Danezana Gerdûnî Ya Mafên Ziman ku 23 sal berê hatibû pejirandin, qala Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ya ku di derheqê mafê mirovan de nivîsarek bingehîne dike û dibêje; “hemû civakên ziman, xwedî mafên wekhev in”, “herkes xwedî ev mafî ye ku zimanê xwe di çalakiyên raya giştî de bimeşînin” û “hemû civakên ziman, xwedî ev mafî ye ku zimanê dayikê bi awayekî fermî li ser axa ku li ser dijî, bikarbînin.” Her wekî din Peymana Mafê Zarokan, di xalên 17, 29 û 30. de balê dikşîne ser pêvajoya perwerdehiya zarokan û jiyana wan ya civakî. Lê belê hem di zagonê welatan de û hem jî di pratîkê de tu kes rîayetî mafê ziman nake û her wekî hûn jî dizanin gelek ziman, bi şêwazekî hişmendî tê wenda kirin. UNESCO, ji bo ku li cîhanê cihêwaziya ziman zêde bike, ji bo ku desthilatdariya siyasî rêz û hurmetiyê ji mafê ziman re nîşan bide û ji bo ku dewlemendiya zimanan biparêze 21’ê Sibatê, ji sala 1999’an û vir de wekî Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê îlan kiriye. Wekî hûn jî dizanin, di 21’ê Sibatê ya sala 1950’yan de ji ber ku Pakîstan li ser axa Bengaliyan zimanê Bengala qedexe kiribû, xwendekarên zanîngeha ev rewş şermezar dikin. Li hemberî vê şermezar kirinê polîsên Pakîstanê êrîşê xwendekaran dike û di encama bûyeran de gelek xwendekar jiyana xwe ji dest dide. Di ev bûyerên bi rojan berdewam dikir de, di serî de mafê jiyanê gelek mafê mirovan yê bingehîn hat binpêkirin. UNESCO, ji bo bîranîna van kesên ku di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dide û ji bo ku li tu welata bûyerên bi vê şêwazê êdî neqewime ev dîrok kiriye rojeke gerdûnî û ev roja 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê diyar kiriye. Ji salên 1950’an û vir de bi awayekî bandor tekoşîna mafê ziman tê meşandin û li gorî salên berê gelek ziman bi awayekî zimanê fermî hatine nas kirin û di bikaranîna zimanan de gelek astengî ji holê hatiye rakirin.
Li Tirkiyê bi damezrandina komarê û vir de ji bilî zimanê Tirkî li ser gelek zimanê cihê/cûda bi awayekî plan polîtikayên înkar û bişaftinê hat meşandin. 1925 Plana Islahata Şerqê, 1935 Rapora Seyahata Şerqê ya Îsmet Înonu û piştî darbeya 1960’an Rapora Rojhilat ya ku ji aliye Teşkîlata Dewletê ya Plansaziyê hatibû amedekirin hinek ji mînakên girîng yê di derbarê polîtikayên bişaftinê tê zanîn. Li welatê me li hemberî van polîtikayên bişaftinê ji aliyê raya giştî ya demokratîk tekoşîna sîyasî û hiqûqî hat meşandin. Di encamê de zimanê Kurdî wek zimanekî cûda hat pejirandin, zagona bi hejmara 2932’an ku bikaranîna zimanê Kurdî qedexe dikir di sala 1991’ an de ji holê hat rakirin û hinek astengiyên li pêşiya Kurdî de, di destpêka salên 2000’î de bi pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewrûpayê hêdî hêdî ber qediya.
Lê belê tevî van tiştan jî pejirandina zimanê fermî ya Kurdî û bikaranîna ziman ya di xizmetê îdarî de bi awayekî bi bandor wek daxwazên civakê nehat bi cîh anî. Li welêt atmosfera sîyasî ya bi aloz, kir ku di derbarê xebatên mafê ziman -yê ku wek mafekî bingehîn yê mirovahiyê tê hesibandin- de kêmasî û astengî derkeve holê. Nemaze piştî xerabûyîna Pêvajoya Çareseriyê ya ku di 2013’an de destpêkir û piştî Hewldana Darbeya 2016’an de li ser zimanê dayikê de polîtikayên zordarî û bişaftinê pir zêde bû.
Nemaze li hemû bajarê herêma me de ji bilî zimanê Tirkî li ser gelek zimanê cihê polîtikayên bişaftinê û înkarê salên destpêka damezrandina komarê li pê xwe hişt û ev polîtika dîsa ket dewrê. Qayyûmê avêtin ser şaredariyan di jiyana civakî û di xizmetên îdarî de xizmeta pirzimanî ji holê rakir û li şûna wê yekzimanî bikaranî. Qayyûmê avêtin ser Şaredariya Sûrê di tabeleya bajêr ya pirzimanî de zimanê wek Ermenîkî û zimanê Suryanî rakirin. Dîsa qayyûmê avêtin ser şaredariya Qoserê(Tilermen) taxên Berçem, Aşitî û Medya ku wekî bi zimanê Kurdî dehat pênase kirin, navê wan guherand.
Piştî îlan kirina rewşa awarte (OHAL) bi KHK’yan gelek sazî hat girtin û gelek xebatkarên di derheqê ziman û çandê de ked didan ji karê xwe hat dûr xistin. Gelek saziyên medya, saziyên ziman û gelek dibistanê ku ji bilî Tirkî weşan û xebat dikirin bi girtinê rû bi rû ma. Gelek radyo, televizyon, rojname, kovar û ajansên çapemeniyê ku bi Kurdî weşan dikirin, dawî bi weşana wan hat dayîn û piştre hatin girtin. Nemaze Zarok TV, bi saya baldariya raya giştî dîsa hat vekirin. Lê tu televîzyonê din ku bi kurdî weşan dikirin, nehat vekirin.
Herî wekî din Kurdî Der, Enstîtuya Kurd ya Stenbolê û Kurd-Der bi armanca zimanê Kurdî bi gel hîn bike û di derheqê ziman de lêkolîna bike hatibû damezrandin, bi awayekî derhiqûqî hatin girtin û mohr kirin. Bi dehan xebatkarên çapemeniya Kurdî hatin binçav kirin û gelek ji wan hatin girtin. Dîsa bi çarçoveya KHK’yan gelek nivîskarên Kurd ku di saziyên dewletê de dixebitîn bi awayekî derhiqûqî ji kar hatin dûr xistin û binçav kirin û hatin girtin.
Hemû van pêkhatinên ku diqewime nîşan dide ku dewlet û desthilatdariya siyasî, her ku diçe ji salên 1990’an ve paşvetir diçe û dixwaze ku di polîtikayên înkar û bişaftinê yê sedsalan de israr bike.
Em wek Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê bang dewlet û desthilatdariya siyasî dike;
• Li gorî giyanê Roja Zimanê Dayika ya 21’ê Sibatê tevbigere û Danezana Gerdûnî Ya Mafên Ziman bi awayekî fermî nas bike û li gor vê danezanê berpirsyariyên xwe bi cîh bîne.
• Daxwaziya me di vê roja taybet ev e ku bila zordariya di ser zimanê kurdî û hemû zimanê ku li herêmê tê bikaranîn rabe û zimanên ku ji aliyê civakê ve bi awayekî berfireh tê bikaranîn bila ji aliyê Meclîsê wekî zimanê fermî bê nas kirin.
Di 21’ê Sibatek din ya Roja Zimanê Dayikê de em hêvîdar in ku zordariya li ser zimanan ji holê rabe. Bi vê munasebetê di serî de hemû zimanê yê Tirkiyê, li hemû gelên ku zimanê wan hatiye desteser kirin re em dibêjin; 21’ê Sibatê ya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz be.
KOMELEYA MAFÊ MIROVAN YA ŞAXA AMEDÊ