Di netîceya mudaxeleya leşkerî da ya ku Tirkiyeyê 9ê Cotmehê li ser bakur-rojhilatê Sûriyê dest pê kiribû, 5 ji wan zarok -Emîne (12), Leyla (15), Elîf (11), Mazlûm (11) û Muhemmed (9 mehî)- bi tevahî 18 kesan giyanê xwe ji dest dan. Li gorî gahiyên berdest li bakur-rojhilatê Sûriyeyê zarokên bi navê Mohemmad (11), Qaîs (15) û Mihammad (13) giyanê xwe ji dest dane û gelek zarok û kesên navsere jî birîndar bûne
Di gel mudaxeleya leşkerî mektebên li ser xeta sînorî navber dane perwerdeya xwe, nexweşxane di dema krîzê da nikarin xizmeta acîl bikin bo gelek kesan, ji ber kêmasiya tedbîrên ewlehiyê çendîn malbatan xaniyên xwe terikandin û diterikînin.
Em dizanin her cûre şiddet, pevçûn û şer li ser zarokan tesîreke rasterast û nerasterast pêk tîne. Zarok, di qadên rojane yên jiyanê da û di rewşên derasayî yên jiyana asayî da, serê pêşîn rîska jiyanî û gelek hîs û rastiyên wekî tirs, metirsî, xemgînî, panîk, neçarî, qutbûn, bêhîsî, nediyarî, tênegehiştin, hêrs û tenêtî tên serê zarokan û şahidiya rûdanên li derûdora xwe dikin.
Bûyerên qewimî ber’eks û dijî hessasiyeta Beyannameya Cenevreyê ku tê dibêje “mirovayetî berpirs e ku tişta herî baş ya di destê xwe da bexşî zarokan bike” û Peymana Mafên Zarokan ya 30 salî, ku Tirkiye endamê vê peymanê ye.
Tirkiye wekî yek ji endamên Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, di parastin û bicihanîna azadî û mafên zarokan da berpirsyar e.
Em wekî berpirsên parêzvaniya mafên însanî yên her zarokekî bi bîr dixin ku dewlet berpirs e ji hewcedariya parastina menfaetên pêşîn ên zarokan û berî her tiştî mafê jiyanê, dewlet hemû berpirsiyarên xwe yên derbarê parastina mafên mirovan da demildest bîne cih û em bi tabet bo zarokan daxwaza hewldana duristkirina atmosfereka aştiyane dikin.
îmze:
1. 100. Yıl İnisiyatifi
2. Amed Ekoloji Dernegi
3. Amed Şehir Tiyatrosu
4. Ankara Kadın Platformu
5. Boğaziçi Sosyal Hizmet Kulübü
6. Cumartesi Anneleri
7. Çocuk Çalışmaları Derneği
8. Çocuk Her Yerde Derneği
9. Çocukla Barış
10. Diyarbakır Baro Cocuk Hakları Merkezi
11. Diyarbakır Eğitim Sen Kadın Meclisi
12. Diyarbakır KESK Bileşenleri
13. Diyarbakır SES
14. Diyarbakır Tabip Odası
15. Dut Ağacı Dayanışma Derneği
16. Eşit Haklar İçin İzleme Derneği
17. Göç ve İnsani Yardım Vakfı
18. Halkevleri
19. Hayvan Hakları İzleme Komitesi
20. İnsan Hakları Derneği Çocuk Hakları Komisyonları
21. Karenin Dışında Kreş ve Anaokulu
22. Laleş Sanat Evi
23. Ma Music Center
24. Mezopotamya Psikologları İnisiyatifi
25. On Ekim Barış ve Dayanışma Derneği
26. Önce Çocuklar Derneği
27. Rengarenk Umutlar Derneği
28. Rosa Kadın Derneği
29. SHUDER Diyarbakır
30. SHUDER İstanbul
31. Suruç Aileleri İnsiyatifi
32. Şubadap Çocuk
33. Türkiye İnsan Hakları Vakfı İstanbul Şubesi
34. Uğur Özkan Çocuk Kültürü Evi
35. Toplumsal Dayanışma İçin Psikologlar Derneği (TODAP)
36. Van Barosu
37. Van KESK Bileşenleri
38. Yeni Yaşam Derneği