JI BO BERDANA LEŞKER Û POLÎSÊN HATINE RAGIRTIN EM BANG LI HIKÛMET Û PARTIYÊN SIYASÎ DIKIN!

14.06.2018

Di nîvenga lihevxistinên çekdar de, ku li Tirkiyeyê ji dema 24 Tîrmeh 2015’an ve cardin dest pê kiriye, tê zanîn ku gelek leşker, polîs û peywirdarên saloxgeriyê yên ji aliyê PKK’yê ve hatine ragirtin, hene. Agahiyên paşxaneyê ya der barê leşker û polîsên ragirtî de, di daxuyaniya me ya veser de cih digirin.

Roja 7 Hezîran 2018’an, peyamên bideng û dîmendar ên 9 kesên ji leşker û polîsên ragirtî, di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de wek nûçe hatine weşandin. Di vê nûçeyê de, hemû leşker û polîsên ku hatine ragirtin, daxuyandine ku dewletê/hikûmetê ji bo wan tu tiştek nekiriye, partiyên siyasî jî rewşa wan neaniye rojevê û wan careke din der barê rewşa xwe de banga hestyarî û xemxuriyê kiriye.

Me wek KMM’yê, ji gelek salan bi vir de radestgirtina zehf leşker, polîs û sivîlên ku bi vî awayî hatine ragirtin, pêk aniye û me ew gihandine malbatên wan. Lê belê ev cara pêşîn e ku nêzikî sê salan e me radestgirtina leşker û polîsên ragirtî pêk neaniye. Helbet sedemên vê yekê hene. Sedema herî girîng berdewamkirina rewşa lihevxistinê ya çekdar û şer e. Ji lew re em careke din diyar dikin ku ji bo çareseriya kêşeya kurd, hewce bi rewşa nelihevxistinê heye û pêwîst e ev şerê didome, were rawestandin. Tirkiye, li Sûriye û Iraqê li cografyayeke berfireh hebûna xwe ya leşkerî çi qas diçe zêdetir dike. Em bi taybetî dixwazin bidin xuyakirin ku ew rewş ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nerewa ye. Dîsan em dixwazin amaje pê bikin ku Tirkiye berî pêvajoya hilbijartinê, di oxira mebestên siyasî de li ser axên Iraqê û li Herêma Kurdisatana Federe binkeyên leşkerî yên mayînde ava dike û li wir operasyonên leşkerî dike, lê çawan ku ji hêla hiqûqa navneteweyî ve derbasdariya van nîn e, her wisan ji hêla hiqûqa neteweyî ve jî ev rewş kêşedar e. Ji bo alîkarîkirina li riya ku diçe pêvajoya aştiyê, em dixwazin diyar bikin ku divê ev operasyon gavek berî gavekê bên bidawîanîn û yekîneyên leşkerî jî bila vegerin xakên Tirkiyeyê. Em wan vedixwînin ku ji macerayên leşkerî dûr bisekinin da ku îradeya siyasî ya berî hilbijartinê çêbe, nexe bin îpotekê. 

Em wek parêzdarên mafên mirovan, ji niha ve dixwazin bang li îradeya sîyasî bikin ku dê piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê çêbe. Kêşeya kurd dikare tenê belê tene bi riyên aştiyane û demokratîk çareser bibe, bi polîtîkayên şer nikare çareser bibe.

Îro em li Şaxa Amedê ya KMM’yê tevî malbatên leşker û polîsên ragirtî, deng li hikûmetê, li partiyên siyasî ku diçin hilbijartinê û li namzedên Serokkomariyê dikin:

Guh bidin dengê polîs û leşkeran ku di 7’ê Hezîranê de mesajên wan hatin weşandin. Ew welatiyên vî welatî û peywirdarên wê yên ewlehiyê ne. Ji bo berdana wan serî li hemû teşebisên pêwîst bidin û dev ji tevgerên xwe yên ku wekî ew tune ne, berdin. Bi taybetî em deng li pêşewayên partiyên siyasî û niwînerên wan dikin. Ma hûn dê meseleya leşker û polîsên ragirtî hildin rojeva xwe? Ma hûn dê kengê ji wan behs bikin?


Em dixwazin bidin xuyakirin ku em wek KMM’yê amade ne her gav leşker û polîsên ragirtî radest bigirin û em dê der barê vê mijarê de berdewamî bi her cure teşebisê bidin.

NAVENDA GIŞTÎ YA KOMELEYA MAFÊN MIROVAN


DAXUYANIYA VESER:

NOTÊN AGAHDARIYÊ YÊN DER BASRÊ LEŞKER Û POLÎSÊN RAGIRTÎ DE

Mixabin di gel destpêkirina ji nû ve ya lihevxistinên çekdar a li Tirkiyeyê ya di 24 Tîrmeh 2015’an de, mijara kesên sivîl û personelên ewlehiyê yên ku ji aliyê PKK/HPG’yê ve hatibûn ragirtin, ji nû ve ketiye rojeva raya giştî. Di demên borî de, di encama hewldanên rêxistinên mafên mirovan de, temamiya kesên ragirtî bi awayekî sax û selîm radest hatibûn girtin û ew gihîştibûn malbatên xwe. Di dema Tîrmeh-Tebaxa 2015’an de, 20 fermanberên gumrikê ku hatibûn ragirtin, ji hêla KMM’yê ve roja 8’ê Îlonê li Herêma Kurdistana Federe ji destê PKK/HPG’yê teslîm hatibûn stendin û ew anîbûn Tirkiyeyê û piştre ew bi malbatên xwe hatibûn gihandin.

Leşker û polîsên ku ji aliyê PKK/HPG’yê ve di heyna birîn û kontrolên riyan de hatibûn ragirtin, hîn jî nehatine berdan. Kesên ku di dema serlêdanên li Navenda giştî ya KMM’yê de ji aliyê malbatên wan ve, navên wan hatine diyarkirin ev in:

Di dema 24 Tîrmeh 2015’an de, li rêbejahiya Amed-Çewlikê polîsê fermanber Vedat Kaya hatiye ragirtin.

Di dema 28 Tîrmeh 2015’an de, li rêbejahiya Amed-Çewlikê polîsê fermanber Sedat Yabalak hatiye ragirtin

Di dema 13 Tebax 2015’an de, li rêbejahiya Amed-Licê çawîşê pispor Huseyin Sarî, serbaz Sedat Sorgun û serbaz Suleyman Sungur hatine ragirtin.

Di dema 18 Îlon 2015’an de, li rêbejahiya Dêrsim-Erzinganê binefser Semîh Ozbey hatiye ragirtin.

Di dema 2 Çiriya Pêşîn 2015’an de, li rêbejahiya Dêrsim-Pilemûriyê serbaz Muslum Altuntaş û serbaz Adîl Kavakli hatine ragirtin.

Di dema 12 Kanûna Pêşîn 2015’an de, li navenda Şirnexê çawîşên pispor Sedat Vardar û Ferdî Polat hatine ragirtin.

Di dema 21 Îlon 2016’an de, li Colemêrgê çawîşên pispor Umît Gicir û Mevlut Kahvecî hatine ragirtin.
Serlêdanên malbat û lêzimên kesên ragirtî, li MKM û Mazlum-Der’ê çêbûne. Bi mebesta berdana van kesan û radestgirtina wan, di nav du salên dawî de ji aliyê navendên giştî yên KMM, Mazlum-Der û WMMT’yê û şaxên KMM’yê ve, gelek daxuyanî hatine kirin.

Tevî malbatan, ji bilî civînên çapemeniyê li Meclisa Neteweya Mezin a Tirkiyeyê (MNMT) di gel wekîlên serokên komên partiyên siyasî dîdarî hatine pêkanîn. Her wiha malbat bi xwe, bi wezîran, serokwezîr û serokkomar re hevdîtin pêk anîne û behsa çareseriya meseleyê kirine.

Ji leşker û polîsên ragirtî, mesajên bideng û dîmendar ên Vedat Kaya, Sedat Yabalak, Huseyin Sari, Semîh Ozbay, Muslim Altuntaş û Adîl Kavakli, cara pêşî di dema 4 Kanûna Paşîn 2016’an de hatine weşandin.

Li ser banga KMM’yê cara duyem peyama bideng û dîmendar di dema 8 Tîrmeh 2016’an de hatiye weşandin. Lê, vê carê bi tenê mesajên Suleyman Sungur, Muslim Altuntaş û Adîl Kavakli hatine dayîn.

Di dema 23 Kanûna Pêşîn 2016’an de, KMM û malbat bi niwînerên partiyên siyasî re ku li MNMT’yê koma wan heye, dîdarî pêk anîn. Di van hevdîtinan de KMM’yê înîsiyatîf stendiye û daxuyandiye ku ew dikarin van kesan teslîm wergirin. Ji van çavpêketinan tenê dîdariya di gel KMM’yê li pêş çavê çapemeniyê çêbûye.

Di dema 22 Hezîran 2017’an de, tevî malbatên leşker û polîsên ragirtî, li Şaxa Amedê ya KMM’yê daxuyaniyeke mişterek û bangawazî hatiye kirin.

Di dema 29 Îlon 2017’an de, bi Serokê Giştî yê CHP’yê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin hatiye pêkanîn. Malbat jî tevî heyeta KMM’yê beşdarî vê dîdariyê bûn.

Di dema 2 Çiriya Pêşîn 2017’an de, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’yê Velî Agbaba, malbat û Serokê Giştî yê KMM’yê, li MNMT’yê der barê vê mijarê de daxuyanî daye û wan bang li rayedaran kiriye.

Li ser hevdîtinên me, roja 7 Hezîran 2017’an, di Ajansa Nûçeyan a Firatê de ji leşker û polîsên ragirtî, mesajên bideng û dîmendar ên Binefser Semîh Ozbey, polîs Sedat Yabalak, serbaz Sedat Sorgun, Muslim Altuntaş, Adîl Kavakli, Suleyman Sungur, çawîşên pispor Huseyin Sari, Umît Gicir û Mevlut Kahvecî hatine weşandin.

Der barê ragirtiyan de, ev du sal in ku me wek Navenda Giştî ya KMM’yê tevî malbatan ji Wezîrê Karên Navxweyî 2 car, ji Serokwezîr 3 car û ji Serokkomar jî carek daxwaza randevuyê kiriye. Lê heta niha jî dîdarî pêk nehatine. Serokkomar, Serokwezîr û hin wezîr bi kesên ji malbatan hevdîtinan dikin. Lê xwe nadin ber ku li pêşberî çapemeniyê van didariyan bikin. 12 Hezîran 2018


NAVENDA GIŞTÎ YA KOMELEYA MAFÊN MIROVAN