AŞTÎ MAFÊ MIROVAN E! EM AŞTIYÊ DIXWAZIN!
DAXWAZA AŞTIYÊ DAXWAZA MAFÊN MIROVAN Û DEMOKRASIYÊ YE!
Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê ya 1’ê îlonê, em careke din dixwazin bidin xuyakirin ku em dixwazin li dinyayeke ku aştî lê serwer e, bijîn. Mafê aştiyê, mafekî mirovan e. Ji mafên piştgiriyê ye.
Neteweyên Yekbûyî, bi şertê NY’yê hatiye damezirandin ku ew di sala 1945’an de hatiye pejirandin û ragihandin. Di beşa destpêkê ya şert û di xalên 1 û 2’yan ên NY’yê de, ji mebesta xurtkirina rêzgirtina li aştî û maf û azadiyên mirovan tê behskirin. Di xala destpêkê û ya 28’an a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de, ku ew ji aliyê Komisyona Mafên Mirovan a NY’yê ve hatiye amadekirin û di 10 Kanûna Pêşîn 1948’an de hatiye pejirandin û ragihandin, tê behskirin ku aştî û aştiya li ser pergalên civakî yên navneteweyî û neteweyî were hîmdarkirin, divê xwe bispêrin maf û azadiyên ku di vê danezanê de cih girtine. Civata Giştî ya NY’yê, Belavoka Der Barê Mafên Aştiyê ya Gelan de, di rûniştina xwe ya 12 Çiriya Paşîn 1984’an a Civata Giştî de, bi biryara hejmara 39/41’ê qebûl û îlan kiriye. Di belavokê de, cext li ser pîroziya mafê aştiyê û dabînkirina pêkanîna hêvişandina vî mafî kiriye ku ev yek ji bo dewletan mikelefiyetek e.
Çendî têkiliya daxwaza aştiyê bi mafên medenî û siyasî re (wekî mafê jiyanê, qedexeya îşkenceyê, mafê azadî û ewlehiya kes, mafê darizîna adil, azadiya dîn û wijdan, azadiya derbirînê û azadiya xwebirêxistinkirinê) hebe, ew qas jî bi mafên aborî, civakî û çandî re (mîna mafê xebatê, mafê rûniştingehê, mafê tenduristiyê, mafê perwerdehiyê û mafên zimên) heye. KMM, mafên mirovan bi awayê ku hemû mafên mirovan bi hev re pêwendîdar in qebûl dike ku ew gerdûnî, tevahiyî, nedabeşbar in û yek bi yeke din nayê tercîhkirin. Her wiha, madeyên 1’emîn ên Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî ya NY’yê û Peymana Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya Navneteweyî, mafê çarenûsa gelan a bi îradeya xwe, qebûl û îlan dike. Tirkiye ji 2003’yan ve terefê van peymanan e. A duyem jî, Şertê Mafê Mirov û Gelan a Afrîkayê, xwedî feraseteke wisan e ku mafên mirovan di çarçoveyeke hîn berfirehtir de hîmdar dike, di gel mafên ferd û welatîbûnê, îcar mafên gelan jî wek “mafên mirovan” dipejirîne û radigihîne. Ji lew re çawan ku mafên mirovan ên ferdan in, her wisan ew mafên gelan in jî.
Nêziktêdana hîmî ya KMM’yê, ya ku van metnan dipejirîne û pareve dike, ew e ku aştî xwe dispêre maf û azadiyên mirovan. Her cure newekheviyên di navbera mirovan de yên mîna aborî û civakî û nenaskirina maf û azadiyan, sedemên bingehîn ên şer û pevçûnan in. Ji ber vê yekê, em wek KMM’yê xwedî wê fikirê ne ku di her şertî de û li ku derê dinyayê dibe bila bibe, aştî tenê bi palpiştiya maf û azadiyan dikare bê dabînkirin. Di bingeha lihevxistinên hemû herêmên dinyayê de, tê raçavkirin ku daxwaza maf û azadiyan heye.
Tirkiye xwedî bastûreke/raçînkeke etnîk, zimanî, dînî û çandî ya pluralîst e. Bergeheke ku mirov û siruştê wek bingeh werdigire, hewce dike ku verastkirinên hiqûqî jî vê raçînka pluralîst bi hîmdariya maf vebeyîne. Ev pluralîzm di slogana “her kes cuda ye, her kes wekhev e” ya KMM’yê de, bi îfade dibe ku gelek caran hatiye gotin û vebeyandin. Di heman demê de pluralîzm bingeha demokrasiyê ye jî. KMM xwedî wê ramanê ye ku di navbera demokrasî û mafên mirovan de bendeke xurt heye ku nikare bê qetandin. Loma jî KMM’yê bal kêşaye ser wê yekê ku kêşeya sereke ya Tirkiyeyê mafên mirovan û demokrasî ye û tespîta ku xeleka herî girîng a vê kêşeya sereke jî meseleya kurd e, kiriye.
ARÎŞEYEKE AŞTIYÊ YA TIRKIYEYÊ HEYE
Tirkiye welatekî wisan e ku pirsgirêkên xwe yên bingehîn, wekî meseleya kurd, çawan ku li gelek welatên dinyayê tê dîtin, bi bikaranîna rêbazên çareseriyê yên xwe dispêrin diyalog û mizakereyan, çareser nekirine. Loma jî lihevxistin û pevçûnên çekdar, li nav welêt û derveyî welêt didomin.
Rewşa lihevxistinên çekdar, ku bêçareserîtiya meseleya kurd bûye sedema wê, tesîr li hemû qadên jiyanê dike. Qeyrana aborî, ku Tirkiye hîn jî di nav de ye, bi paşçavkirina rewşa lihevxistinî ya ji ber meseleya kurd, nikare bê aşkerakirin. Maliyeta aborî ya fealiyetên leşkerî ku dewlet ji bo domandina rewşa lihevxistinî û şer li nav welêt û derveyî welêt (Sûriye û Iraq) dimeşîne, gelek zêde ye û ev yek zorê digihîne budceya Tirkiyeyê jî. Tirkiye ji salên dûr û dirêj ve ye ku vê rewşa lihevxistinên çekdarî dijî. Demên di navbera salên 2013 û 2015’an de, ku wek pêvajoya çareseriyê tên binavkirin, dewreke wisane ku nelihevxistinê bi civaka Tirkiyeyê rewşa hizûrê daye jiyandin. Li sê salên dawîn, di encama lihevxistinên çekdar ên qewimî de, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne.
Li gorî daneyên KMM’yê, di salên 2015, 2016 û 2017’an de, di encama pevçûnên çekdar de 2.770 kesî (leşker, polîs, gundparêz, milîtanê çekdar û sivîl) jiyana xwe ji dest daye û 2.400 kes jî birîndar bûne. Ji ber bandora rewşa lihevxistinên çekdar jî, di salên 2015, 2016 û 2017’an de li hemû Tirkiyeyê 916 kesî ji ber infaza bêdarazî jiyana xwe ji dest daye û 1.071 kes jî birîndar bûne. Di heman dewrê de, di serî de ji ber êrîşên rêxistinên neqanûnî, hejmara kesên ji ber êrîşên ku failên wan ne diyar in jiyana xwe ji dest daye 614 û hejmara birîndaran jî 3.529 e. Gava em van hejmaran bicivînin, em dê bibinin ku 4.300 kes mirine û 7.000 kes jî birîndar bûne. Ev tablo nîşan dide ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan û hiqûqa însanî pêk hatine. Îcar daxuyaniyên meqamên fermî dide nîşan ku rewş hîn bêhtir xeternak e.
Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê ya Qwqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê; li maweya derbasbûyî ya ji destpêka sepana qedexebûna derketina derve ya 16 Tebax 2015’an heta 1 Hezîran 2018’an, ku qedexebûna derketina derve ya bêmawe (bi awayê hiştina vekirî ya dawiya demê) û/yan jî tevahiya rojê (bi awayê ku dê 24 seat bidome) li xwe digire, bi tevahî li 11 bajar û 49 bajarokan herî hindik 314 qedexetiyên derketina derve hatine ragihandin, ku ev bi awayekî fermî hatine tespîtkirin. Encamên qedexebûna derketina derve ya ku ji 16 Tebax 2016’an ve dest pê kiriye û li bajar û bajarokan tê sepandin û rewşa lihevxistinên çekdar ên li herêmên çolterî têra xwe giran in. Di gel jidestdana can ên sivîlan, di encama texrîbkirina şûnwaran jî hejmara kesên ku bi zorê ji cihên xwe hatine kirin 500 hezar kes e.
Ji ber ku meseleya kurd nehatiye çareserkirin, operasyonên leşkerî yên ku Tirkiye li nav welêt dida kirin, heta bi midaxeleya li Sûriyeyê çûye û piştî maytêkirina li herêma Cerablûs û Ezezê, bi midaxeleya li herêma Efrînê ya Sûriyeyê bi encam bûye. Di encama midaxeleya leşkerî ya li ser Efrînê, ku di Kanûna Paşîn 2018’an de dest pê kir û di Adara 2018’an de bi dawî bûye, hejmareke gelek zêde kesên sivîl jiyana xwe ji dest daye ku ev yek di serî de NY, melûmî raya giştî ya dinyayê ye. Tevî vê yekê, li Herêma Kurdistana Federe gelek binkeyên leşkerî yên Tirkiyeyê hene û bênavber operasyonên leşkerî tên kirin. Der barê windahiyan de tu zanyariyeke selîm nayê wergirtin. Wek tê dîtin, gava kêşeya kurd bêçareserî bimîne, qada ku şer li xwe digire çi qas diçe mezintir dibe. Aliyekî dewambar a mirovî û darayî ya vê rewşê nîn e.
Ji bo aştiyeke mayînde divê sedemên lihevxistinê ji bolê bên hildan. Ji bo vê jî, tiştê di serî de divê were kirin rawestandin û bidawîanîna pevçûnan, vekirîhiştina riyên diyaolgê û dabînkirina derfeta lêgerînên çareseriyê yên ku xwe dispêrin mafên mirovan û demokrasiyê ye. Wek destpêk jî hewce ye tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê hildan ku ew li Girtîgeha Îmraliyê ragirtî ye û destpêkirina diyalogeke ji nû ve ye.
Hildana mercên ku dibin sedema otorîterbûna sîstema îdarî ya Tirkiyeyê û çêkirina peymaneke civakî ya bi palpiştiya demokrasî û mafên mirovan, bi aştî û parastina aştiyê pêkan e.
Em dê wek KMM’yê, di serî de li welatê xwe, li hemû dinyayê têkoşîna mafên mirovan bidin da ku jiyaneke aştî lê serwer e, pêk were.
Komeleya Mafên Mirovan