RÊZIKNAMEYA İHD

RÊZIKNAMEYA KOMELEYA MAFÊN MIROVAN

XALA 1– NAVÊ  KOMELEYÊ Û NAVENDA WÊ

a.   Navê komeleyê “Komeleya Mafên Miroven” e. Kurtenavê wê “KMM” ye.

b.   Navenda wê ya giştî li Enqereyê ye.

XALA 2– ARMANC Û RÊGEZÊN KOMELEYÊ:

 A) ARMANCA KOMELEYÊ

Yekem armanca komeleyê a diyar ew e ku di warê maf û azadiya mirovan de bixebite.

B) RÊGEZÊN KOMELEYÊ

Komeleya Mafên Mirovan:

1. Komele ji bo mafên mirovan bi vîna dilê xwe dixebite û pêwendiya wê bi hikûmetê re nîn e.

2. Ji bandora dewletan, hikûmetan û partiyên siyasî azad e.

3. Gerdûnîbûn û yekparebûna mafên mirovan dipârêze.

4. Li dij cudakariya ku ji ber nijad, binyata etnîkî, olî, mezhebî, ziman, reng, zayend,  seqetî, meyldariya zayendî, nêrînên siyasî, felsefî, û hwd bên kirin têkoşînê dide. Her wiha li hember gotinên ku nefretê belav dikin û sûcên nefretkirinê jî têkoşînê dide.

5. Di her şert û mercî de û li her derên cîhanê li dij cezayê mirinê ye.

6. Li her derê û di her şert û mercî de, li dij kê dibe bila bibe li hember şkenceyê

derdikeve.

7. Li her derê û di her şert û mercî de ji bo her kesî mafê darizandin û xweparastina adîlane diparêze.

8. Her dem û di her şert û mercî de li dij cengê û artêşparêziyê ye û mafê aştiyê diparêze.

9. Azadiya xweîfadekirinê, bê şert û merc her wiha bê tixûb diparêze.

10. Azadiya raman û baweriyê, wekî mafê ku kes nikaretevlîbibedibîne û van mafan bê şert û merc û bê tixûb diparêze. Mafê redkirina wijdanî jî dipejirîne û bi heman şeklî diparêze.

11. Azadiya birêxistinîbûnê diparêze.

12. Ji bo mafên kes, cins, çîn û gelên/neteweyên bindest têkoşînê dide. Mafê berxwedana li dij zilm û zordariyê diparêze.

13. Mafê neteweyan ê diyarkirina çarenûsî diparêze.

14. Maf û hiqûqa mirovheziyê diparêze. Li her derê û her tim li dij qirkirina nijadî ye.

15. Ji bo her kesî mafê perwerdebûn û fêrkariya bi zimanê xwe yê bingehîn diparêze. Her wiha mafê dayîn û wergirtina xizmetgûzariya gelemperî ya bi zimanê xwe yê bingehîn diparêze.

16. Komeleya Mafên Mirovan, piştgiriya mafên kesane dike û mafên siyasî, aborî, civakî û çandî;  hemûyan li gel hev dipejirîne û diparêze.

XALA 3– KARÊN KU KOMELE DIKE:

1. Komele, li welatê me di barê şîkariyên der barê mafên mirovan de lêkolînê dike, encamên lêkolînê tesbît dike, agahiyê dide kesan û raya giştî.

2. Di barê mafên mirovan de lêkolîn û lêgerînên zanistî dike, dide kirin, pêşketin û bûyerên di vî warî de dişopîne, ji bo raya giştî radigihîne û ji bo vê armancê navendên lêkolînê dadimezirîne.

3. Civînên eşkere, konferans, semîner, panel, sempozyûm û her cure civînên guncawî armanca komeleyê li dar dixe; xwepêşandan û weşanan dike, konseran li dar dixe, pêşangehan vedike, pêşbaziyan li dar dixe û xelatan dide.

4. Weqfên guncawî armanc û rêgezên komeleyê ava dike.

5. Dezgehên aborî ava dike da armanca xwe ya di xala 2. a rêziknameyê de pêk bîne.

6. Ji bo girtî, cezaxwarî û kesên ku di bin çavan de hatine girtin, bêy ku li nijad, reng, cins, temen, ziman, ol, nêrînên siyasî û baweriya wan binihêre, bi egera ku karibin jiyana xwe di nav şert û mercên rûmetyar û heysiyeta mirovan de bidomînin lêkolînan dike, encamên van lêkolînan eşkere dike û di van waran de raya giştî agahdar dike.

7. Bi saziyên netewî û navnetewî yên ku bi heman armancê daketine; gotina xwe û wan dike yek û heke pêwîstî pê hebe bi biryara civana giştî, li derveyî welêt şaxan û bi biryara civana rêveberiyê jî nûnergehan vedike.

ENDAMTÎ, KETINA KOMELEYÊ, DERKETINA JI KOMELEYÊ, DERXISTINA JI KOMELEYÊ Û BETALBÛNA ENDAMTIYÊ

XALA 4– ENDAMTIYA KOMELEYÊ:

Kesên ku şert û mercên zagona komeleyan pê re hebin, li armanc û rêgezên komeleyê xwedî derdikevin û qebûl bikin ku wê di vî warî de bixebitin dikarin bibin endamê komeleyê. Lê belê daxwaza kesên ku ji yekê zêdetir jinên wan hebin tê redkirin.

Ku pêwîstî pê hebe LRG (Lijneya Rêveberiya Giştî), dikare mafê rûmetê yê endamtiya komeleyê bide kesên ku ji bo têkoşîna mafên mirovan bûne alîkar. Endamên rûmetê  dikarin beşdarî Lijneya Rêveberiyê bibin û nêrîn û dîtinên xwe eşkere bikin, lê mafê wan nîn e ku dengê xwe bidin. Her wiha mafê wan nîn e ku ji bo rêveberiyê werin hilbijartin.

XALA 5– PEJIRANDINA ENDAMTIYA KOMELEYÊ:

Kesên ku bixwazin bibin endam, li cihên ku şaxê komeleyê lê hebe, serî li şaxê didin, li derên ku şax lê tune be, serî li şaxê herî nêzîk didin û forma endamtiyê dadigirin. Lijneya rêveberiya şaxan, di nav sih rojan de serîlêdanan digihînin biryarekê û xwediyên serîlêdanan di barê encamê de agahdar dikin. Piştî ku şaxê biryara endamtiyê da, mînakeke forma endamtiyê û di gel du wêneyên endaman dişîne Navenda Giştî. Navenda Giştî karta nasnameya endamtiyê amade dike û bi riya şaxên komeleyê digihîne ber destê endaman. Heye ku egerek were diyarkirin û serîlêdana endamtiyê were nakirin jî. Li dij biryara nakirinê, ji dîroka agahdarkirinê pê ve, di nav 15 rojan de, serlêdêr dikarin îtirazê li biryara LRG’ê bikin. Dê LRG di civîna xwe ya yekemîn de li îtîrazê binihêre û biryarê bide. Serlêdêr dikarin li nik Civana Giştî îtirazê li biryara LRG bikin.

XALA 6– MAF Û BERPIRSIYARIYÊN ENDAMAN:

a.   Beşdarbûna xebatan û rêgeza wekhevîbûnê:

Mafên endamên komeleyê yek in. Tu endam nikarin bi egera ziman, nijad, reng, zayend, ol û mezheb, binyata etnîkî, seqetî, nêrûmêtî, malbat, civat û çînê cudatiyê bixin di navbera endamên komeleyê de. Her wiha tu endam nikarin tiştên ku wekheviyê xera bikin, an jî hinek endaman bi van egerên ku me li jor gotina wan kir, di ser ên dî re bigirin. Mafê her endamî/ê heye ku beşdarî rêveberî û xebatên komeleyê bibe.

b.   Mafê dengdanê:

Her endam di civana giştî ya şaxê ku tê de qeydkirî ye xwediyê dengekî ye; pêwîst e endam dengê xwe bi xwe bide. Nemayendên xwezayî yên ku di rêziknameyê de hatine diyarkirin û nemayendên ku wê ji alê Civanên Giştî yên Komeleyê ve werin hilbijartin; di Civana Giştî ya Komeleyê de dengên xwe li gor hukmên rêziknameyê didin. Endamên rûmetê mafê dengdanê nîn in.

c.    Berpirsiyariyên endaman:

Her endam mecbûr e ku li gor armanc û rêgezên ku di rêziknameyê de hatine diyarkirin tev bigere û divê bi taybetî tiştên li dij rêgezên komeleyê neke, xwe jê biparêze û jê vede.

Barbûya endaman a mehane û salane, her sal ji alê LRG'ê ve ji nû ve tê diyarkirin. Endamên ku endamtiya xwe betal bikin an jî endamtiya wan were betalkirin mecbûr in ku barbûya xwe ya maweya ku endam bûn bidin.

XALA 7– DERKETINA JI KOMELEYÊ:

Her endam, bi şertê ku bi awayekî nivîskî agahiyê bide şaxê xwe, dikare betalkirina endamtiya xwe bixwaze û ji endamtiyê derkeve.

XALA 8– EGERÊN BETALKIRINA ENDAMTİYÊ:

Egerên betalkirina endamtiyê ev in:

a.   Ku endam derveyî armanc û rêgezên komeleyê baxive an jî tiştên derveyî armanc û rêgezên komeleyê bike,

b.   Di serî de jin û zarok, li dij hinekan zorkariyê bike.

c.    Di warê xebatên komeleyê de xemsariyê bike, zêde bi ser guhên xwe re bavêje, an jî bi qestî nehêle werin kirin.

XALA 9– RÊBAZA LÊPIRSÎNÊ:

Ku endamek kirineke di xala 8. de bike, li ser giliyê lijneya rêveberiya şaxê an jî komele ji ber xwe di barê endamî/ê de, li gor rêbaza fiqreya 3. a vê xalê, parêziknameya endamî/ê distîne û lêpirsînê dide destpêkirin. Di nav 30 rojan de encama lêpirsînê digihîne ber destê LRG'ê. LRG, dosyayên lêpirsînê yên ku gihîştine ber destên wê, di nav 30 rojan de digihîjine ber destên Lijneya Rûmetê.

LRG dikare ji ber xwe jî serî li Lijneya Rûmetê bide da endamekî/ê ceza bike. Di rewşeke wiha de, LRG ji nav endamên xwe yekî/ê diyar dike. Lêpirsîna yekemîn ev endam dike. Lijneya Rûmetê, bi şertê ku ji 7 rojan ne kêmtir be, ji bo endamî/ê  maweyekê diyar dike da endam xwe biparêze. Heke endam bixwaze xwe devkî biparêze,  roj û saet tên diyarkirin û  endam bi rengekî nivîskî tê agahdarkirin da xwe bi devkî biparêze. Ku endam di maweya ku hatiye diyarkirin de xwe bi awayê nivîskî neparêze an jî di roj û saetên ku ji bo xweparastina bi devkî hatine diyarkirin de ne amade be, ev yek ê bê wê wateyê ku dev jixweparastinê berdaye. Hingê Lijneya Rûmetê dê biryarê li gor dosyayê bide. Endamê/a ku li ser rapora Lijneya Rûmetê û bi biryara LRG'ê endamtiya wî/ê hatibe betalkirin, peywira wî/ê ya di rêveberiya komeleyê de jî bi dawî dibe. Li şûna endamî/ê bangî cîgirê/a wî/ê tê kirin. Li şûna kesên ku derheqê wan de lêpirsîn hatiye kirin, bi vê egerê peywira wan a rêveberiyê hatiye betalkirin û di gel cîgirî/ê jî dezgeh neyê avakirin, endamên rêveberiya lijneyê an jî lijneya venihêrtinê di nav mehekê de bangî civana giştî dike ku bicive. Ku bangewazî neyê kirin; li ser daxwaza endamekî/ê, dadgerê/a lihevanînê sê endamên komeleyê wezîfedar dike. Ev endam gazî civana giştî dike û heta bi maweya ku civana giştî pêk were, hemû kar û barên amadekariya civana giştî dike. Heta bi maweya ku civana giştî pêk were, hemû kar û barên amadekariya civana giştî, ji alê endamên lijneya rêveberiyê yên ku mane ve tên kirin. Endamê/a navborî, maf heye ku li dij biryarên tawanbarkirina Lijneya Rûmetê û biryara Lijneya Rêveberiya Giştî a ku endamtiya endamî/ê betal kiriye îtîraz bike. Biryara di barê îtîrazê de, di Civana Giştî ya serê pêşiyê de tê dayîn. Biryara Civana Giştî teqez e.

XALA 10– BETALBÛNA ENDAMTIYA KOMELEYÊ YA JIBERXWE:

Endamtiya komeleyê di rewşên jêrîn de ji xweber betal dibe:

a.   Ku endam bimire,

b.   Heke astengên zagonî li endamî/ê peyda bibin an jî şert û mercên zagonî ji holê rabin.

c.    Ku endam di gel agahdariya nivîskî jî, di nav 30 rojan de barbûya xwe nede.

Lijneya rêveberiya şaxan, rewşa kesên ku endamtiya wan ji xweber betal dibe, herî dereng di nav mehekê de Navenda Giştî agahdar dike.

XALA 11– DEZGEHÊN KOMELEYÊ:

Dezgehên komeleyê ev in:

 1- Dezgehên Navenda Giştî:

a.   Civana Giştî

b.   Lijneya Rêveberiya Giştî

c.    Lijneya Venihêrtinê Ya Navendî

d.   Lijneya Rûmetê

2- Dezgehên Şaxan

a.   Civana Giştî Ya Şaxan

b.   Lijneya Rêveberiya Şaxan

c.    Lijneya Venihêrtinê Ya Şaxan

CIVANA GIŞTÎ

XALA 12– DAMEZIRANDINA WÊ:

Rayedartirîn dezgehê komeleyê Civana Giştî ye. Civana Giştî ji nemayendên xwezayî û yên ku ji alê civana giştî ya şaxan ve tên hilbijartin pêk tê.

a.   Nemayendên Xwezayî: LRG, endamên bingehîn ên Lijneya Venihêrtinê, Lijneya Rûmetê, lijneya rêveberiya şaxan nemayendên xwezayî yên Civana Giştî ne.

b.   Nemayendên Ku Hatine Hilbijartin: Di Civana Giştî ya Şaxan de, bêy ku li hejmara wan bê nihêrtin, sêyesê nemayend tên hilbijartin da beşdarî Civana Giştî ya Komeleyê bibin. Dîsa serê her 15 endaman nemayendek dî jî tê hilbijartin. Ji 15 endaman kêmtir li ber çavan nayên girtin.

XALA 13 – PEYWIR Û RAYEDARÎ:

Civana Giştî:

a.   Dezgehên komeleyê (LRG, Lijneya Venihêrtinê, Lijneya Rûmetê) hildibijêre.

b.   Rêziknameya Komeleyê Diguhere.

c.    Raporên dezgehên ku ji alê Civana Giştî ya Komeleyê ve tên damezirandin dadihûrînin. Van lijneyan bê guneh dikin, diguherin, dipejirînin, an jî rayeyê didin ku di barê wan de doz were vekirin.

d.   Li ser butceya ku ji alê LRG'ê ve tê amadekirin radiweste, an eynî dipejirîne an jî diguhere û wisa dipejirîne

e.   Ji bo vedora di pey re mijarên xebatê yên nû diyar dike.

f.     LRG'yê rayedar dike da ji bo komeleyê tiştênguhêzbar û neguhêzbarbikire, bifiroşe, îpotekê dane ser, an jî îpotekê ji ser rake, bibexşîne an jî bide destên hinekên dî.

g.   Biryarê dide ku komele li derveyî welêt bixebite, wekî endam beşdarî saziyên navneteweyî bibe an jî jê veqete.

h.   LRG'yê rayedar dike da karibe biryara damezirandina federasyonên neteweyî û navneteweyî bide, beşdarî federasyonên ku hatine damezirandin bibe, an jî jê veqete, li derveyî welêt şaxan veke, an jî bigire û kar û barê van saziyan bi encam bike.

i.     Îtirazên endamên ku ji komeleyê hatine derxistin dadihûrîne û di vî warî de biryarê dide.

j.     Biryarê dide, ka wê komeleyê çawa betal bike û heyîna komeleyê ya malî û diravên wê çawa û bi çi awayî dewr bike.

k.    Tiştên ku zagonên komeleyan dixwazin ku Civana Giştî bike, tîne cih.

l.     Biryarê dide da li bajar an jî navçeyan şaxên komeleyê veke û LRG'ê rayedar bike da kar û barên şaxên ku wê werin vekirin an jî werin girtin bike. 

 CIVÎNÊN CIVANA GIŞTÎ

 XALA 14– CIVÎNA ASAYÎ

Civînên civana giştî yên komeleyê yên asayî, du salan carekê, di meha kewçêrê de tên lidarxistin. Dîroka civîna civana giştî ji alê LRG'ê ve tê diyarkirin. Dezgehên komeleyê ji bo du salan tên hilbijartin

XALA 15– CIVÎNA AWERTE

LRG, li ser daxwaza lijneya rêveberiyê an jî lijneya venihêrtinê, an jî li ser serîlêdana nivîskî ya ji pêncan yekê endamên komeleyê bangî civana giştî dike. Heke LRG di gel daxwaza Lijneya Venihêrtinê û daxwaza nivîskî ya ji pêncan yekê endamên komeleyê jî ji bo civînê bangî civana giştî neke; hingê dadmendê/a lihevanînê, li ser serîlêdana nivîskî ya endamekî/ê, sê endaman peywirdar dike da ji bo civînê bangî civana giştî bikin.

XALA 16– BANGEWAZIYA JI BO CIVÎNÊ:

LRG, lîsteya endamên ku mafê wan ê beşdarbûna civana giştî  heye li gor rêziknameya komeleyê amade dike. Endamên ku mafê  wan ê beşdarbûna civana giştî heye, di barê roj, saet, cih û rojeva civînê de herî kêm pazdeh rojan ji berî hingê tên agahdarkirin. Ev agahî, an di rojnameyekê de tên îlankirin, an jî bi awayekî nivîskî an jî bi riya birîdeya elektronîkî ji endaman re tê şandin. Bi vî şeklî, bangewazî li endaman tê kirin. Heke beşdar, bi vê bangewaziyê têra civîna Civana Giştî nekin û civîn ji ber vê yekê neyê kirin, divê were diyarkirin ka civîna duyemîn ê kîjan rojê, kîjan saetê û li ku derê were lidarxistin. Divê maweya navbera civîna yekemîn û duyemîn ji heft rojan ne kêmtir û ji şêst rojan jî ne zêdetir be.

Heke civîn bi egereke dî bi şûn ve were dayîn, ev rewş di gel ravekirina egera bişûnvedayînê û li gor rêbaza civîna yekemîn, ji bo endaman tê ragihandin. Mecbûrî ye ku civîna duyemîn şeş mehan piştî mêjûya ku civîna yekemîn hatiye betalkirin were li darxistin. Dîsa li gor rêbazên di fiqreya yekemîn de bangewazî li endaman tê kirin.

Nabe ku civîna Civana Giştî ji carekê zêdetir bi paş ve were dayîn.

XALA 17– CIHÊ  CIVÎNÊ

Pêwîst e civîna Civana Giştî li cihê ku navenda komeleyê lê ye were kirin.

XALA 18– TÊRHEJMARA CIVÎNÊ:

Li gor rêziknameya komeleyê, Civana Giştî bi beşdariya ji nîvî  yek zêdetirê kesên ku mafê wan ê beşdarbûna Civana Giştî heye dicive. Heke di civîna yekemîn de hejmara beşdaran têra civînê neke, di civîna duyemîn de naxwaze ku mirov li beshejmara beşdaran bigere. Lê belê divê hejmara endamên ku beşdarî civîna duyemîn bûne, ji du qat tamhejmara lijneyên rêveberiyên komele û venihêrtinê ne kêmtir be.

XALA 19– AWAYÊ  LIDARXISTINA CIVÎNÊ:

Divê  Civînên Komeleyê yên Civana Giştî, di roj, saet û cihê  ku di agahdariyê de hatiye diyarkirin bên lidarxistin

Dê  endamên ku wê beşdarî Civana Giştî bibin, pêşiyê  li hemberî navên xwe yên di lîsteya ku ji alê LRG'ê  ve hatiye amadekirin binavîşin,  paşê biçin cihê civînê.

Heke tamhejmara ku di xala 18. de hatiye diyarkirin pêk hatibe, rewş  bi girtenameyekê tê tesbitkirin û serokê/a civîna Civana Reveberiyê an jî yekî/e ku hatibe peywirdarkirin, civînê dide destpêkirin. Piştî ku civînê dest pê kir serokek û bi qasî ku têrê bike cîgirên serokî/ê û berdevkek jî tê hilbijartin da civînê bi rê ve bibe.

Serokê/a Civana Giştî civînê bi rê ve dibe. Berdevik girtenameya civînê dinivîsin û tevî serokî/ê dinavîşin. Di dawiya civînê de hemû girtename û belge radestî Lijneya Rêveberiyê tên kirin

XALA 20– MIJARÊN KU WÊ DI CIVÎNÊ DE BÊN GUFTÛGOKIRIN

Di civîna Civana Giştî de, xalên ku bi awayekî nivîskî cih digirin tên guftûgokirin. Lê belê, heke mijarên ku ji dehan yekê endamên ku di civînê de amade ne bixwazin werin guftûgokirin hebin, mecbûrî ye ku ew mijar werin rojevê

XALA 21– AZÎNEYA DENGDAYÎN Û BIRYARGIRTINA DI CIVANA GIŞTΠDE

Tenê  nemayendên ku di xala 12. de hatine diyarkirin dikarin beşdarî  Civana Giştî bibin û dengên xwe bidin. Ji xeynî  guhertina rêziknameyê û betalkirina komeleyê, biryar bi beşdariya piraniya zêde ya endaman tên dayîn. Biryara guhertina rêziknameyê û betalkirina komeleyê, tenê dikare bi beşdariya ji sêyan duyên piraniya beşdaran were dayîn. Tu endamên komeleyê,  nikarin ji bo biryarên di barê karekî  hiqûqî, an jî bihevnekerina di navbera xwe û komeleyê  de, di navbera hevser, serenijad û binenijada xwe de dengê  xwe bide.

Hilbijartina endamên dezgehên komeleyê bi dengdana veşartî û  senifandina eşkere tê kirin.

LIJNEYA RÊVEBERIYA NAVENDÎ

XALA 22– DAMEZIRANDINA WÊ

LRG, ji 35 endaman pêk tê û ji alê Civana Giştî  ve ji bo 2 salan tê hilbijartin. Li gelendamên bingehîn 20 endamên cîgir jî tên hilbijartin. Piştî Civana Giştî, dezgehê rêveberiya komeleyê LRG ye. LRG, di nav xwe de, lijneya rêveberiya navendî ya ji 15 kesan pêk tê hildibijêre.

XALA 23– PEYWIR Û RAYEYÊN WÊ

LRG

a.   Xebatên ku ji bo armanca komeleyê pêwîst bin dike. Biryaran digire û van biryarên ku girtiye disepîne.

b.   Budceya komeleyê dide sepandin, budceya nû disêwirîne û tiştên ku hatine nivîsandin bi rê ve dibe.

c.    Ji bo civîna asan û derasan bangî Civana Giştî ya Komeleyê dike.

d.   Rojeva civînên Civana Giştî amade dike.

e.   LRG, li gor rayeya xwe, kar û barên vekirin an jî betalkirina şaxên ku biryara wan ji alê Lijneya Lijneya Komeleyê ve hatiye dayîn bi rê ve bibe.

f.     Cihên ku nûnertî lê werin vekirin diyar dike, nûnertiya ku herî zêde ji sê kesan pêk tê diyar dike û heke pêwîstî pê hebe van nûnertiyan betal dike.

g.   Biryarên xebatên komeleyê yên ku di Civana Giştî de hatine girtin bi rê ve dibe.

h.   Ji bo warên ku pêwîstî pê hebe, komîsyonan, civanan, komîteyan, sekreteriyan dadimezirîne an jî yên ku hene betal dike. Çend endamên komeleyê peywirdar û rayedar dike da kar û barên komeleyê bi rê ve bibin.

i.     Di barê kar û barê komeleyê yê hundirîn de, bi taybetî ji bo xebata komîsyon, lijne û komîteyên ku wê damezirîne rêziknameyan amade dike û van rêziknameyên ku amade kirine datîne ber şîkariyê.

j.     Di warên ku pêwendiya wan bi armancên komeleyê re hene de, bi egera ku armancên xwe yên hevpar pêk bînin biryarê dide da bi komele, weqf, sendîka û saziyên dî re platforman ava bike û beşdarî platformên ku hene bibe an jî xwe ji platforman vekêşe.

k.    Her çeşîd xebatên ku zagon, rêzikname, rêzikanmeyên hundirîn û biryarên ku Civana Giştî dixwaze dike.

l.     LRG, dikare carinan civînên asayî an jî awarte li dar bixe da bi serokên şax û nûnertiyan, nûnerên herêman û kesên ku bawerî pê heye ku ji bo mafên mirovan karên sûdewar dikin bişêwire.

XALA 24– CIVÎNÊN LRGÊ:

LRG, li ser bangewaziya Serokê/a Giştî, an jî bi bangewaziya herî kêm 7 endamên LRG'ê, du mehan carekê bi awayekî awarte dicive. Endamên ku salê 3 caran li ser hev, bê eger beşdarî civînê nebin, endamtiya wan betal dibe. LRG, di civîna xwe ya yekemîn de ji nav endamên xwe, Serokekî/e Giştî, Sekreterekî/e Giştî, 4 Alîkarên Serokê/a Giştî, 4 Alîkarên Giştî, Hejmaryarekî/ê û ji nav endamên bingehîn an jî ji nav yên cîgir de, bi qasî ku têrê bike nûnerên herêman hildibijêr e. Kesek dikare 2 caran li ser hev bibe serokê/a giştî, alîkarê/a serokê/a giştî û sekreterê/a giştî. LRN dê di nav xwe de lijneya rêveberiya navendî hilbijêre û ev lijne dê 15 rojan carekê bicive. Her wiha ev lijne dê biryarên ku ji alê LRN’ê ve werin girtin karîger bike û kar û barên dî yên ku rêzikname bixwaze bîne cî.

XALA 25– SEROKÊ/A GIŞTÎ:

Serokê/a Giştî, li ser navê LRG'ê komeleyê temsîl dike. Serokatiya LRG’ê dike. Ku pêwîstî pê hebe, li ser navê komeleyê daxuyaniyan dide. Dema Serokê/a Giştî ne amade be Alîkarê/a Serokê/a Giştî peywirên Serokê/a Giştî tîne cih û rayeyên wî/ê bi kar tîne

XALA 26– SEKRETERÊ/A GIŞTÎ

Sekreterê/a Giştî, hemû kar û barên birêvebirin û nivîsandinê dike. Peywirên Alîkarên Sekreterê/a Giştî di civîna LRG'ê ya yekemîn de tên diyarkirin

XALA 27– HEJMARYARÊ/A GIŞTÎ

Hejmaryarê/a Giştî, kar û barên aborî yên komeleyê bi rê ve dibe û hesabên wan digire.

LIJNEYA VENIHÊRTINÊ YA NAVENDÎ

XALA 28– DAMEZIRANDINA WÊ

Lijneya Venihêrtinê Ya Navendî, ji sê endamên bingehîn û sê endamên cîgir pêk tê. Ev endam ji alê Civana Giştî ve ji nav endamên komeleyê tên hilbijartin. Lijneya Venihêrtinê di civîna xwe ya yekemîn de karbeşiyê dike. Serok û sekreterî/ê hildibijêre. Endamên ku ji bo Lijneya Venihêrtinê hatine pêşniyarkirin an jî endamên ku bi xwe bûne berendam, li gor hejmara dengên ku standine, sêyên pêşiyê dibin endamên bingehîn û sêyên dî jî dibin endamên cîgir. Dengdayîn veşarî ye û deng eşkere tên senifandin. Lijneya Venihêrtinê, herî kêm sê mehan carekê dicive. Lijneya Venihêrtinê, şîkarkirina butce û mezaxteya ku ji alê Lijneya Rêveberiya Navendî ve hatiye diyarkirin vedinihêre.

Hesabên komeleyê û lênûskên ku pêwendiya wan bi hesabî re heye dadihûrîne. Heke kêmahî hebin Lijneya Rêveberiyê  pê dihesîne. Komeleyê ji alê rêveberî û  aboriyê ve vedinihêre. Raporên encamên venihêrtinê raberî Civana Giştî dike. Lijneya Venihêrtinê ya Navendî, şax û nûnertiyên ku LRG pêwîstiyê pê bibîne ji alê birêvebirin û aboriyê ve vedinihêre. Rapora Venihêrtinê amade dike û raberî lijneya rêveberiya giştî dike.

XALA 29– LIJNEYA RÛMETÊ:

Lijneya Rûmetê ji pênc endamên bingehîn û pênc ên cîgir pêk tê. Endamên Lijneya Rûmetê Ji alê Civana Giştî ve bi dengên veşarî tên hilbijartin û li gor dengên ku endaman girtine dibin rêz. Lijneya Rûmetê rewşa endamên ku ji bo wan hatine şandin dadihûrîne û biryarê dide.

XALA 30– CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ:

Lijneya Rûmetê, li gor xala 9. a rêziknameyê, li rewşa endamên ku belgeyên wan hatine şandin dinihêre. Li gor xala 8. biryarê dide. Lijneya Rûmetê; der barê rewşa endamên ku kirinên wan ne li gor xala 8/a û 8/b ya rêziknameyê ne û ji ber vê yekê cezayê betalkirina endamtiya wan dixwaze de LRG'ê agahdar dike.

Lijneya Rûmetê, dikare ji bo kirinên ku xala 8/c diyar dike, li şûna teklîfa betalkirina endamtiyê, cezayê hişyarkirinan jî lomanê bide wan kesan. Kesên ku sê caran lomanî lê bê kirin, bi daxwaza ku endamtiya wan were betalkirin ji bo LRG'ê tên şandin.

ŞAX

XALA 31– DAMEZIRANDINA ŞAXAN:

Komele, dikare li cihên ku pêwîstî pê hebe bi biryara Civana Giştî, şaxan veke. Civana Giştî ya komeleyê biryara vekirina şaxan dide. Ji bo kar û barê şaxê ku wê nû vebe bi destê LRG'ê rayeyê dide lijneya rêveberiyê. Civana damezirîner ku herî kêm ji sê kesan pêk tê agahnameyê, sê nusxe rêziknameya komeleyê û belgeyên dî ên pêwîst dide fermandarê/a mulkiyeya cihê ku wê komele lê were vekirin. Damezirînerên van şaxan mecbûr in, li cihê ku şax ê lê were vekirin niştecih bin.

XALA 32– DEZGEHÊN  ŞAXAN:

Dezgehên  şaxan ev in; Civana Giştî ya Şaxan, Lijneya Rêveberiya Şaxan, Lijneya Venihêrtinê ya Şaxan

XALA 33– CIVANA ŞAXAN A GIŞTÎ:

Peywir û rayeyên wê:

Civana Giştî ya Şaxan ji endamên ku di lîsteya şaxan de hatine qeydkirn pêk tê. Civanên Şaxan ên Giştî neçar in ku civîna Civana Komeleyê ya Giştî û asayî herî kêm du mehan ji berî civîna Civana Giştî ya komeleyê biqedîne.Civanên RêveberiyênŞaxan, di Avrêl û Pûşbera sala ku civana giştî ya navendî hatiye lidarxistin de tên lidarxistin.Lijneya Venihêrtinê û nemayendên Civana Navendî ya Giştî ji alê Civana Şaxan ya Giştî ve tên hilbijartin. Hilbijartin bi dengdana veşarî û hejmartina eşkere pêk tê. Nemayendên bingehîn û nemayendên cîgir, li gor hejmara dengan tên diyarkirin.

XALA 34– PEYWIR Û RAYEYÊN LIJNEYA RÊVEBERIYA ŞAXAN:

7 endamên bingehîn û 7 yên cîgir, ji alê Civana Giştî  ya Şaxan ve ji bo Lijneya Rêveberiya Şaxan tên hilbijartin. Lijneya Rêveberiya Şaxan, di navbera xwe de serokekî/ê, sekreterekî/ê,  hejmaryarekî/ê hildibijêre. Divê şaxên ku ji alê Civana Giştî ve tên vekirin herî dereng di nav 6 mehan de Civana xwe ya Giştî bicivînin. Ji bo civîna awarte, herî kêm 4 endamên Lijneya Rêveberiya Şaxan dikarin ji bo Lijneya Rêveberiya Şaxan bangewaziyê bikin.

Lijneyên Rêveberiyên Şaxan, hemû xebatên xwe li gor Rêzikname, biryarên Civana Giştî û LRG’ê bi rê ve dibin.

Lijneyên Rêveberiyên Şaxan, ji bo xebatên projeyên ku pişkeke wan an jî bi temamî, rasterast an jî nerasterast tên fînansekirin, serî li LRG'ê didin û projeyê pê didin erêkirin.

XALA 35– LIJNEYA ŞAXAN A VENIHÊRTINÊ:

Ji bo Lijneya Venihêrtinê 3 endamên bingehîn û 3 yên cîgir tên hilbijartin. Di civîna xwe ya pêşiyê de, di nav endamên xwe de serok û sekreterekî/ê hildibijêre. Lijneya Şaxan a Venihêrtinê, her 3 mehan carekê şaxan ji alê rêveberî û aboriyê ve vedihinêre. Mînakeke rapora Lijneya Venihêrtinê ji bo Lijneya Giştî ya Venihêrtinê dişîne.

XALA 36– NÛNERTIYÊN  HERÊM, ŞAR, NAVÇE Û DERVEYÎ WELÊT:

Ji bo navçeyên ku wê ji alê LRG'ê ve nûnertî lê were vekirin, herî zêde ji bo 3 kesan raye tê dayîn. LRG, navên kes an jî kesên ku ji bo wan raye hatiye dayîn ku nûnerîtiyê vekin,  ji fermandarê mulkiya cihê ku wê nûnertî lê were vekirin re dişîne.

LRG, di nav endamên xwe de (bingehîn an jî cîgir) bi qas ku têrê bike nûnerên herêmê hildibijêre. Peywir û berpirsiyariyên nûnerên herêm, şar an jî navçeyan û derveyî welêt ji alê LRG'ê ve bi rêziknameyan tên diyarkirin

XALA 37– NEMAYEND:

Şax, di Civana Giştî ya Navendî de, bi nemayandên ku li gor xala 12. (b) hatine hilbijartin tên temsîlkirin.

XALA 38– DENGDAN:

Ku di rêziknameyê de tu biryarên dî tune bin, hemû  dezgehên komeleyê bi piraniya zêde dicivin. Biryar bi piraniya zêde ya beşdaran tên girtin.

HUKMÊN ABORÎ

XALA 39– LÊNÛSK Û QEYDKIRIN:

Lijneya Rêveber ya Komeleyê lênûskên li jêr digire.

a.   Lênûska Qeyda Endaman: Qeyda nasnameyên endamên komeleyê, dîroka qeydbûna komeleyê û mîqdara barbûyê di vê lênûskê de tên nivîsandin.

b.   Lênûskên Biryaran: Ev lênûsk ji alê Lijneya Rêveber ve tên girtin û di vê lênûskê de biryar, dîrok û nimroya biryarê bi rêzê tê nivîsandin û ji alê endaman ve tê navîşkirin.

c.    Lênûskên Ewraqan: Ewraqên ku tên û yên ku diçin di van lênûskan de bi rêza dîrok û nimroyan tên nivîsandin.

d.   Lênûska Hatin û Lêçûnê.

e.   Lênûska Mîriyê.

f.     Lênûska qeyda belgeyên ku hatine radestkirin.

XALA 40– HATIN Û MAL:

Çeşîdên hatina komeleyê, barbû, bexşan û hatinên dî ne. Komele, dikare tiştên guhêzbar û neguhêzbar bi dest bixe da karibe kar û barên xwe bike û armanca xwe bîne cih.

XALA 41– DEYN Û KARÊN KU LI KOMELEYÊ BÊN BARKIRIN:

Ji bo hemû karên ku komeleyê dixin bin baran û lêçûnên ku mîqdara diravên wan ji 1.000,00 TL'yî diborin Serokê/a Komeleyê an jî di gel Sekreterê/a Giştî navîşa Hejmaryarî/ê jî mecbûriye. Ji bo lêçûnên ku mîqdara diravên wan ji 1.000,00 TL'yî naborin navîşa Serokê/a Komeleyê,  Sekreterê/a Giştî an jî Hejmaryarî/ê bes e.

XALA 42– MEQBÛZ  Û BELGEYÊN LÊÇÛNÊ:

Hatina komeleyê, bi meqbûzên qoçane û nimrokirî tê standin. Divê lêçûn jî were belgekirin. Qoçaneyên meqbûzan û belgeyên lêçûnê pênc salan tên hilanîn (veşartin). Komele bi qasî mîqdara LRG diyar bike diravan di kaseya xwe de digire.

Barbû  ji alê şaxan ve tê berhevkirin. Ji % 20'ê barbûyê, heta bîstê mehê ji bo Navenda Giştî tê şandin.

VENIHÊRTINA NAVXWEYÎ

XALA 43– Civana Giştî, Lijneya Rêveberiyê an jî Lijneya Venihêrtinê dikare li komeleyê venihêrtinê bike. Her wiha komele dikare venihêrtinê bi lijneyên serbixwe jî bide kirin. Her çi qas Civana Giştî, Lijneya Rêveberiyê an jî Lijneyên serbixwe karê venihêrtinê kiribin jî, berpirsiyariya lijneya venihêrtinê di vî warî de ji holê ranabe.                     

Venihêrtina komeleyê, herî kêm salê carekê, ji alê lijneya venihêrtinê ve tê kirin. Civana Giştî an jî Lijneya Rêveberiyê; dema pêwîstiyê pê bibîne dikare venihêrtinê bike an jî bi saziyên serbixwe bide kirin.

RÊBAZÊN DEYNKIRINA KOMELEYÊ

XALA 44– Komele, ji bo ku bigihîje armanca xwe û karê xwe bi rê ve bibe, ku pêwîstî pê hebe, bi biryara Lijneya Rêveberiya Giştî, dikare deynan bike. Dikare malê qrediyê an jî xizmetgûzariyê bikire. Her wiha dikare deynê hişkedirav jî bike. Lêbelê divê ev deyn ji derfetên komeleyê ne zêdetir bin û komeleyê nexin di deravê tengasiyê de.

XALA 45– GUHERTINA RÊZIKNAMEYA KOMELEYÊ:

Rêziknameya Komeleyê, li ser pêşniyara Rêveberiya Giştî an jî ji pêncan yekê endaman û bi erêkirina ji sêyan duyê wan ên ku beşdarî Civana Giştî bûne tê guhertin.

XALA 46– BETALKIRINA KOMELEYÊ:

Biryara betalkirina komeleyê di destê Civana Giştî ya Komeleyê  de ye. Di civîna yekemîn de şert e ku herî kêm ji sêyan du endamên ku li gor rêziknameyê mafê wan heye ku beşdarî  Civana Giştî bibin, beşdarî vê civînê bibin.

Ku bi vî awayî piraniya endaman pêk neyê, ji bo cara duyê bangewazî tê kirin ku ji nû ve bicivin. Divê hejmara endamên ku cara duyê beşdarî vê civînê bibin, ji du qat hejmara tam a lijneya rêveberî û nihartinê ne kêmtir be. Biryarên derbarê betalkirinê de bi hejmara zêde ya endamên amade tê girtin.

XALA 47– PIŞTΠ BETALBÛNA KOMELEYÊ SAFÎKIRINA MAL Û DIRAVAN:

Dema Civana Giştî biryara betalkirina komeleyê da, ji bo safîkirina mal û diravên komeleyê, lijneyeke ku ji sê kesan pêk tê hildibijêre. Ev lijne, malê komeleyê, deynê ku li komeleyê ye, deynê ku li hinekên dî ye tesbît dike. Deynê ku li hinekan e ber hev dike û her wiha deynê ku lê ye jî dide. Biryarê dide ka wê hebûna komeleyê ya malî dewrî kîjan saziyê bike.

XALA 48– RÊZIKNAME:

Civana Giştî û hilbijartin, rêziknameyên malî, rêziknameyên rêxistinî û komîsyon, hîmên xebata lijneyên venihêrtin û rûmetê, nûnertî, şaxên nûnerîtiyên derveyî welêt, xelat û rêziknameyên ku pêwîst, bi biryara LRG'ê tên derxistin.

XALA 49– MIJARÊN KU NEHATINE DIYARKIRIN:

Hinek mijar di vê rêziknameyê de nehatine diyarkirin. Di warê wan mijaran de, li gor zagona komeleyan û mewzûata vî warî tê hereketkirin.

XALA DEMDEMΠ 1:

Di xala rêznamê ya 24. de guhertinek hatiye çêkirin. Di vê  guhertinê de hatiye gotin ku serokê/a giştî, alîkarên serokê/a giştî û sekreterê/a giştî dikarin du caran li ser hev peywirê bigirin.

sererastkirin ji 16. civana giştî ya asayî ya di dîroka 24 –  25’ê Sermaweza 2012’an û vir de derbazba Ev rêzikname bi nivîsa Walîtiya Enqerê ya roja 09.05.2013 û 5253/4721 hatiye pesendkirin.