15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be.

13.05.2022

  15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be.

Di 15ê Gulana 1932an de bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî Kovara Hawarê hat amadekirin û dest bi weşanê kir. Hawar, kovara Kurdî ya ewil bû ku cara pêşîn bi tîpên latînî hat weşîya û rê li ber pêşketina zimanê kurdî vekir.

Hawar, ji bo zimanê Kurdî pêngaveke mezin û girîng bû. Ji bo vê yekê jî roja derçûyîna vê kovarê 15ê Gulanê; di sala 2006an de wek Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin û ji wê salê û vir de her sal ev cejn tê pîrozkirin.

Li gorî atlasa UNESCOyê (Sazîya Netweyên Yekbûyî ya Ziman, Çand û Zanistê) li cîhanê nêzî 2 hezar 500 ziman di bin xetereya wendabûnê de ne û ji panzdeh rojan carê zimanek tê jibîrkirin, tune dibe.

Li Tirkîyê jî zaravayê Zazakî bi xetereya tunebûnê re rûbirû ye û her ku diçe axêverên vî zaravayê Kurdî kêmtir dibin. Bi vê rewşa xwe ya heyî zaravayê Zazakî di bin xetereya tunebûnê de ye û ji ber bêderfetiya fêrbûn û axaftin û tundiya li hemberî ziman wek gelek zimanên din yên ku li Anatoliyayê hatine ji bîrkirin, di bin xetereyek mezin de ye.

Dîsa li gorî UNESCOyê ji bo komecivak bikaribin bi zimanê xwe biaxivin û zimanê xwe fêrî nifşên nû bikin divê dewlet ango erka desthilat şert û mercên guncav biafirine, çêbike.

Rêya vê yeke jî encax bi durustkirina polîtîkayên ku zimanê kêmnetewan nas dike, zimanên din diparêze û piştgirîyê dide fêrbûn û perwerdehîya bi zimanê zikmakî pêkan e.

Polîtîkayên Tirkîyê yên li ser ziman ji destpêka avabûna komarê de ji wekhevîyê dûr û hertim li gorî sîyaseta rojana guherbar û qedexeker in. Ji ber zagona bi jimara 2932 ku di sala 1983an da ketibû meriyete û heta 1991ê di meriyete ma ji bilî tirkî axaftina bi zimanên din hat qedexekirin û kesên ku dijberî vê zagonê bi Kurdî axivîn, nivisîn rastî dehw û dozan hatin, di vê pêvajoyê de bi hezaran Kurdîaxêv tûşî cezayan bûn.

Piştî ewqas qedexe û astengiyên li hemberî Zimanê Kurdî hin gavên erênî hatibin avêtin jî kurdî hîn jî ji statu, derfet û azadiya xwe bêpar e.

Polîtîkayên Tirkîyê yên li ser bingeha înkarkirin û asîmîlasyona zimanê Kurdî berdewam in.

Her wiha di meseleya ziman de polîtîkayên ku rêveberiyên xwecih li ser bingeha pirzimanîyê û bi derfetên kêm û astengiyên yasayî  li gor pêdivîyên gel bi pêş xistibûn jî bi erkdarkirina qayiman ji holê hatin rakirin, rewşa zimanê Kurdî de paşveçûn û valahîyek mezin derxist holê.

Ji destkeftîyên di warê ziman, çand, huner, perwerdehî, tendurustîyê de bigrin heta jiyana civakî ku ji pêdivîyên gel re dibûn bersiv ji alîye qeyûman ve ji holê hatin rakirin.

Dîsa sazî û navendên li ser çand û zimanê Kurdî yên di xizmeta gel de bûn hatin girtin, tabelayên pirzimanî hatin daxistin û li şûna wan tabelayên ku tenê tirkî tê de cî digirin hatin danîn. Bi gotineke din fahm û polîtîkayên pirzimanî hatin terikandin.

Bi heman awayî ji sala 1913an heta 1980yî wek polîtîkayek dewletê navên cî û warên ku gelên xwecih bi zimanê xwe li cî û deveran kiribûn hatin guherandin. Bi van guhertinan bîr û bawerîya çandî û dîrokî hat tunekirin.

Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî; em bangawazîyê li Meclîsa Mezin a Gelên Tirkîyê û rayedarên dewletê dikin ku dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berdin û di serî de Çand û Zimanê Kurdî ku salên dirêj in di bin zext, tundî û polîtîkayên pişaftinê de ne, hemî zimanên din ên ku di bin xetereyê de ne û tune tên hesibandin werin  naskirin. Azadiya zimanan esas were girtin û ji bo van zimanan derfetên fêrbûn, axaftin û fêrkirinê bên afirandin. Ji bo vê yeke jî herçî zagonên pêwîstên demildest werin çêkirin.

Em, saziyên ku îmzeya wan li jêr in careke din;

-Rakirina astengiyên li pêş perwerdehiya bi zimanê zikmakî û ji bo bikarnanîna vî mafî vesazkirina yasayî,

-Devjêberdana polîtîkayên asîmîleker û yekparêz; durustkirina derfetên jiyanek pirzimanî û pirçandî,

-Navlêvegerandina cî û warên ku navên wan hatine guhertin, hatine Tirkîkirin ,

-Paşvegirtina îhtîrazên di serî de Peymana Mafên Medenî û Sîyasî, Peymana qedexekirina Cûdahiyê di Perwerdehiyê de ya Neteweyên Yekbûyî û hemî peymanên navneteweyî û ji bo vê yekê jî vesazkirin û qebûlkirina di asta makezagonî de dixwazin.

Komeleya Mafên Mirovan Şaxa Amedê

Baroya Amedê

Baroya Bedlisê

Baroya Çewlîkê

Baroya Dersîmê

Baroya Êlîhê

Baroya Mêrdînê

Baroya Mûşê

Baroya Rihayê

Baroya Sêertê

Baroya Semsurê

Baroya Şirnexê

Baroya Vanê

Baroya Colemêrgê

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê Şaxa Amedê

Tora Ziman û Çanda Kurdî- Maseya Saziyên Maf û Hiqûqê

Vakfa Mafên Mirovan Ya Tahîr Elçî