Şubemiz ve kayıp yakınları “Kayıplar bulunsun, Failler yargılansın” eylemimizin 921. haftasında; 3 Ekim 1992 tarihinde Diyarbakır Kulp’ta askerler tarafından otelinde infaz edilen ve cansız bedeniyle birlikte oteli yakılan Vahit Narin’in faillerini sordu.
Eylemde konuşan İHD Diyarbakır Şube Sekreteri Fırat Akdeniz Kürtçe olarak şunları söyledi: Yıllardır kayıplarımızı arıyoruz. Hasretleriyle bekliyoruz. Cenazelerimizden vazgeçersek insanlığımızdan vazgeçeriz. Yıllardır burada annelerimizle bu meydanlarda çocuklarımızı arıyoruz. Cenazelerimizi bulana kadar bu yas bitmeyecek. Adalet arayışımız devam edecek. dedi.
Daha sonra Vahit Narin'in kızı İkram Narin söz aldı. İkram Narin Kürtçe olarak şunları söyledi: Hepiniz hoşgeldiniz. Babam 1992 yılında büyük bir vahşetle katledildi. Bugüne kadar davamızı sürdürüyoruz. Babam bir yurtseverdi sağ olduğumuz müddetçe onların izinde olacağız. dedi.
Daha sonra İHD Diyarbakır Şube Yöneticilerinden Yahya Polat Vahit Narin'in hikayesini okudu.
Di 2ê Cotmeha 1992an de, piştî ku sê leşker di pevçûnekê de li Pasurê hatin kuştin, navenda navçeyê hate dorpêçkirin. Mal û dikan bi top û roketan hatin lêxistin. Dikan hatin şewitandin û wêrankirin, qedexeya derketina derve hate ragihandin û girêdana navçeyê bi cîhanê re, tevî xetên telefonê, hate qutkirin. Hatin û çûyîna bajêr hate qedexekirin, mal yek bi yek hatin lêgerîn û gelek kes hatin binçavkirin. Êrîş çar rojan berdewam kir û di dawiya roja çaremîn de, nîvro, qedexeya derketina derve ji bo sê saetan hate rakirin.
Piştî rakirina qedexeya derketina derve, navenda bajarê Pasurê bi temamî hat wêran kirin. Li navenda bajêr yek mal an kargehek bê gule nema. Hema hema hemû dikan an hatin şewitandin an jî bi tevahî hatin talankirin. Yekane otêla Pasurê, ya bi navê Narîn, di nav kargehên ku hatin şewitandin de bû.
Otêla Narîn bi gelemperî ji aliyê malbatên mamoste û leşkeran ve dihat bikaranîn. Yên ku wê rojê li wir man, bi çavên tirsonek ji pencereyên otêlê de şer temaşe dikirin. Gava gule li pencereyan diketin, her kesê di otêlê de di revî qata jêr. Xwediyê otêlê Vahit Narîn, gelek caran hewl dida ku mêvanên xwe aram bike ku ne tirsin.
Roja şerde, derdora saet 2:00 ya piştî nîvro, sê çawişan derî dehf dan û ketin jêrzemîna Otêla Narîn. Leşkeran mêvanên otêlê ji jêrzemînê birin jor û dû re bi zorê li erdê dirêj kirin û qûntaxan li pişta wan xistin. Yek ji kesên li erdê ji çawiş pirsî, "Ez jî zarokê leşkerekî me. Tu çima vê yekê dikî?" Çawiş bersiv da, "PKKê ji vir gule li me reşandin." Zarokê leşker yê ku bi erdê ve dirêjkirî, ji leşker re dibe je ku: "Me hemûyan li vir xwe spart; kesî ji vir gule neavêtiye." Vahit Narin û kur û xizmên wî jî ligel mêvanên din li otêlê bûn. Paşê, dema ku leşker pirsî ku "Vahît Narîn kî ji we ye?", Vahit Narin, ku bi rûyekî ber bi erdê ve dirêjkirî bû, got, "Ez im." û leşkeran ew birin pişta lobiyê. Du dengên guleyan hatin bihîstin.
Vahit Narin ji aliyê du çawişên pispor ve tê kuştin. Kesên di otêlê de birin qereqolê. Qepûşkên hevrîşimê yên di depoya otêlê de ji aliyê leşkeran ve li hemû odeyan têne belavkirin. Otêla ku cenazeyê Vahit Narin tê de ye tê şewitandin.
Paşê dozgeriyê malbat ji bo otopsiyê gazî kir. Kurê Vahit Narîn, Nimet Narîn, ku beşdarî otopsiyê bû, gilî kir. Ev pêvajoya ku bi salan dom kir, ti encam neda. Paşê malbatê doz ragihande Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Dadgehê, di vê dozê de Tirkiye mehkûm kir. Rojek beriya bidawîbûna dema doza Vahit Narin, dozgeriyê bi awayekî neçaverêkirî li dijî leşkerekî tedbîr girt û ev kes hat girtin. Doz hîn jî berdewam dike.