JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Îxlalên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn hema hema hevçaxên dîroka Komarê ne, heta niha hikûmetên hatine li ser desthilatdariyê ji bo van îxlalan tu polîtîka neafirandine ev yek jî bûye sedema berfirehkirina vê pirsgirekê. Komeleya me piştî darbeya 12’ê Îlonê ji bo îşkence, miameleyên xirab û îxlalên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê hatine jiyîn bi dawî bibin ji hêla xizmên girtiyan, rewşenbîr, parazvanên mafan û hiqûqnasan ve hatiye damezrandin. Em bi cerebeya xwe ya 36 salan dikarin bibêjin ku sedema herî girîng a îxlalên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn ji ber polîtîkayên dewletê pêk tên. Bi taybetî neçareseriya pirsgirêkên Kurdan, israra polîtîkayên ewledariya dewletê, qedexeya li ser sazî û kesên ji bo maf û azadiyê têdikoşin her roj girtiyên girtîgehên Tirkiyeyê û îxlalên mafan zêdetir dike. Li gorî daneyên Wezareta Dadê yên li ser malpera xwe ya fermî weşandiye li Tirkiyeyê bi giştî di 399 girtîgehan de ji 1’ê Mijdara 2022’an vir ve 331.706 girtî û cezaxwarî hene, kapasîteya giştî ya girtîgehan jî 288.348 hatiye diyarkirin. Li gorî vê daneyê 43.358 girtî ji kapasîteyê zedetir in. Li gorî daneyên wezaretê jî rewşa girtîgehên Tirkiyeyê tê xuyakirin.
Em dikarin bibêjin xebata herî girîng a Komîsyona Girtiyan a Komeleya me tespîtkirina rewşa nexweşên girtî yên di girtîgehê de ne û pêkanîna gihandina mafê wan ê tenduristiyê ye. Qasî ku me di Nîsana 2022’an de tespît kiriye li girtîgehên Tirkiyeyê 651 giran bi giştî 1517 girtîyên nexweş hene. Ji roja ku têgeha ‘girtiyên nexweş’ ketiye rojeva Tirkiyeyê heta niha hejmara girtiyên nexweş her diçe zêdetir dibe ev yek bi me nîşan dide girtîgeh li ser tendûristiya mirovan bandora neyînî pêk tînin. Bi taybetî bi cihêkariya qanûna înfazê girtiyên polîtîk bi salên dirêj li girtîgehan tên girtin, piraniya van girtiyan di salên 90’î de hatine girtin di binçavî û girtîgehan de bi îşkenceyê re rû bi rû mane, tedawiyên wan pêk nehatine, dîsa serîlêdana “taloqkirina înfazê” ya van girtiyan bi Qanûna 5275’an hatiye astengkirin, digel raporên nexweşxaneyên herî baş ên “nikare li girtîgehê bimîne” Saziya Tibba Edlî rapora “dikare li girtîgehê bimîne” dide, lîjneyên çavderî yên îdarî gava nirxandinên “rewşa baş” dikin bi “sedemên polîtîk” tevdigerin. Ev tev dibin îxlala mafê jiyanê ya girtiyan.
Wekî me diyarkiriye girtîgehên Tirkiyeyê bi pirsgirêkên mayînde û pêkanînên talûkeya li ser jiyana girtiyan veguheriye navenda îxlalên mafên mirovan. Ji bilî babetên me diyar kirine ev salên dawî gelek mirinên bi guman ên girtiyan pêk tên ev jî pirsgirekek din bi me nîşan dide. Li gorî tespîta komeleya me îsal 72 girtî li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane. Gelek ji van girtiyan jiyana xwe bi guman ji dest dane.
Wekî tê zanîn divê ji mafê girtiyan re rêz were girtin û gava van mafan bikarbîne bi polîtîkayên cihêkar re rû bi rû nemîne. Ev jî di berpirsiyariya dewletê de ye. Dewlet divê bêyî nêrîna polîtîk a girtiyan, nîjada wan, zayend û cihêkariyên wan ên din binêre helwesteke li gorî nirxên mirovahiyê diyar bike. Li ser vê babetê polîtîkaya tecrîdê ku em wekî rêbaza îşkenceyê dibînin demildest dawî bibe. Dewlet bi taybetî tecrîdê wekî rêbaza îşkenceyê li girtîgehan ji bo girtîyên polîtîk “ îsleh” bike û bi vê rêbazê çavên hemû kesên muxalîf bitîrsîne pêk tîne. Bi taybetî îzoleya ku demeke dirêj e li ser girtiyên bi navê Veysi AKTAŞ, Hamili YILDIRIM û Hayri Konar ên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimînin, qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran, astengkirina mafê ragihandinê ya bi name û telefonê qonaxa ku tecrîd hatiye nîşan dide. Li Tirkiyeyê ji bo aşîtiyeke nirxdar pêk were divê li girtîgehan tecrîd û îzolasyon bi dawî bibin û di serî de cihêkariyên li ser girtiyên nexweş û li ser girtiyên polîtîk ji holê rabe.
Divê girtiyên siyasî yên nexweş bêyî girêdayîyê konjoktûra siyasî bin demildest werin berdan; tecrîd û izolasyon bi dawî bibin.
Em dibêjin berî her tiştî aşîtî.
Komeleya Mafên Mirovan Şaxa Amedê