JI BO ÇAPEMENIYÊ Û GEL- DANXUYA KIRINA RAROPA BINPÊ KIRINA MAFÊN MIROVAN ÊN 6 MEHÊN PÊŞÎN ÊN SALA 2021Î YA ROJHILAT Û BAŞÛRÊ ROJHILAT A HERÊMA ANATOLIYAYÊ

23.08.2021

Endamên hêja yên çapemeniyê; 

Ji bo dan xuya kirina Rapora Binpê Kirina Mafên Mirovan ên 6 Mehên Pêşîn Ên Sala 2021î ya Rojhilat û Başûrê Rojhilat a Herêma Anatloliyayê ya Komala Mafê Mirovan em li hev kom bûne. 

Li herêma me di çarçoveya polîtîkayên otorîter de kirin berdewam in. Binpêkirinên mafê mirovî di 6 mehên pêşîn ên sala 2021î de bi zêde bûyîn berdewam bûne. Dûrê polîtîkayên bi demokratî, bi taybetî di vê demajoya bi pevçûn de; ji ber êşkence û miemeleya xerab, zextên li hember azadiya derbirîn û birêxistin kirina xwe, binpêkirinên ji berê de berdewam in di girtîgehan de, greva birçî bûyînê, operasyonên leşkerî binpêkirinên diqewimin, di sernavên wek tundûtûjiya li hember jinan berbiçav e ku zêde bûne. 

Di bin bandora bi fiîlî ya rewşa awarte de, em di demajoyeke ku dixwazin bi zextan rejîma otorîter mayînde bikin de dijîn. Ji ber polîtîka û rêbazên ewlehîparêz û israr kirina di neçareser kirinê de, li herêma me em rû bi rûyê tabloyeke binpê kirinê ya pir giring in. Daraz ne bêalî ye, bi bandora gotinên desthilata siyasî zext li dijî azadiya xwe bi rê xistin kirinê zêde bûne, binçav kirin û girtin bi neheqî bi zêde bûyîn berdewam bûne. Bi taybetî bi sûcdar kirinên wek ‘’kirina alîkariyê bi rêxistinê re bi xwestin û zanebûyîn’’, ‘’kirina propagandaya rêxistina neyasayî’’,‘’endamtiya rêxistina neyasayî’’ binçav kirin û girtina siyasetmedarên Kurd ên rexnekir û mafparêzan, zextên giran ên li dijî ewlehiya kesan û azadî û azadiya xwe bi rê xistin kirinê berdewam in. 

Li herêm û welatê me, em di serdemeke wiha de dijîn ku ji bo çareser kirina pirsgirêkên siyasî û civakî mizakere û hevdîtinên pêwîst ji navê hatine rakirin. Hingî tundî û rêbazên bi zextê werin bikaranîn di gelek waran de tê raçav kirin ku binpêkirin zêde dibin. Di serî de pirsgirêka Kurd; hewla çareser kirina pirsgirêkên neteweyî û navneteweyî tevan bi rêbazên bi zextê û kontrol kirinê vê tabloya xeternak derdixe navê. 

Di polîtîkayên xwe yên bi zextê yên li dijî birên dijraber, bi taybetî siyasetmedarên Kurd û mafparêzan de herî dawî kirina doza girtinê li HDP’ê bûye xeleka dawîn a vê polîtîkayê. Bi taybetî di demeke ku minaqeşeyên hilbiljartina pêşwext gur û geş bûne de, divê dawî li polîtîkayên bi zextê yên wek kirina doza girtinê li HDP’ê, polîtîkayên bi zextê yên li dijî rêvebirên partiyê, endam û aktîvîstan bi destê darazê were anîn. 

Di vê demajoyê de bi kirinên polîtîkayên qeyûmî tevan bi kirina rêvebiriyeke îdarî ya mayînde em bûn şahidê berteref bûyîna mafê hilbijartin û hilbijirînê yê gel. Her wiha di serî de Amed, em dixwazin bidin xuya kirin ku hevşaredarên bajar û navçeyan ji kar hatine kirin û hêj jî di girtîgehan de ne. 

Di zêde bûyîna binpê kirinan û bûyîna mayînde ya binpê kirinan de ligel ku rê û rêbazên otorîter û ewlehîparêz ên desthilatê diyarker in, di zêdebûyîna sûcên erkdarên ewlehiyê dikin û berdewamiya wan de sedema herî giring polîtîkayên cezanekirinê ne. Em dixwazin balê bidin ser daxuyanî û beyanên têkildarê sûcên giran ên bi destê rayedarên dewletê tên kirin û bi salan e em mirovên mafparêz bi ziman dikin. Bi taybetî daraza Tirkiyeyê ya ku li dijî têkoşana huqûqê ya ji zû de ye ku ji wenda kirina di bin çavan de, êşkence û binpêkirina mafê mirovan de ji polîtîkayên cezanekirinê tu tawîzê nade, li hember daxuyaniyên dane û zanyariyên şênber jî xwe ker kiriye û dest bi lêpirsînê nekiriye di der heqê kesên eleqedar de.  

Endamên hêja yên çapemeniyê; 

Ger ku em behsa parekî ji paran ê binpêkirinên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojilat qewimîne di 6 mehên pêşîn ên sala 2021î de bikin; 

Di nav pêvçûna bi çek li herêma me di 6 mehên pêşîn ên sala 2021î de, 29 hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest dane û 17 jê jî birîndar bûne. 129 mîlîtanên rêxistinê canê xwe ji dest dane, qet nebe 2 milîtanên rêxistinê birîndar bûne. Di dema operasyona leşkerî ya bi desteka hewayî li herêma Gareyê ya Başûrê Kurdistanê qewimî, 12 hêzên ewlehiyê yên ji aliyê mîlîtanên PKK’ê ve hatibûn girtin û welatiyek ji Îraqê canê xwe ji dest dan. 
Demajoya pandemîyê ya ku bandora xwe ya kujende berdewam bû di 6 mehên pêşîn ên sala 2021î de, binpêkirina azadî û ewlehiya kesan, midaxele li dijî mafê civîn û xwe pêşandanê, êşkence û miemeleya xerab, binpekirina mafê xwe gihandina tenduristiyê bi heman awayî berdewam bû. Qet nebe 147 welatî di bin çavan de, girtina bi ser malan de, li zikakan, li girtîgehan rû bi rûyê êşkence û miemeleya xerab hatine. 7 kes ji aliyê kesên xwe wek hêzên ewlehiyê dane naskirin ve bi lêpirsîna neqeydkirî rû bi rûyê zordana ji bo bibin sîxur bûne. Gef li 5 kesan hatiye xwarin. 

Di rapora me de, dê bi berbiçavî were dîtin ku binpê kirin di girtîgehan de berdewam in.Di encama bi rêziknameya di serê sala 2021î de hat derxistin û kirinên îdarî; di serî de sirgûn û êşkence, di gelek waran de maf tên binpê kirin. Bi rêziknameyên hatin derxistin re bêdadîya di înfazê de ya misêwa zêde bûye,  girtiyên înfaza cezayên xwe temam kirine bi biryarên kêfî û bi rapora îdarî ya çavdêriyê girtî tên hiştin. Ev rewş li dijî rêgeza yasayî bûyîna destûra bingehîn e. Binpêkirineke mezin a azadî û ewlehiya kesan e. 6 mehên pêşîn ên sala 2021î 67girtiyên polîtîk ên di girtîgehan de bêyî hincet, ji helwesta xwe ya polîtîk berpirsiyar hatine dîtin û sirgûnê girtîgehên li bajarên dûrê malbata xwe hatine kirin. 50 girtiyên siyasî di girtîgehan de ya jî dema neql kirinê rû bi rûyê êşkence û miemeleya xerab a rêvebiriya girtîgehan bûne. Mafê ragihandin û tenduristiyê yê girtiyan tê binpê kirin, bi sûcên cuda  yên dîsîplînê tên tecrîd kirin. Bi taybetî binpê kirina mafê tenduristiyê hêj jî berdewam e. Li gor daneyên ‘Lîsteya Girtiyên Nexweşên Giran û Girtiyên Nexweş a 2020î’ ya Navenda Giştî ya komala me li Tirkiyeyê di girtîgehan de hêj jî 604 jê giran 1605 girtiyên nexweş he ne. Polîtîkaya girtîgehan a girtiyên nexweş nikarin sûdê ji xizmeta baş a tenduristiyê bigirin û canê xwe ji dest didin berdewam e. Bi vê mebestê em dixwazin balê bidin ser rewşa dawîn a Mehmet Emîn Ozkan ê mayîna wî ya di girtîgehê de binpêkirineke mafî ya mezin e, qewlê înfazê yê di navbera nexweşxane û girtîgehê de bi awayekî kelemçekirî bûye wek êşkenceyê lê. 

Kirinên nehuqûqî û ciyawaz ên nezanistî yê girtîgehan û darazê yên di der heqê wî de hiştina wî di girtîgehê de bi nexweşiyên xwe yên di merheleya xwe ya kujende de ne dê bikare rîska binpê kirina mafê jiyanê çêbike. Em bangê li Wezareta Dadê dikin ku dawiyê li şertên nehuqûqî yên di girtîgehan de bîne û ji bo sûdê ji xizmeta baş a tenduristiyê bigire em cardin dibejin ku bila were berdan. 

Zext li dijî azadiya derbirîn û xwe bi rêxistin kirinê, bi qedexe kirin û sînordar kirinan berdewam e. Walîtî û qeymeqamî bi biryarên nehuqûqî û kêfî civîn û xwepêşandanên ku awayekî ji awayên gerîna li mafê xwe ne û bi xala 34emîn a destûra bingehîn hatine misoger kirin qedexe û sînordar dikin. Civîn û xwepêşandan, li hin bajaran bê qewl, li hinan jî ji 15 rojan carekê ya jî her meh hat nû kirin. Di 6 mehên pêşîn ên sala 2021î de 33 caran biryara qedexe kirinê hat ragihandin. Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve midaxeleyê 12 xwepêşandanên civakî ya jî civînên ji der ve hat kirin. 16 xwepêşandanên civakî û civîn ji der ve hatin qedexe kirin. 
Gera li dad û heqîqetê ya bi diruşma ‘’Bila Wenda Werin Dîtin Kiryar Werin Darizandin’’ a komala me û nasên wendayan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê tevî qedexeya kêfî û nehuqûqî ya ji 1ê Îlonê ta bi niha hej jî berdewam e. 

Wek ku tê zanîn di meha Adarê ya sala 2020î de bi nexweşiya berbelav Covid-19ê re tundûtûjî di nava malê de li hember jinan pir pir zêde bû. Zêde bûyîna qewlê mayîna di malê de û di vê pêvajoyê de bi kirina guhertinan di Yasayê Înfazê de bi mayîna serbest a mêrên tundûtûjiyê dikin rêjeya jinên rû bi rûyê tundûtûjiyê bûne jî zêde bûye. Cihê ku dê li ser mijara kuştina jinan were rawestin vekişandina îmzeya xwe ya Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê ku ewlehî ye ji bo jinan li dijî tundûtûjiyê nayê qebûl kirin. Ji sala 2014an bi vir de, di pratîkê de pirsgirêkên sepandinê biqewimin jî Peymana Stenbolê ji bo jinan her tim hêviyek bû. Tevgera jinan bû xwediya hêzê. Jinan bi dengekî bilindtir dest bi gotina daxwazên xwe kir. Mixabin ji demajoya ku Tirkiye îmzeya xwe ji peymanê kişandiye û bi vir de di 6 mehên pêşîn ên sala 2021î de 23 jinan ji ber êrîşa rû bi rû bûne canê xwe ji dest daye, 13 jinan întihar kiriye. Di vî warî de divê bê dîtin ku peyman û bidestketinên din ên parêzkar çiqas giring in. Her çiqas bi awayekî nehuqûqî Tirkiyeyê xwe ji biryarnameyê dabe alî jî em dixwazin bi bîr bixin ku em ê li Peymana Stenbolê û bidestketinên xwe bibin xwedî.   

Zarokên birek ji birên herî pir rû bi rûyê binpêkirina mafî dibin, di nav malbatê de û di jiyana civakî de dîsa berdewam bûye rû bi rû bûyîna bi tundûtûjî û îstismara zayendî re. Li herêma me di 6 mehên pêşîn de 4 zarok ji ber tundûtûjiya rû bi rû bûne canê xwe ji dest dane, bi ser 6 zarokan de ajotine ku xwe bikujin. Qet nebe 15 zarok jî rû bi rûyê îstismara zayendî bûne.  

Binpêkirina azadiya fikr û derbirîn û xwe bi rêxistinê kirinê wek berê berdewam bû. Di  mehên pêşîn ên sala 2021î de, li 116 kesên di nav de xwendkarên zanîngehan û siyasetmedar jî he ne ji ber sedemên polîtîk lêpirsîn û doz hatine kirin, di doz û lêpirsînên hatine kirin de li  80 kesan cezayên cur bi cur hatine birîn. Di binpêkirina mafên aboriyî û civakî de, 12 karkir di qezayên karî de canê xwe ji dest dane, 6 karkir jî birîndar bûne. Dawî li karê 104 kesan hatiye anîn. 13 kes ji karê xwe yê cemaweriyê hatine kirin, 1 kes jî hatine îxrac kirin. 

Çapemenîkarên hêja; 

Daraza bi pergala otorîterbûyî ve bûye, dibe sedema zêde bûyîna hejmara girtiyan di girtîgehan de. Di girtîgehên ku herî pir maf lê tên binpêkirin; kirinên kêfî yên li dijî huqûq û yasayan, zêde bûyîna polîtîkayên zext û tundûtûjiyê gihîştiye asteke pir xeternak, hatiye raçav kirin ku binpêkirin û serîlêdan gelek zêde bûne. 

Mafê ragihandinê bi malbat û parêzeran re yê Abdulah Öcalan, Ömer Hayri Konar, Hamili Yıldırım û Veysi Aktaş ên di Girtîgeha Ewlehî Bilind a bi Tîp F ya Îmraliyê de ne tên asteng kirin. Ji 7ê Tebaxa 2019an ve heta bi niha destûr nehatiye dayîn ji bo serîlêdanên hevdîtina bi parêzeran re. Destûra hevdîtinê bi parêzeran re ya Veysi Aktaş, Hamili Yıldırım û Hayri Konar jî ji sala 2015an ku neqlê Girava Îmraliyê hatine kirin heta bi niha nehatiye dayîn. Di sala 2019an de 5 hevdîtinên parêzeran çêbûne, piştî hevdîtina bi parêzeran re ya 7ê Tebaxa 2019an dîsa dest bi qedexe kirina bênavbir hatiye kirin. Girtiyên di girtîgehên cuda yên li Tirkiyeyê; bi daxwazên ji bo anîna dawiyê li binpêkirina mafê mirovan di girtîgehan de, serrast kirina şertên giran ên înfazê û bi dawî kirina tecrîd û îzolasyona gelek sal in berdewam e di Girtîgeha Îmraliyê de, 27ê Mijdara 2020î bang kiribûn ku wan dest bi grevên birçî bûyînê yên bê qewl û dorveger kiriye. Greva çalakîvanan 23yê Tebaxa 2021î dikeve roja 270yêmîn. Di serî de tecrîd, binpêkirinên mafî yên bi kategorî pêk tên di girtîgehan de, li dijî Pîvanên Mandela yên NY, pêşniyazên CPT’yê û Yasayê Înfazê yê bi hejmar 5275 in. Ji aliyê Wezaretê ve divê demildest dawî li vê kirina neyasayî were anîn. Em dixwazin biderbirin ku ji bi cih anîna mafan bi wekhevî û bêyî cuda kirin, dewlet û saziyên rayedar ên dewletê berpirsiyar in. 

Ji ber gotinên desthilata siyasî û polîtîkaya neceza kirinê li Tirkiyeyê, li bajarê rojavayê Tirkiyeyê êrîşê welatiyên Kurd ên li van deran dimîn, li van deran wek karkirên demsalî dixebitin tê kirin bi nefret û nîjadperestî. Di demên dawî de em bi xemgînî dibin şahidê dana cana xwe ji dest a welatiyên Kurd di van êrîşan de. Êrîşên li dijî aştiya civakî tên kirin, di daxuyaniyên rayedaran de wek bûyerên ferdî tên nîşandan. Ev yek dibe sedema belav bûyîn û ji rêzê bûyîna êrîşên wiha. Li hember êrîşên wiha yên rûdana zimanê siyasetê yê cudakir li Tirkiyeyê, bi taybetî sazûmanên siyasî divê bangên giringiyê bi mafê mirovan û jiyana bi aştî didin bikin û di warê darazî de bi lêpirsînên bi bandor bi ji her aliyî ve werin aşkera kirin. 

Îcar ji ber şer û pevçûnên li Efxanistanê penaber xwe li sînoran dixin û tên. Hatiye raçav kirin ku çûyîna bajarên din ên Tirkiyeyê di ser herêma me re ne bi şertên li gor rûmeta mirovî ne. Bi hatina penaberên Efxan re li welêt gotinên cudakir û nîjadperest û êrîş li dijî penaberan zêde bûne. 

Kedkarên Hêja yên Çapemeniyê; 

Komala Mafê Mirovan her û her mafê aştiyê parastiye û dê her biparêze. Wek ku em tim û tim dibêjin, binpêkirinên di jiyana me de ji ber polîtîkayên dewletê yên şaş û xelet in. Ji lewma em parêzkarên mafê mirovan pê bawer in ku ber li binpêkirinên di jiyana me de were girtin. Em ên bûne sazûmaneke venihêrînê, li dijê polîtîkayên xelet ên dibin sedema binpêkirina mafê mirovan em ê tim di nav çalakiyeka parastinê ya bi bandor de bin. Daxwaza me ew e ku bila dev ji polîtîkayên rê li çêbûna binpekirina mafê mirovan vedikin bê berdan, ji bo bi dawî bûyîna pevçûnan bi carekê, bi navgînên çareseriyê çareseriya demokratîk ji nû ve were guftûgo kirin.   

ŞAXÊ AMEDÊ YÊ KOMALA MAFÊ MIROVAN