JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Em dixwazin beriya daxuyaniya xwe rêhevalên xwe yên hêja ku di têkoşîna mafên mirovan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û spasdarî bi bîr bînin.
Di salvegera 74’emîn qebûlkirina Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan de; em wekî saziyên mafan yên herêmê têkoşîna xwe ya salan e didomînin dê bi biryardariyeke mezin bidomînin. Lê di sala 2022’an de digel pirsgirêkên mafên mirovan werin çareserkirin, zêdetir dibin ev yek jî qasî têkoşîna me zehmettir dike ewqas jî nirxê wê bilindtir dike.
Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja;
Em di vê dema ku Komar dikeve sedsala xwe; pêvajoyeke zêdebûna pêkanînên ewlêdariyê, tune hesibandina nirxên demokratîk û bi awayekî sîstematîk îxlala mafên mirovan dijîn. Ji 22’ê Adara 2015’an vir ve pêkanînên otorîter û antîdemokratîk zêde bûne. Bi pêkanînên OHAL’ê yên piştî darbeya 15’ê Tîrmehê hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin. Destnedayîniya parlementerên Kurd hatine rakirin bi aweyekî bêhiqûqî hatine girtin,bi hezaran siyasetmedarên Kurd, xebatkarên rêxîstinên siwîl û hemwelatî bi rêbazên dijhiqûqî hatine binçavkirin û girtin. Xebatkarên Kurd ên giştî bi KHK’yan hatin îxrackirin û hevserokên şaredariyan yên bi rayên gelê Kurd hatibûn hilbijartin ji peywirê girtin di cihên wan de qeyûman peywirdar kirin. Ji hêlekê din di derheqê Partiya Demokratîk a Gelan de bi hincetên cur bi cur doza girtînê hat vekirin, dîsa di vê demê de bi taybetî li herêmê mafên civîn û xwepêşandan, azadiya rêxistîbûnê û azadiya xwe îfadekirinê bi temamî ji holê hatiye rakirin.
Sedema sereke ya van îxlalên mafan ên giran wekî ji hêla raya giştî ve jî tê zanîn mijara Kurdan a ji hêla hişmendiya Komara tekparêz ve derketiye holê. Ev hişmendiya berpirsiyarê vê pirsgirêkê ye; bi salan e nehiştiye Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê qada giştî, bûye sedema hezaran kuştinên kujernediyar û wendakirinên di binçaviyê de, bûye sedema bi hezaran gund werin şewitandin û mirov bibin penaber û bi hezaran îxlalên mafên jiyanê bi xwe re aniye.
Bi israra çaresernekirina mijara Kurdan di encama polîtîka û rêgezên tundiyê de di sala 2022’an de jî îxlalên nû zêde bûne. Di encama polîtîkayên ewlêdar û operasyonên sînorê de di pevçûnan de her roj wendahiyên nû tên jiyîn. Bergiriya van wendahiyan elbet di berpirsiyariya dewletê de ye. Cenazeyê Hakan Aslan ê di şerê Sûrê ya li navçeya Amedê jiyana xwe ji dest dabû piştî 7 salan di nav torbeyek de radestî bavê wî hat kirin, bi vê yekê hiqûq û wijdan tune hatine hesibandin, mafê binaxkirin û rêzdariya cenazeyê bi zelalî hatiye îxlalkirin. Dîsa di vê demê de zordestiyên li ser çapemeniya azad zêdetir bûne gelek kedkarên çapemeniya Kurd hatine binçavkirin û girtin. Îro hîn jî 64 rojnamevan li girtîgehê ne ev yek nîşaneya polîtikayên zordestî yên li ser azadiya çapemeniyê di kîjan astê de ye nîşan dide. Xeynî van pêkanînên dijhiqûqî; di derheqê Seroka TTB MK yê Şebnem Korur Fincanci de ji bo ku 20’ê Cotmeha 2022’an de tevlî bernameyeke televîzyonê bûye û gotiye TSK di sînorên Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî bikaranîye berê kampanyaya lînçê destpêkir piştre jî hat binçavkirin û girtin. Şebnem Xoce parazvana mafên mirovan a wêrek e ku hemû jiyana xwe daye li ser têkoşîna mafên mirovan û zanînê . Careke din em li vir daxwaza demildest berdana wê dikin.
Pêkanînên zordest û antîdemokratîk pirsgirêkên welat ên bi salan e benda çareseriyê ne berfirehtir dike û îxlalên mafên mirovan zêdetir dike. Bi dawî bûna van îxlalan girêdayiyê çareseriya mijara Kurdan a bi diyalogên demokratîk û rêgezên muzakereyê ye. Di mijara Kurdan de ku xeleka herî mezin a pirsgirêka mafê mirovan û demokrasiyê ye divê lihevkirineke civakî û çareseriyeke aştiyane pêk were û mafê aşitiyê yê civakê demildest were avakirin.
Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja;
Mafê tenduristiyê temînata mafê jiyanê ya herî bingehin e; di bergeha vê mafê de astengkirina tedawiya nexweşan rasterast mudaxaleya mafê jiyanê ye. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’yê ya sala 2022’an herî kêm 651 nexweşên giran bi giştî 1517 nexweş ji van mafan bêpar li girtîgehan tên girtin. Mafên tendûristiya girtiyên nexweş ji hêla Dewletê ve tê îxlalkirin û pêvajoya girtîgehê ji bo girtiyan vedigere îşkenceyê. Bi sedema pêkanînên girtîgehên Tirkiyeyê û guhnedana rewşa girtiyan li gorî daneya 11 mehên sala 2022’an a Komîsyona Gîrtîgehan a ÎHD’yê herî kêm 70 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Girtiyên nexweş bêyî ku li hinceta wan a girtîbûnê û xalên qanûnê yên pê tên darizandin neyê mêzekirin demildest werin berdan û tedawiyên wan bi lez û bez were kirin. Ji hêlekî din li girtîgehan bi hincetên cur bi cur lêgerîna tazî, lênêrîna bi kelepçe, ji bo di dema hejmartinê de li ser lingan tekmîl nedane lêdan, ji bo kesên bi sedemên siyasî hatine girtin re gotinên “terorist” û tundiyên li ser vê yekê, hemû miameleyên kêfî û cezayên dîsiplînê, cezayên hucreyê, pêkanînên sewq û sûrgûnê gihîştine radeya ku di dîrokê de nehatiye dîtin. Bi rênima hatiye derxistin bêedaletiya înfazê hatiye berfirehkirin, li gorî rapora lîjneya çavdêriya îdarî girtiyên înfaza wan qediyaye bi biryarên kêfî li girtîgehê tên hiştin. Em dixwazin diyar bikin ev rewş dijî rêgeza qanûna makeqanûnê ye û îxlala mafê azadî û ewlehiya kesan e. Mijara îxlalê ya girtîgehan a girîng yek jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Îmraliyê tîpa F’yê de dimînin e. Di girtîgehan de tecrîd û îxlalên mafan dijî Rêzika Mandela ya BM’yê, pêşniyarên CPT’yê û Qanûna Înfazê bi hejmara 5275’an e. Em dibêjin pêkanînên li ser girtiyan rewşeke dijî hişmendiya mafên mirovan û hiqûqa mirovî ye, tecrîd û izolasyon dijî peymanên netewî û navnetewî ne bi lez û bez dev ji van pêkanînên neqanûnî berdin, hem parêzer hem jî malbat bila hevdîtinên xwe pêk bînin.
Îxlala azadiya vegotin û fikirînê ya ku li Tirkiyeyê berbelav e bi OHAL a 2016’an bi awayekî zêde tengkirin û sînordarkirin zêde bûye. Piştî hedef girtina rayedarên hikumetê hinek kes û kom hatine binçavkirin û girtin, dîsa girtinên ji ber parvekirinên medya civakî di sala 2022’an de berdewam kirine. Dîsa mafên meş, xwepêşandan û civînan ên bi xala 34’emîn a makeqanûnê hatiye temînatkirin bi qedexeyên Walî û Qeymeqaman bi awayekî sîstematîk tê sînordarkirin. Li gelek bajarên Tirkiyeyê civînên derve, meş, çalakî û xwepêşandanên demokratîk bi hinceta “ ewlêdariyê” bêdem yan jî her meh ji nû ve tên qedexekirin. Piştî van qedexeyan hemwelatiyên van mafên xwe yên meş û xwepêşandanê bikartînin rastî mudaxeleya bazbendan tên, di dema van mudaxaleyan de êrişên bêpîvan tên kirin di encama vê yekê de gelek hemwelatî birîndar dibin û bi miameleyên xirab tên binçavkirin.
Azadî û ewlehiya kesan û qedexeya îşkenceyê jî dîsa di nav îxlalan de cih digire. Di navendên binçaviyê de, gava tên binçavkirin yan jî derveyî cihê binçaviyê îşkence û miameleyên xirab, bi lêpirsînên dijhiqûqî ferzkirina sixûrtiyê bi awayekî berbelav û sîstematîk tê jiyîn. Ligel hiqûqa gerdûnî ya ku makeqanûn û Tirkiye jî perçeyek jê ne îşkenceyê wekî sûcê mirovahiyê dibîne û teqez qedexe kiriye jî îşkence di sala 2022’an de li Tirkiyeyê bûye pirsgirêka sereke ya mafên mirovan. Di 11 mehên sala 2022’an de bi angaşta îşkence û miameleyên xirab bi giştî 1130 kes serî li TÎHV’ê dane. 700 serlêderan diyarkirine di nav heman salê de rastî îşkenceyê û miameleya xirab hatine.
Kuştinên Jinan Bêhtir Berdewam Dikin, Jin Di Her Qada Jiyanê De Li Hemberî Dijwariyan Têdikoşin.
Di sala 2022’an de tundiya li ser jinan û kuştina jinan jî bêhtir berdewam kiriye.Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Bidin Sekinandin di 11 mehên 2022’an de herî kêm 310 jin bi tundiya mêran, herî kêm 248 jin jî bi aweyekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Ji bo pêşîgirtina tundiyê û ewlehiya jinan mekanîzmayên alternatif nayên afirandin, ev yek wekî faktora zêdebûna tundiyê derdikeve pêşberî me. Divê dîsa Tirkiye bibe alîgirê Peymana Stenbolê û Qanûna bi hejmara 6284’an a Peymanê bi şiklekî bi bandor were pêkanîn.Hewceye lê hûrbûnek li ser kuştinên jinan ên zêde dibin pêk were, di vê demê de xwe kişandina Tirkiyeyê ya Peymana Stenbolê ku jinan li hemberî tundiyê diparêze nayê qebûlkirin. Dive demildest ji vê biryarê vegere. Di kuştinên jinan de bandora cezayan bi awayekî kiryar bixwazin vê yekê pêk bînin bêfaktor neke. Tu normên civakê yan jî kevneşopî tundiya li ser jinan nikare rewa bike. Kuştin û tundiya li ser jinan bi hêza Dewletê dikare pêşî lê bêgirtin, hêza giştî divê berpirsiyariya xwe ya vê mijarê bi cîh bîne. Ji aliyê din astengiyên di kar de derdikevin pêşiya jinan divê werin rakirin, ji bo jin tevlî jiyana xebatê bibin teşwîq werin kirin û di çarçoveya wekheviya zayendî de sazkirinên qanûnî yên nû werin çêkirin. Bi polîtikayên dijî wekheviya zayendî ya civakî îsal em dibin şahidê êrîş û gotinên bi kîn ên li ferdên LGBT+’yiyan. Ji hêla hikumetê mirovên LGBTÎ+ wekî rêşaş û lewate hatin nîşandan. Çalakiyên Hefteya Serbilindiyê hatin qedexekirin û di Meşa Serbilindiyê Ya Stenbolê de 373 kes hatin binçavkirin. Li Beyogluya Stenbolê û li Alsancaka Izmirê, ji hêla bekçiyan gelek caran îşkence li jinên trans hate kirin. RTUKê bangewaziya çalakiyên Dij-LGBTÎ+ wekî weşana xizmeta giştî weşand û di van çalakiyan de li bajaran meşên Dij-LGBTÎ+ hatin li dar xistin. Temsîliyeta civakeke azad û wekhev bi pêkanînên polîtikayên piralîparêz û bi heq mimkun e. Temsîliyeta civakeke azad û wekhev bi pêkanînên polîtikayên piralîparêz û bi heq mimkun e.
Ji Bo Zarokan Pêşerojeke Baş Peywira Dewletê Ye.
Berê divê girtîgehên zarokan werin girtin. Ev pêkanîna eşkere ku îxlala mafên zarokan e divê were bidawîkirin û zarokên girtî bikevin nav civakê. Di bergiriya hiqûqa cezayê ya zarokan de pêkanînên zarokan esas digrin hêzdar werin kirin û were mayîndekirin. Di vê mijarê de hemû saziyên îdarî û edliyên dewletê û rêxistinên siwîl bi aweyekî koordîne bixebitin. Di mijara mafên zarokan de hem mewzûatên netewî û hem jî peymanên navnetewî divê werin pêkanîn.
Bi heman şiklî tundî û îxlala mafan ên li ser zarokan di nav vê demê de berdewam kir. Xeynî zarokên di encama tundiyan de hatine qetilkirin, di saziyên girtî yên wekî yurd û dibistanan de bûyerên wekî îstîsmarên zayendî balê dikşînin. Xeynî zarokên ku di encama tundiyan de hatine qetilkirin, em dibin şahidê zarokên ku di encama teqemeniyên di qada pevçûnê de hatine hiştin pê mirine û yan jî birîndar bûne, dîsa li Tirkiyeyê herî kêm 345 zarokên emrê wan di navbera 0-6 salî de ne bi diya xwe re li girtîgehê dimînin. Bi vê yekê tê dîtin Tirkiye bi kêmbûna qanûnên parastinê yên mafê zarokan berpirsiyariyên xwe yên peymanên navnetewî bi cîh naîne.
Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja;
Îxlalên ku me bi we re parve kir û me hewl da eşkere bikin qasî ku di daxuyaniya çapemeniyê de bi cîh nebe zêde ye û pir ciddî ye. Çimkî îxlal berbelav in û rewşeke sîstematîk de ne û ji bo pêşîlêgirtinê îradeyeke siyasî nexuya ye. Em herî dawî dibêjin; di bin hemû şert û mercan de beyî cihêkariya ziman, ol, nîjad, gel, zayend û çandî welatên bûne alîgirên Beyannameya Gerdûnî ya BM’yê bila berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin, em bi bal kişandina pîroziya mafê jiyanê jiyaneke azad û li gorî nirxên mirovahiyê daxwaz dikin.
İHD Diyarbakır Şubesi
TİHV Diyarbakır Temsilciliği
Diyarbakır Barosu
ÖHD Diyarbakır Şubesi
Diyarbakır Tabip Odası
Rosa Kadın Derneği
Çocukça Derneği
Mezopotamya Ekoloji Derneği
MED-DER
TUAY-DER
MEBYA-DER
KESKESOR
Mezopotamya Göç İzleme ve Araştırma Derneği
Pir Sultan Abdal Derneği
Şeyh Sait Derneği
Amed KESK Şubeler Platformu
TMMOB İKK
DİSK Diyarbakır Şube
78’liler Derneği
Veteriner Hekimler Derneği
Diş Hekimleri Odası
KASED
Göç Vakfı
DAKAHDER
Rengarenk Umutlar Derneği