Her kes xwediyê mafê ewlehîyê û azadiyê ye

21.02.2022

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Ji hêla Serdozgeriya Komara Amedê ve li ser angaşta giliyeke di dîroka 13ê Sibata 2022an de di serdegirtina malan de 27 kes hatin binçavkirin; ev kes piştî ku ji hêla Şubeya TEM a Amedê ve îfadeya wan hat girtin di êvara 15.02.2022an de hatin berdan.

Li heremê û bi taybetî jî li Amedê di dîrokên cuda de, bi angaşta îxbarên bi guman her sal di saetên sibê de  di serdegirtinên malan de gelek kes  bi rojan bi kêfî tên binçavkirin û piştî îfadeyê tên berdan. Xala 5emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê mafê ewlehî û azadiyê yê ku ji mafê mirovan yek e saz dike û diparêze. Li gorî vê yekê her kes xwediyê mafê ewlehîyê û azadiyê ye. Ji bilî hinek rewşên derasayî kesek divê ji vî mafî bêpar nemine. Binçavkirin û angaşta îxbarên bê binyad û hwd…tê wateya ku ev yek bi armancên kêfî û niyeta ne baş tên bikaranîn. Ev pêkanînên ku bi salan e bê navber li heremê didome û miameleyên kêfî yên ku ji hêla meqamên lêpîrsinê tên kirin bi zelalî tê dîtin. Ev rewş li gorî Makeqanûnê û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê pinpêkirina mafê kesan ê ewlehî û azadiyê ye.

Em wekî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şûbeya Amedê diyardikin ku van pêkanînên dijhiqûqî yên ku dibe sedema wendabûna mafan û mexdûriyetên micîd divê werin bidawikirin, em ji meqamên îdarî û edlî dixwazin ku  li mafê mirovan ê rewa miqatebin û di vê babetê de berpirsiyar bin û li gorî peymanê tevbigerin.

 

ŞUBEYA ÎHD ya AMEDÊ