RÊGEZÊN KOMELEYÊ

Komeleya Mafên Mirovan:

1. Komele ji bo mafên mirovan bi vîna dilê xwe dixebite û pêwendiya wê bi hikûmetê re nîn e.

2. Ji bandora dewletan, hikûmetan û partiyên siyasî azad e.

3. Gerdûnîbûn û yekparebûna mafên mirovan dipârêze.

4. Li dij cudakariya ku ji ber nijad, binyata etnîkî, olî, mezhebî, ziman, reng, zayend,  seqetî, meyldariya zayendî, nêrînên siyasî, felsefî, û hwd bên kirin têkoşînê dide. Her wiha li hember gotinên ku nefretê belav         dikin û sûcên nefretkirinê jî têkoşînê dide.

5. Di her şert û mercî de û li her derên cîhanê li dij cezayê mirinê ye.

6. Li her derê û di her şert û mercî de, li dij kê dibe bila bibe li hember şkenceyê

    derdikeve.

7. Li her derê û di her şert û mercî de ji bo her kesî mafê darizandin û xweparastina adîlane diparêze.

8. Her dem û di her şert û mercî de li dij cengê û artêşparêziyê ye û mafê aştiyê diparêze.

9. Azadiya xweîfadekirinê, bê şert û merc her wiha bê tixûb diparêze.

10. Azadiya raman û baweriyê, wekî mafê ku kes nikaretevlîbibedibîne û van mafan bê şert û merc û bê tixûb diparêze. Mafê redkirina wijdanî jî dipejirîne û bi heman şeklî diparêze.

11. Azadiya birêxistinîbûnê diparêze.

12. Ji bo mafên kes, cins, çîn û gelên/neteweyên bindest têkoşînê dide. Mafê berxwedana li dij zilm û zordariyê diparêze.

13. Mafê neteweyan ê diyarkirina çarenûsî diparêze.

14. Maf û hiqûqa mirovheziyê diparêze. Li her derê û her tim li dij qirkirina nijadî ye.

15. Ji bo her kesî mafê perwerdebûn û fêrkariya bi zimanê xwe yê bingehîn diparêze. Her wiha mafê dayîn û wergirtina xizmetgûzariya gelemperî ya bi zimanê xwe yê bingehîn diparêze.

16. Komeleya Mafên Mirovan, piştgiriya mafên kesane dike û mafên siyasî, aborî, civakî û çandî;  hemûyan li gel hev dipejirîne û diparêze.