Xizmên Girtiyan ên li çalakiyê xwe ya nobetê dewam dikin hatin ziyaret kirin

27.11.2021

Xizmên girtiyan ên li Baroya Amedê dest bi çalakiya nobetê kirine bi mebesta piştgirî û piştevaniyê ji aliyê heyeta me ya ji Hevserokê Giştî yê Komeleya me Öztürk Türkdoğan, Endamên Desteya Birêvebir ên Navendê û serokên şaxên me yên li herêmê pêkhatî ve hatin ziyaret kirin.  

Hevserokê Giştî yê Komeleya me Öztürk Türkdoğan got ku ew bi malbatan re ne û xwestina edaletê ya malbatan ne bi tenê ya malbatan lê ya her kesî ye. Rewşa berdanê ya bi şert û merc a girtiyên nexweş tê piştguh kirin û wiha pê de çû: ‘’Li gor zagonê Înfazê yê Nû cezayê girtiyan tê zêde kirin. Gava ku mesele dibe girtiyên Kurd em rû bi rûyê cihêxwaziyeke erjeng dibin. Serokên rêxistinên sûcan tevî ku dozên wan ên lêpirsîna berdanê hene hatine berdan. Lê girtiyên siyasî tu sûd ji mafî wernegirtiye. Me doz li encûmeniya dewletê kir, lê tu feyde nekir. Divê cihêkariya di navbira girtiyên li Tirkiyeyê biqede. Şewitandina înfazê biqede. Li her dera welêt daxwaza edaletê tê kirin. Şenyaşar edaletê dixwazin. Wezîrê Dadê jî di mijara raser bûyîna huqûqê de daxuyaniyê dide. Nexwe divê gav werin avêtin di der barê mijarê de. Sedema bingehîn a van tevan çênebûna aştiyê li Tirkiyeyê ye. Em Komeleya Mafê Mirovan, gava me nameya ewil şand ji girtiyên nexweş re 20 kes jî nîn bûn. Lê niha hejmara girtiyên nexweş ên giran ji 600î buhuriye. Nexweşiyên girtiyan hatine tesbît kirin jî nayên berdan. Her kes divê bi vê yekê baş bizane ku rewşa girtiyan hîç ber bi başiyê ve naçe. Em KMM jî ketine hewla çareser kirina mijarê. Girtî bi çi hincetê jî werin girtin divê şert yek bin.’’