15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be

15.05.2024

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Wekî ku hûn jî dizanin 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Di 15ê Gulana 1932yan de Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî, bi rihekî kurdewar û bi dilsozî dest bi weşandina Kovara Hawarê kirin. Em ê jî îro wek saziyên maf û hiqûqê, bi heman dilsozî û hişmendîyê balê bikişînin ser mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî ji bo kurdî.

Berî her tiştî zimanê me hebûn, nasname û rûmeta me ye. Lewre, divê em hemû bi hev re li zimanê xwe xwedî derkevin û wî biparêzin. Ev kar li ser milê me hemûyan e.

Mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî hem mafekî komelî hem jî mafekî takekesî ye. Ankû  mafê her gelî û her takekesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Ev maf, wekî mafekî mirovan di hiqûqa navneteweyî de hatiye naskirin û di gelek danezan û girêbestên navneteweyî de hatiye misogerkirin.

Danezana Gerdûnî ya Mafên Zimanî, Girêbesta Parastina Zimanên Kêmîneyan û Zimanên Herêmî yên Ewropayê, Girêbesta Çerçoveyî ya Parastina Kêmîneyên Neteweyî, û Girêbesta Mafên Siyasî û Sivîl ya Neteweyên Yekbûyî, di warê mafên zimanî de belgeyên bingehîn in.

Herçend di van girêbestên navneteweyî de mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî û gelek mafên çandî yên din hatibin misogerkirin jî Tirkîyeyê şerha sînordarkirinê danîye ser gelek xalên van girêbestan û bi vî awayî nehiştiye û hîn jî nahêle gelê Kurd ji van mafan sûd bigire.

Ji roja avabûna Komara Tirkîyeyê heta niha, kurd, zimanê kurdî û çanda kurdî ji hêla dewletê ve nehatine naskirin. Îro jî polîtîkayên Tirkîyeyê yên înkarkirin û asîmîlekirinê berdewam in. Li gor xala 42yan ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê ji bilî zimanê tirkî, perwerdehîya bi zimanekî din qedexe ye. Li gorî daxuyanîya Wezareta Perwerdehîyê di nava tayînkirina 20 hezar Mamosteyan de tenê 10 kontenjan ji bo Kurdî hatîye vekirin. Bi milyonan zarokên kurd di dibistanan de nikarin perwerdehîyê bi zimanê kurdî bibînin. Şano, konser, fîlm û hemû cure çalakî û şahîyên bi kurdî hîn jî tên qedexekirin. Di sazîyên fermî de kurdî nayê naskirin. Di dadgehan de ji bo parastina bi zimanê Kurdî pere tê xwestin û gelek caran mafê parastina bi zimanê zikmakî tê binpêkirin. Heta di Parlamentoyê de jî kurdî wek zimanekî “nenaskirî” tê pênasekirin.

Van rojan qala qanûneka bingehîn a nû tê kirin. Em bi dengekî bilind bang dikin û dibêjin: Divê di qanûna bingehîn a nû de kurdî bibe xwedî statû. Ev mafê me ye. Gelek welatên dinyayê, zimanên cuda yên welatîyên xwe nas dikin û wan zimanan wek zimanên fermî qebûl dikin. Li Amerîkayê îngilîzî û spanî; li Swîsreyê elmanî, frensî û îtalî; li Rûsya, Hindistan û Efrîkaya Başûr û gelek welatên din jî ji yekî zêdetir zimanên fermî hene. Hetta li Qazakistanê perwerdehîya bi zimanê kurdî jî hatiye qebûlkirin.

Bi minasebeta vê rojê em wek parêzerên kurd û azadîxwaz bang li Parlamentoyê û rayedarên dewletê dikin ku dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berdin, kurdan û kurdî nas bikin.

Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî.

KOMELEYA MEFÊ MIROVAN ŞAXA AMEDÊ

BAROYA AMEDÊ

KOMELEYA HIQÛQNASÊN JI BO AZADÎYÊ ŞAXA AMEDÊ