nade ber îmzakirina peymanê û ya rast bi vê nêziktêdana xwe, ji bûyerên windakirinên nû re zemîn xweş dike û bi nexwestina xwe ya ronîbûna windahiyên ku di demên berê de pêk hatine jî, niyeta xwe ya bera aşkera dike.

Gelî Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja,
Bêguman, di berdewamiya dîroka mirovahiyê de, têkoşînên ku di oxira pêkanîna edaletê de hatine dayîn, bi tu awayî ji têkoşîna ku lêzimên windahiyan niha didin, ne cuda ne. Têkoşîna heqîqetê ku li Arjantînê Dayikên Plaza De Mayo daye, ji têkoşîna heqîqetê ya ku bi berdewamî li Galatasaray û Parka Koşuyoluyê tên dayîn, nabe ku cihê bê fikirîn. Têkoşîna mirovan a ku bi îlana rojnameyan li lêzimên xwe yên windakirî yên bi zorê diğerin û têkoşîna dayikên şemiyê ku windakiriyên xwe li meydanan diğerin, di rastiyê de yek e.

Ji lew re, wekî em di her firsendê de tînin ser zimên, em careke din dixwazin bibêjin ku, em dê destûr nedin ku bi qedexekirina çalakiya rûniştinê ya lêzimên windahiyan, ser heqîqetê bê nixamtin. Em dê li her derê, têkoşîna xwe ya ji bo heqîqet û edaletê bînin ser zimên û em dê bi berdewamî di gel têkoşîna lêzimên windahiya bin. Ji bo ku kiryar bi polîtîkaya bêcezakirinê neyên fihêlkirin, em dê ji niha bi şûn de têkoşîna xwe ya mafdar hîn xurtir bimeşînin.

Dîsan li dewlet û desthilata siyasî banga me ya aşkera ye ku, divê hemû qedexeyên li ber lêzimên windahiyan hatine danîn bên hildan û daxwazên dayikan jî divê bên pêkanîn. Em daxwaz dikin ku ew hewlên ji bo astengkirina têkoşîna lêzimên windahiyan tên dayîn, bila ji bo dîtina windahiyan û cezakirina kiryaran bên dayîn.

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (KMM)
Niwêneriya Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (WMMT)
Baroya Amedê
Jûra Bijîşkan a Amedê
Niwêneriya Înîsıyatîfa Maf a Amedê