Heyeta me bi siyasetmedaren girti re hevdîtin pêk anîn

28.02.2022

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Heyeta ku ji Serokê me yê şaxê, heyeta rêveberiyê û ji endamên dadnasan pêk hatiye; di dîroka 19.02.2022an de bi endam û sîyasetmedarên me Selahattin Demirtaş û Adnan Selçuk Mizrakli yên ku di Girtîgeha Girtî ya Edirnê de dimînin re  hevdîtin pêk anîne. Dîsa di dîroka 20.02.2022an de bi sîyasetmedarên jin Figen Yüksekdag, Aysel Tugluk, Gülten Kışanak û Nurhayat Altun yên ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F yê de dimînin re hevdîtin pêk anîne.

Ji hêla heyeta me ve hatiye dîtin ku sîyasetmedarên me baş in û kêfa wan di cih de ye, di hevdîtinê de pêşveçûnên nûjen û pêvajoya hiqûqî ya ku tekîldarê mercên girtîtiyê û girtîgehê de ye bûye mijara nirxandinê. Heyeta me bi Aysel Tugluk a ku digel nexweşiya xwe ya jibîrkirinê li girtîgehê tê girtin re hevdîtin pêk anî, di encama vê hevdîtinê de bandora nexweşiya giran a ku bi raporên tibbî jî hatine tespîtkirin heyet bixwe jî vê yekê şopandiye. Heke Aysel Tugluk neyê berdan, di serî de îxlalên mafên tenduristiyê û mafên mirovan ên bingehîn ew ê were jiyîn, em vê yekê dixîn bîra rayedarên berpirsiyar.

Di encama polîtikayên desthilatdariyê de; sîyasetmedarên ku hatine hilbijartin, parazvanên mafan, rojnemêvan,  hemwelatiyên cûr bi cûr bi îxlala azadiya vegotin û ramanê, çalakiyên siyasî , mafên ewlehî û azadiya kesan û darizandina biedalet niha li girtîgehan tên girtin û cezayên giran li wan tên birîn.

Em wekî ÎHDyê : Piştgirî didin ku  her tim siyaseta demokratîk hêzdar be û polîtikayên aşîtîxwaz û demokratîk ku li gorî hiqûqê ye were meşandin.Em dixwazin ku di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş ji bo bi rêkûpêk tedawîya wan were kirin werin berdan.

Herî dawî em dixwazin girtinên dijhiqûqî û kêfî yên ku ji hêla polîtikayên ewlêdar ve piştgirî tê dayîn were dawîkirin û digel biryarên AÎHMê girtiyên ku mafên wan ên darizandina biedalet tê binpêkirin bila werin berdan.

 

KOMELEYA MAFÊN MIROVAN ŞAXA AMEDÊ