ENDAMTIYA KOMELEYÊ

ENDAMTIYA KOMELEYÊ:

Kesên ku şert û mercên zagona komeleyan pê re hebin, li armanc û rêgezên komeleyê xwedî derdikevin û qebûl bikin ku wê di vî warî de bixebitin dikarin bibin endamê komeleyê. Lê belê daxwaza kesên ku ji yekê zêdetir jinên wan hebin tê redkirin.

Ku pêwîstî pê hebe LRG (Lijneya Rêveberiya Giştî), dikare mafê rûmetê yê endamtiya komeleyê bide kesên ku ji bo têkoşîna mafên mirovan bûne alîkar. Endamên rûmetê  dikarin beşdarî Lijneya Rêveberiyê bibin û nêrîn û dîtinên xwe eşkere bikin, lê mafê wan nîn e ku dengê xwe bidin. Her wiha mafê wan nîn e ku ji bo rêveberiyê werin hilbijartin.

PEJIRANDINA ENDAMTIYA KOMELEYÊ:

Kesên ku bixwazin bibin endam, li cihên ku şaxê komeleyê lê hebe, serî li şaxê didin, li derên ku şax lê tune be, serî li şaxê herî nêzîk didin û forma endamtiyê dadigirin. Lijneya rêveberiya şaxan, di nav sih rojan de serîlêdanan digihînin biryarekê û xwediyên serîlêdanan di barê encamê de agahdar dikin. Piştî ku şaxê biryara endamtiyê da, mînakeke forma endamtiyê û di gel du wêneyên endaman dişîne Navenda Giştî. Navenda Giştî karta nasnameya endamtiyê amade dike û bi riya şaxên komeleyê digihîne ber destê endaman. Heye ku egerek were diyarkirin û serîlêdana endamtiyê were nakirin jî. Li dij biryara nakirinê, ji dîroka agahdarkirinê pê ve, di nav 15 rojan de, serlêdêr dikarin îtirazê li biryara LRG’ê bikin. Dê LRG di civîna xwe ya yekemîn de li îtîrazê binihêre û biryarê bide. Serlêdêr dikarin li nik Civana Giştî îtirazê li biryara LRG bikin.

MAF Û BERPIRSIYARIYÊN ENDAMAN:

a.   Beşdarbûna xebatan û rêgeza wekhevîbûnê:

Mafên endamên komeleyê yek in. Tu endam nikarin bi egera ziman, nijad, reng, zayend, ol û mezheb, binyata etnîkî, seqetî, nêrûmêtî, malbat, civat û çînê cudatiyê bixin di navbera endamên komeleyê de. Her wiha tu endam nikarin tiştên ku wekheviyê xera bikin, an jî hinek endaman bi van egerên ku me li jor gotina wan kir, di ser ên dî re bigirin. Mafê her endamî/ê heye ku beşdarî rêveberî û xebatên komeleyê bibe.

b.   Mafê dengdanê:

Her endam di civana giştî ya şaxê ku tê de qeydkirî ye xwediyê dengekî ye; pêwîst e endam dengê xwe bi xwe bide. Nemayendên xwezayî yên ku di rêziknameyê de hatine diyarkirin û nemayendên ku wê ji alê Civanên Giştî yên Komeleyê ve werin hilbijartin; di Civana Giştî ya Komeleyê de dengên xwe li gor hukmên rêziknameyê didin. Endamên rûmetê mafê dengdanê nîn in.

c.    Berpirsiyariyên endaman:

Her endam mecbûr e ku li gor armanc û rêgezên ku di rêziknameyê de hatine diyarkirin tev bigere û divê bi taybetî tiştên li dij rêgezên komeleyê neke, xwe jê biparêze û jê vede.

Barbûya endaman a mehane û salane, her sal ji alê LRG'ê ve ji nû ve tê diyarkirin. Endamên ku endamtiya xwe betal bikin an jî endamtiya wan were betalkirin mecbûr in ku barbûya xwe ya maweya ku endam bûn bidin.

DERKETINA JI KOMELEYÊ:

Her endam, bi şertê ku bi awayekî nivîskî agahiyê bide şaxê xwe, dikare betalkirina endamtiya xwe bixwaze û ji endamtiyê derkeve.

EGERÊN BETALKIRINA ENDAMTİYÊ:

Egerên betalkirina endamtiyê ev in:

a.   Ku endam derveyî armanc û rêgezên komeleyê baxive an jî tiştên derveyî armanc û rêgezên komeleyê bike,

b.   Di serî de jin û zarok, li dij hinekan zorkariyê bike.

c.    Di warê xebatên komeleyê de xemsariyê bike, zêde bi ser guhên xwe re bavêje, an jî bi qestî nehêle werin kirin.