Rapora Girtîgeha Amedê ya Tîpa T a hejmara 3emîn

19.02.2022

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Bi belge û peymanên navnetewî ku Tirkiyê jî qebûl kiriye di nav hiqûqa navîn de danasîna îşkenceyê hatiye kirin; îşkence teqez hatiye qedexekirin.

Hem netewî hem jî  di hiqûqa navnetewî de tu rewşekê awarte, şer, bêkarînbûna sîyasî, rewşa derasayî û hwd…tu merc yan jî rewşekê awarte nikare ji bo îşkenceyê bibe sedem. Bi awayekî din sûcê wî/ê çi dibe bila bibe tu kes divê bi îşkence, bi kiryara xirab û dermirovahî re rû bi rû nemîne.

Li gorî komeleya mafê mirovan di pêvajoya Covîd-19an de ku hîn jî didome kesên ku zêdetir di bin xetereyê de ne girtiyên ku li girtîgehê ne. Ji bilî Baro û parêzeran saziyên sivîl nikarin derfetên girtîgehan bişopînin û midaxale bikin. Girtîgeh herî zêde cihên ku  mafên mirovan tê binpêkirin e. Digel ku saziyên sivîl ji bo tespîtkirina îxlalan rapor amade dikin û van raporan bi raya giştî re parve jî dikin rewşa girtîgehan naguhere. Hîn jî di girtigehên Tirkiyê de mirinên zêde, sewk û sirgûn, îşkence û kiryarên xirab, tecrîd û îzolasyon, qedexeyên li ser hevdîtinên malbatan, qedexeyên li ser mafên ragihandinê, lêpirsînên dîsîplînê û gelek îxlalên mafî tên jiyîn.

Ji Baroya Amedê, ji Komeleya Mafên Mirovan a Şûbeya Amedê, ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Şûbeya Amedê re,me  li ser van îxlalên ku li girtîgehan tên jîyîn gelek serdan kirine. Herî dawî ji hêla girtiyên ku di Girtîgeha Tîpa T a Amedê hejmara 3emîn de dimînin û malbatên wan ve; di dîroka 31.01.2022an de tekîldarê kiryarên xirab û îşkenceyên ku li girtigehan tên jiyîn serdan hatine kirin. Tekîldarê kiryarên xirab û îşkenceyên li girtigehê pêk tên serdana  Girtîgeha Tîpa T a Amedê bi hejmara 3emîn hat kirin û bi 7  girtiyên ku  li ser wan zext hatine kirin re hevdîtin pêk hatiye. Girtî daxwaza, îşkence, kiryarên xirab yên dermirovahî û bûyerên gef xwarinê û heqaret werin vekolînkirin û werin tespîtkirin. Di encama vekolîn û tespîtan de lêpirsînên adlî û îdarî werin destpêkirin û bi raya giştî re werin parve kirin kirine.

Di encama lêkolîn û hevdîtinên ku ji hêla heyeta me ve hatiye kirin de; hatiye diyarkirin ku ji girtiyan re ji hêla gardiyanan ve îşkence, kiryarên xirab yên dermirovahî hatiye kirin û bi tehdît û heqaretan re rû bi rû ma ne.

Ji me re hatiye gotin ku bê sedem talimata guhertina odeya girtiyê bi navê Serxwebûn Guzel hatiye dayîn; girtiyê bi navê Serxwebûn Guzel jî gotiye ji bo ku bê sedem li ser daxwaza karmend odeya wî tê  guhertin ew ê  vê yekê qebûl neke û ji odeya xwe dernekeve li ser vê gotinê bi îşkence û kiryarên xirab re rû bi rû ma ye.

Ji bo ku girtiyên din jî li hemberî vê pêkanînê îtîraz kirine; ji hêla karmendên parastina înfazê ku bi navê Robokop tên bi navkirin û ji hêla erkdarên saziyê ve  îşkence û kiryarên xirab li wan hatiye kirin. Li gorî vegotina girtiyan destên wan ji hêla çepê ve hatiye kelepçekirin û demekê dirêj wisa hatine sekinandin. Piştî vê yekê girtiyan derxistine hewadariyê û ji hêla 30-40 gardiyanan ve li wan îşkence hatiye kirin, bi kiryarên xirab û heqaret û tehdîtan re rû bi rû ma ne. Piştî van îşkenceyan zordariya gef xwarinê li ser girtiyan domiya ye.

Li gorî vegotina  girtiyan; ji hêla gardiyanan ve dijûn li nasnameya wan a Kurdbûnê hatiye kirin û gef li wan hatiye xwarin. Girtiyên ku li hemberî vê bê hiqûqiyê derdikevin di derheqê wan de zabitname tê girtin, sirgûn tên kirin û  wan tehdît dikin ku ew ê înfaza wan bişewitînin. Girtiyan gotine ku bi destên kelepçekirî gardiyanan ew birine odeya bi sungêr, cilên wan ji wan derxistine û li ser wan tûndî pêk anîne. Girtiyan gotine ku di odeya bi sungêr de 3 saet hatine hiştin. Piştî ku di odeya bi sungêr de îşkence ditîne ev yek li koridor û di cihên din de jî domîya ye.

Di dema hevdîtina girtiyan de ji bo ku angaştên îşkence û kiryarên xirab werin tespîtkirin; hewl hatiye dayîn ku diyagramên laşên girtiyan werin dîtin. Girtî li gorî derfetên xwe hinek cilên xwe derxistine û birîn, reşbûna laşê xwe û hestiyên wan ên ku şikiyaye ji heyete re nîşan da ne. Ev tespît ji hêla heyeta me ve ji diyagrama laş re hatiye nivîsîn. Bi van tespîtên heyeta me hatiye dîtin ku gelek girtî di laşe xwe de birînên giran girtine. Ji xeynî vê yekê hatiye dîtin ku girtiyên ku bi van îşkence û kiryarên xirab re rû bi rû ma ne ji hêla derûnî ve jî ne baş in. Li gorî tespîtên me girtî hatine îşkencekirin û bi kiryarên xirab re rû bi rû ma ne.

Di encama tespîtên heyeta me de hatiye dîtin ku hemû kiryarên gardiyanan kêfî, neheq û dijhûqûqî ne. Li gorî tespîtên rapora me û pêkanînên mafî, îşkence, kiryarên xirab, heqaret û sûcên tehdîtê ku li ser girtiyan hatine kirin li ser vê yekê di derheqê berpirsiyaran de bangawaziya sûcê hatiye kirin. Divê rastî derkeve holê û ji bo kiryar werin diyarkirin lêpêrsîna îdarî û adlî were destpêkirin. Di vê babetê de kesên ku îşkence ditîne û bûne şahîd gotinên wan werin guhdarkirin û were lêkolînkirin; palpişt werin tomarkirin û ji bo palpişt wenda nebin were xebitîn.

 

Di vê çarçoveyê de;

1-Li gorî Peyman û Xalên Qanûnî ji bo tespîtkirina îşkenceya ku li ser girtiyan tê kirin û kiryarên xirab yên din li gorî Protokola Stenbolê raporên fizîkî û derûnî were girtin.

2-Kamerayên ku di Girtîgeha Amedê ya Tîpa T a hejmara 3emîn de ne yên ku cihê lêpirsînê dibine, beşa amade, odeyên bi sungêr, odeya akvaryûmê û korîdorên ku van odeyan dibînin û qawişên ku girtî lê dimînin tomarên wan ên di dîroka 31.01.2022an û tomarên ku di nav mehekê de hatine girtin divê bi israr werin xwestin û bi kesên zanîst re werin temaşekirin.

3-Divê bi qeydên kamerayê, bi lîsteya peywirê, bi vegotinên yên ku îşkence dîtine yan jî kesên ku bûne şahîdê van îşkenceyan werin guhdarîkirin ku  gardiyanên bûne sedema van îşkenceyan werin tespîtkirin; kesên ku werin tespîtkirin divê heta lêpirsîn biqede werin dûrxistin.

4-Divê di derheqê gardiyanên ku di bûyerê de cih girtine  lêpirsîna adlî û îdarî bi hurgûlî were kirin û encama lêpirsînê bi raya giştî re were parvekirin.

5-Divê hemû berpirsiyariyên netewî û navnetewî ku Tirkiyeyê jî qebûl kiriye bê kêmasî were pêkanîn û  ji babetên darêzgeriyê re rêz were girtin. Em diyar dikin ku em ê bibin şopdarê pêvajoya darêzgeriya ku di derheqê gardiyanên li hemberî girtiyan pêkanînên ne heq û dijhiqûqî kirine.

 

Komeleya Mafên Mirovan a Şûbeya Amedê

Baroya Amedê

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Şûbeya Amedê