Bi zordariya darezgeriyê nikarin çalakiyên me yên parazvaniya mafan  krîmînîlaze û asteng bikin

22.02.2022

Bi zordariya darezgeriyê nikarin çalakiyên me yên parazvaniya mafan  krîmînîlaze û asteng bikin.

Bi sedema çalakiyên parzavaniya mafan di derheqê Hevserokê me yê Giştî Öztürk Türkdogan doz hatibû vekirin, doz li Enqereyê Dadgeriya Cezayê Giran a 19emîn de tê dîtin. Çalakiyên me yên ku em li hemberî raya giştî vekirî dikin û wekî her car em bilêv dikin û dibêjin;  wekî heyeta rêveberiyê ya şubeya me û aktîvîstan em li ber hevserokê xwe ne û bi hêzdarî têkoşîna xwe didomînin.

Her roj sazkirinên makeqanûnê û mafê mirovan li Tirkiyê tên binpêkirin em wekî ÎHDyê di vê pêvajoyê de li hemberî vê yekê têkoşîna xwe didomînin. Her çiqas dixwazin parazvaniya me ya mafan wekî sûcdarî nîşan bidin û têkoşîna me ya demokrasî û aşîtiyê bi kêfî were darizandin jî em ê bi têkoşîna xwe ya bi salan li hemberî polîtikayên desthilatdariya siyasî bisekinin. Ji ber vê yekê ji rêveber, endam û aktivîstên me re ji bo çalakiyên komelê lêpirsîn û dozên giştî tên vekirin. Di demekê nêz de serdegirtineke dijhiqûqî li komeleya me pêk hat, beriya vê yekê Serokê me yê Şubeya Muşê hat girtin û di derheqê hevserokên me Eren Keskin û Öztürk Türkdogan de doz hat vekirin.

Bila were zanîn ku; komeleya me ya ku bi têkoşîna xwe ya li hemberî neheqiyan tê nasîn  û bûye remza tevgera mafê mirovan, ew ê guh nede tu zordariyan û di her şert û mercan de bi xîret dê têkoşîna xwe bidomîne.

Bi rêzdarî.

ŞUBEYA MAFÊ MIROVAN a AMEDÊ