899. HAFTA: MEHMET ŞERİF AVŞAR'IN  AKIBETİ SORULDU!

Şubemiz ve Kayıp Yakınları, “Kayıplar Bulunsun,  Failler Yargılansın” eyleminin 899. haftasında; Diyarbakır'ın Yenişehir ilçesinde gözaltına alındıktan sonra cenazesi bir harabede bulunan Mehmet Şerif AVŞAR'ın akıbetini sordu.

İHD Diyarbakır Şube Sekreteri Fırat Akdeniz, eylemde yaptığı konuşmada Kürtçe olarak şunları söyledi: Yıllar geçiyor ama talebimiz değişmiyor. Yaşadığımız sürece talebimizi dillendirmeye devam edeceğiz. Son kaybımız bulunana, faili yargılanana kadar bu mücadeleden vazgeçmeyeceğiz.

İHD Diyarbakır Şube Yöneticisi Yahya Polat, Mehmet Şerif AVŞAR'ın hikayesini Kürtçe okudu:

Mehmet Şerif Avşar zewicandî û bavê du zarokan bû. Li navçeya Yenîşehîrê girêdayî Amedê tevî malbata xwe karê gübre firotinê dikir. Avşar di 22 Avrêl a 1994 an de ligel brayên xweyî ku bi hevre dixebitin ji hêla çawîşê pispor Gültekin Sütçü û 3 cerdevanên ligel wî hatibûn binçavkirin. Tevî ku ligel brayên xwe hatibû binçavkirin jî ev binçavkirin ji hêla rayedaran ve hatibû înkarkirin. DU hefte piştî bûyera revandina Mehmet Şerif Avşar, bi agahiyekê derdikeve holê ku ew hatiye kuştin û di avahiyek xerabe de laşê wî tê dîtin. 

Li gor ditin û gotinên xwuşka Mehmet Şerif Avşar, Sadiye Avşar buyer bi vî awayî qewimiye. 

“Pêşî 3 cerdevan û itirafkarek tên dikanê.  Dibêjin ku dê Mehmet Şerif bibin qereqolê da ku îfadeya wî bistînin.  Brayên wî dixwazin ligel wî biçin lê cerdevan destûr nadin. Şerif ji cerdevanan nasname dixwaze, çawîşê pisporê ku ligel ew 3 cerdevanan hatibû nasnameya xwe diyar dike. Lê bray dîsa jî bawerî naynin û naxwazin brayên xwe radestî wan kesan bikin. Brayên Şerif  bertek nîşan didin lê çawîşê pispor emir dide da ku yên bertek nîşan bidin werin gulle barandin. Liser vê yekê Mehmet Şerif brayên xwe dide sekinandin û dipejirîne ku bi wan kesan re biçe. Cerdevan Şerif digrin û ew dixin tirimbêleke Torosê û ji wir dûr dikevin. Brayên Şerif didin di tirimbêlê û heta qereqola Sarayqapi ew dişopînin. Ew Qereqol ji ji hêla welatîyan ve tê zanîn ku navendeke JITEM’ê ye. Brayên min dikevin nav qereqolê û didin zanîn ku brayên wan hatiye binçavkirin û ew anîne vê qereqolê.  Peywirdar ji wan re dibêje ku “ li çem wan kesek binçavkirî li çem wan nine” disa dibêje ku em dê lêkolîn bikin, ne hewceye ku li wir bisekinin. Demekê dirêj li ber deriyê derve radiwestin û ew kesên ku Şerif binçavkiribûn li hewşa qereqolê dibînin. Bi rojan Cihê Şerif ji me re negotin. Me serî li gelek saziyên fermî dan,lê tu bersiv nehatiye dayîn. 

Roja Şerif hat binçavkirin me serî li dozgerîyê ji da. Bavê min li Enqerê bi siyasetmedarên wê demê re ket têkiliyê. Buyer di rojname û televîzyonan de jî cih girt lê dîsa jî tu encam derneket. Du hefte piştre laşê brayê min ê kuştî di avahiyek xerabe de hate ditin. Piştî rapora otopsîyê derket holê ku Şerif 10 15 roje hatiye kuştin. Di vê bûyerê de rewşa me ji yên malbatên din cudatir bû. Hin ji kiryarên ve buyerê hatin dîtin û darizandin. Lê cezayê ku heq kiribûn nehat dayîn. Yek ji cerdevanan 20 sal ceza lê hat birîn lê 10 sal piştre hat berdan. Cerdevanên din û itirafkar 6 sal ceza standin. Çawîşê pispor piştî gelek salan hat ditin û girtin lê di demek kin de jî hat serbest berdan. Niha jî li derveyê û serbest digere. Piştî bûyerê malbata me bi rêya telefonê gelek caran hat tehdîd kirin û gef li malbatê hat xwarin. Di heman demê de şopandina fizîkî jî her diçû zêdetir dibû Sedema wan tehdîtan malbata me mecbûr ma koçî dîwarên curbicur bike. Ji dadgehên herêmî biryarek adilane nehat standin. Li ser vê yekê me serî li dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. Dadgeha Ewropayê ji Tirkîyê mehkûm kir. 

Di 31 emin salvegera di bincavde  wenda kirina bi zordarî a Mehmet Şerif Avşar em carek din bangewaziya lêpirsîn û darizandinek aram dikin da ku kiryar cezayê van sûcên gran bên ceza kirin