Ji ber şertên girtîgehê roj bi roj nexweşiya wê lê giran dibe

07.02.2022

Ji bo Çapemeniyê û Raya Bi Giştî

Aysel Tuğluk endameke komeleya me ye. Parêzkareke mafê mirovan e. Demeke dirêj bi nasnameya xwe ya Kurd û Jin siyaseta demokratîk kiriye. Di çarçoveya lêpirsîna berpêyî Kongreya Civaka Demokratîk dest pê bû de sala2016an hat girtin. 13e İlona 2017an bi dayîna canê xwe ji dest a dêya xwe re gelek xemgîn bû. Bi destûra ku hat dayîn tevî dêlindêza cinazeyê dêya xwe bû. Lê ji ber êrîşa nîjadperest a li Enqereyê berpêyî dêlindêza cinazeyê dêya wê bû wek trawmayekê lê çêbû û bi şûn de nexweşî lê çêbûn. Komeleya me bi hesasiyet rewşa tenduristiyê ya Aysel Tuğlukê dişopîne. Rewşa wê roj bi roj xerabtir dibe.

Fiqreyê duduyan ê xala16an a Qanûnê di Der Barê Înfazê ya Cezaya û Tidarekên Ewlehiyê bi vî awayî ye: ‘’ Di nexweşiyên din de li înfaza cezayan, di beşên saziyên tenduristiyê yên ji bo girtiyan hatine veqetandin de dihê dewam kirin. Lê belê di vê rewşê de jî înfaza cezayê hepsê, heke ji bo jiyana girtî xeternak be înfaza ceza heta ku girtî baş bibe dihê taloq kirin.

Nêzîkî 8 mehan di rapora ji bo Aysel Tuğluk ku ji aliyê bijîşkên pispor ên Serokatiya Beşê Zanistê yê Tiba Edlî ya Zankoya Tibê ya Kocaeliyê ve hat mieyene kirin ve hat amade kirin de tespîteke wiha hat kirin: ‘’Nexweşiya wê kronîk e û bi pêj de diçe dibe şertên girtîgehê ji aliyê piştgirtiya tibî ve pirsgirêk çêbibin, nexweş bi serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne ji lewma divê cezayê wê were taloq kirin.’’ Bi vî halê xwe şertên madeyî yê qanûnî çêbûne ji lewma divê demildest înfaza Aysel Tuğlukê were taloq kirin.

Bi rêya parêzerên xwe Aysel Tuğluk serlêdana ji bo taloq kirina înfaza cezayê xwe kir. Li ser vê yekê Serokatiya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê di demeke nêz de raporek amade kir. Di rapora ku amade kir de wiha dihê gotin: ‘’Dikare bi tena serê xwe bimîne, dibe ku tedawiya wê û kontrolên wê yên polîklînîkan bi rêk û pêk werin kirin û û di şertên girtîgehê de bimîne.’’ Yanî daxwaza taloq bûyîna înfaza ceza red kir .

Aysel Tuğluk nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn; xwarin û vexwarinê bi cih bîne, ji ber şertên girtîgehê roj bi roj nexweşiya wê lê giran dibe. Di rewşeke wiha ya ku nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û bi zorê dikare têkiliyê bi yên din re deyne, divê heta ku baş nebe înfaza cezayê wê nebe. Nexwe vê kirina li dijê rûmeta mirov dê rê li ber encamên bêtelafî vebike.

Em Komîsyona Jinan a Şaxê Amedê yê Komeleya Mafê Mirovan, ji bo parastina mafê jiyanê yê bingehîn di çarçoveya ‘’Parastina mafê mirovan’’ de bang dikin ku înfaza cezayê Aysel Tuğlukê heta ku nexweş be were taloq kirin. Di vê pêvajoya ku mafê xwe gihandina tenduristiyê dihê asteng kirin, mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyên nexweş bi awayekî sîstematîk dihê bin pê kirin de daxwaza me ew e ku Aysel Tuğluk û girtiyên nexweş tev werin berdan.

 

KOMÎSYONA JINAN A ŞAXÊ AMEDÊ