Ji bo Aşitiya Civakî Rêzgirtina Zimanê Kurdî û Azadiya Derbirînê!
Kedkarên çapemeniyê yên hêja û parêzvanên mafên mirovan;
Em 24. Çalakiya Nobeta Aştiyê ku bi biryara Desteya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan li hemû şaxên xwe hemwext dabû destpêkirin, li dar dixin.
Di çalakiyên Nobeda Aştiyê yên ku ji aliyê şaxa me ve her meh tên lidarxistin de mijarên wek:Binpêkirinên mafan ên ji ber şer û pevçûnên li Tirkiyeyê berdewam dikin, pêkanînên derqanûnî yên li dijî girtiyên li girtîgehan, tundiya sîstematîk a li ser jinê, astengiyên hiqûqî, îdarî û fiilî yên li hember mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî; sînordarkirina azadiya fikr û raman, tundi û qedexeyên li hember çapemeniyê ku ev çend sal in kronîk bûne, û pêknehatina aştiyê derketiye holê anî ziman.
Di van rojên dawî de em şahidiya gelek pêkhatinên derhiqûqî û sistematik yên ji hela dadgehî û saziyên fermî dikin ku di tu pergalên demokratik de ne pêkane were pejirandin û mafên mirovan ên bingehîn û aşitiya civakî dixin xeteriyê.Bı guman em dişopînin kû ev helwest hêviya careserî û demokrasiyê bı paş ve dixe û erdnigariya me dixe nava aloziyek bêserûbin. Mixabin ev helwest bı dehan sale tê bikaranîn lê tu encamek wê erênî nebûye.
Di 25ê Tîrmeha 2024an de li Mêrsînê 9 welatiyên di xelatê de bi kilamên kurdî govend digirtin , bi hedef girtina li ser meyda civakî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Piştî wê li Stenbol, Aydin, Sêrt, Agirî û Colemêrgê bi hinceta tevlîbûn û gotina stranan, herî kêm 53 welatî hatin binçavkirin û 29 kes hatin girtin. Girtina welatiyên ku di govendê de beşdarî stranan û gotinên nav strana bune an stranan guhdar kirine ,li dijî zagona bingehîne. Di heman demê de 9 welatiyên li Mêrsînê hatine girtin, di şandina girtîgehê de bi sirûdên nijadperestî hatin şandin. Ev sirûd di salên 80 yî de ji hela berpirsê girtîgeha Amedê Esat Oktay ve wek İşkence hatibû bikaranîn. Em îro dibinin ku helwesta 44 sal berê ji hela rayedaran ve hêjî didomin û nêrîna dewletê neguheriye.
Van buyeran wek suc dîtin, Ji bo binçavkirin, girtin û zordariya ewlekaran wek sedem nîşandayîn seranser li dijî hiqûqê ye. Li hember buyerên bi vî rengî gelek biryarên dadgerî hene kû van qewimînan wek suc nedîtiye.
Di heman demê de gelek biryarên dadgeha mafên mirovan ya EWRUPA hene ku dewleta Tirkiye neheq dîtiye. Tevî vê yekê jî nêzîkahiya dadgerî û hêzên ewlekariyê wek awayên demên derbeyên leşkerîne û ne mimkune werin pejirandin.
Li hêla din zext û astengiyên li hember zimanê Kurdî ku wek politiqayek ji mêjveye didome, îroj jî bi awayek eşkere xwe dide xuya kirin.
Ji 2015an û vir ve bi qeyyûm avêtina ser şaredariyan li hember ziman û çanda Kurdî gelek binpêkirin qewimîne. Kar û xebatên bi Kurdî dihatin meşandin hatin rakirin û politikaya yekzimanî hatiye meşandin.
Piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an şaredariyên derbasî rêveberiya Partiya DEM ê bûn dîsa dest bi kar û xebatên pirzimanî kirin û yek ji van xebatan jî li ser rê û rêgehan lewhe û nivîsên bi Kurdî hatin bikaranîn.
Lê belê di demek kurt de beyî sedem were nîşan dayîn li Amed, Êlih,Mêrdîn û Wanê nivîs û lewheyên Kurdî, bi nezareta hêzên ewlehiyê, ji hela peywirdarên fermî, yan hatin jebirîn an jî bi boyaxa reş hatin xera kirin.
Nayê qebûlkirin ku di xebatên şaredariyê de bikaranîn û axaftina zimanê kurdî ku zimanê zikmakî yê welatiyan e, were astengkirin. Em van pêkanînên dadgerî û îdarî yên ku bi îradeya desthilatdariya siyasî ve gire didin, weke bêtehamuliya li hember zimanê Kurdî dibînin û di wê baweriyê de ne ku ew helwest çareseriya pirsgirêka Kurd dixitimîne û kûrtir dike. Em bangewaziya hikûmet, daraz û îdarî dikin ku dev ji van nêzîkatiyên ku mafê zimanê zikmakî paşguh dike berdin; Tirkiyeyê ku di zagonên xwe yên navxweyî û hevpeymanên navneteweyî yên ku ew alîgirê wan e, şert û mercên azadiya derbirînê li ber çavan bigire.
Em bang li hemû desthilatdarên xwedî hêz û berpirsyariya siyasî dikin ku ji bo avakirina siberoja demokratîk bi berpirsyarî tevbigerin û vegerin nirxên hiqûqî yên gerdûnî. Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku demildest dawî li pratîka qeyyûman bê anîn, ji xizmeta kurdî ya ku ji aliyê rêveberiyên herêmî ve tê dayîn rêz bê girtin û ji şerma sucdar kirina welatiyên sedemî dîlan û tevlîbûna stranan hatibûn girtin demildest were vegerandin û welatî serbest werin berdan .
Êdî jibo avakirina Aşitî û demokrasiyê wextê me yê were wenda kirin nemaye.
KOMELEYA MAFÊN MİROVAN