Divê zem werin betal kirin

19.02.2022

DIVÊ ZEM WERIN BETAL KIRIN, ŞERTÊN ASGARÎ YÊN DEBARÊ YÊN GEL WERIN PÊK ANÎN!

Ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatdariyê bûye ku gel nikare debara xwe bike. Ji ber zema zêde ya tiştên bingehîn ceyran, av, hewaya siruştî yên misêwa tên mezaxtin kirina debarê ne mimkûn e. Bi kirina wek asas a rêbazên dûrê berbiçavî û zanistê û bi minaqeşe yên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê, zema mûçeyên asgarî û yên karmendan ku meha berfanbarê ya çûyî hat kirin di demeke kin de li ber enflasyonê heliya. Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hewl hat dayîn ku xwepêşandan û meşên li dijê zeman krîmînalîze bibin û bi bikaranînê tundiyê asteng bibin.

Dewlet jê berpirs e ku ji her mirovî re şert û mercên jiyaneke li gorî rûmeta mirov pêk bîne, li ji wê boneyê sererast kirinan çêbike. Asta hatina asgarî ya mirovan misoger bike, têbikoşe li dijê xizaniyê, şertên jiyanê yên welatiyan baş bike, belav bûyîna hatinê bi adilane pêk bîne, edaleta civakî pêk bîne.

Pêk anîna debarê ya bi asgarî ya kesan berpirsiyariya dewletê ye. Ji wê boneyê dayîna bertekan li dijê bi cih neanîna berpirsiyariya xwe ya dewletê bi heq û rewa ye. Kirina debara xwe bi awayekî li gor rûmeta mirovahiyê mafekî bingehîn ê mirov e. Wekî din divê were zanîn ku, ev rewşa bi qeyran a aboriyê ji polîtîkayên desthilatdariyê yên dûrê rêgeza dewleta civakî û edaletê ne qut e. Em Komeleya Mafê Mirovan, em ê bidin ser şopa tundûtûjiya hêza ewlehiyê ya berpêyê mafê rewa yê şermezar kirinê û em bangê dikin ku desthilatdarî dev ji polîtîkayên xwe yên şaş ên edalet û aboriyê berde, rêzdar be li ber berteka rewa ya gel û guh bide gel û demildest zemên ku kirine betal bike û şertên aboriyê yên gel baş bike.

ŞAXÊ KOMELEYA MAFÊ MIROVAN Ê AMEDÊ