AMED - Piştî ku cenazeyên PKK'yiyên di pevçûnên li herêma Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan radestî malbatên wan nekirin, zêdeyî 50 malbat serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku Tirkiye peymanên navnetewî û qanûna xwe ya bingehîn bin pê dike û aqûbeta cenazeyan pirsî.
Cenazeyên PKK'yiyên ku di pevçûnên herêmê de jiyana xwe ji dest didin bi awayekî kêfî nadin malbatên wan. Bi taybetî jî piştî ku cenazeyên PKK'yiyên di pevçûnên bejahiya Colemêrgê û navçeya Geverê jiyana xwe ji dest dan radestî malbatên wan nekirin, malbatan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dan. Komeleyê der barê zêdeyî 50 cenazeyan serî li rayedaran da, lê belêhîn jî tu encam wernegirtine. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, pêkanînên kêfî yên hêz û rayedarên dewletê nirxandin.
‘Rayedar Bersivê nadin'
Bîlîcî, anî ziman ku ev demeke dirêj e ku ev mijar di rojeva parêzvanên mafên mirovan de ye. Bîlîcî, bi bîr xist ku ew ji sala çûyîn ve bi pirsgirêka ku cenazeyan radestî malbatan nakin re rû bi rû ne. Bîlîcî, diyar kir ku ji bo vê mijarê ew di nav hewldanan de ne, lê belê heta niha tu encam bi dest nexistine û wiha got: "Li gel daxwazên malbatan jî, mixabin rayedar bersivê nadin. Bi kêfî tevdigerin. Hêzên dewletê zaf bi kêfî tevdigerin. Dozger lêpirsînên çalak nakin. Şansekî lêkolînkirina cihê bûyerê tune ye. Divê hêzên dewletê cenazeyan wergirin û teslîmî dozger bikin. Mecbûr in ku bidin malbatê."
'Wêneyên wan li ser civaka medyayî ten parvekirin, lê nayên radestkirin'
Bîlîcî, diyar kir ku ev yek li bejahiya Colemêrgê û derdora wê zaf tê kirin û di demên dawî de gelek malbat serî li komeleyê didin. Bîlîcî, anî ziman ku ew tam nizanin ka hejmara cenazeyan çend e, lê belê ji serlêdanan ew texmîn dikin ku zêdeyî 50 cenaze ne û radestî malbatên wan nehatine kirin an jî li herêmên pevçûnî hatine hiştin. Bîlîcî, ragihand ku cenazeyê PKK'yiyên ku hatiye gotin jiyana xwe ji dest dane ne li morgan e. Bîlîcî, da zanîn ku li ser civaka medyayî û ji aliyên saziyên çapemeniyê û di hesabên Twitterê yên hêzên dewletê de wêneyên mîlîtanên PKK'ê tên parvekirin û wiha got: "Ev cenaze li kuderê ne? Hûn agahiyan tespît dikin. Kî jiyana xwe ji dest dabe hûn dibêjin. Hûn hem navê wan, hem jî bernavê wan û dîroka rojbûna wan jî dibêjin. Lê dema malbat cenazeyên xwe dixwazin hûn nadin wan. Pirsgirêk ev e."
'Tirkiye Peymanên navnetewî û qanûna bingehin bin pê dike'
Bîlîcî diyar kir ku Tirkiye peymanên navnetewî yên îmzekirine îhlal dike û her wiha qanûna xwe bingehîn jî bin pê dike. Bîlîcî wiha axivî: "Hin peymanên ku Tirkiye alîgirê wan e hene. Niha Tirkiye qanûna xwe ya bingehîn bin pê dike. Çimkî di destpêka Qanûna Bingehîn de behsa rûmeta mirovan dike. Di madeya 17'emîn de behsa qedexekirina îşkenceyê û di madeya 20'emîn de jî behsa parastina jiyana taybet tê kirin. Niha malbat eziyetê dikişînin. Malbat êşê dikişînin, çimkî cenazeyê zarokên wan li wê herêmê ne lê radestî wan nayên kirin. Her malbat xwedî mafê ku zarokê xwe an jî xizmê xwe defin bike. Û dewlet nikare vî mafî asteng bike. Divê dewlet li gor wan peymanên îmze kirine tevbigere û radestî malbatan bike."
'Dozger sûc dikin'
Bîlîcî, anî ziman ku di salên 1990'î de jî pêkanînên bi vî awayî tune bûn, lê belê îro rayedar bi van pêkanînan sûc dikin. Bîlîcî wiha domand: "Di salên 1990'î de ev tişt dihatin kirin. Li qada pevçûnê leşkeran wêneyên cenazeyan dikişandin, berhev dikirin û li cihekî binax dikirin. Radestî malbatê nedikirin, lê bi awayekî komî defin dikirin. Gorên komî rastiyeke vî welatî ye. Êdî hikûmet pêdivî bi vê yekê jî nabîne. Li derî huqûqê tevdigere, qanûna bingehîn nahesibîne. Peymanên navnetewî esas nagire, xwe li hemberî Peymana Cenevreyê li nedîtiyê datîne û cenazeyan li holê dihêle. Rayedar dibêjin 'şer e, pevçûn e, min kuşt û wa li wir in'. Ev nabe. Hewldan bê bersiv tên hiştin. Dozger jî li hemberî vê xwe li nedîtiyê datînin. Dozger sûc dikin. Heke li cihekî binpêkirina mafê jiyanê hebe, divê zemîna şert û mercan bê afirandin û divê hêzên dewletê wan cenazeyan bînin û radest bikin. Ev niha nayê kirin."
'Cenazeyan radestî malbatan bikin'
Bîlîcî, dest nîşan kir ku huqûqeke şer û pevçûnan jî heye. Bîlîcî, diyar kir ku divê demildest dawî li pevçûnan bê û pirsgirêk bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Bîlîcî bang li îktîdara siyasî û dewletê kir û wiha got: "Em bang dikin. Bang li îktîdara siyasî, amîrên îdara mulkî, daraz û dozgerên komarê dev ji van nêzîkatiyên dermirovî berdin. Di tu bawerî, çand û kevneşopiyê de cihê tiştekî wisa tune ye. Mafê her kesî heye ku li gor orf û edetên malbata xwe bi awayekî rûmetiyî bê definkirin û mafê her kesî heye ku şîna xwe girê bide. Ne hewceye ku ev tişt di qanûnê de binivîsin. Kî dibe bila bibe divê rêzê li hemberî van nirxan bigire. Demildest guh bidin daxwazên malbatên ku cenazeyên zarokên wan li bejahiyê ne. Bila lêpirsîneke çalak bê destpêkirin. Bila cenazeyên malbatan radestî wan bên kirin. Ji bo cenazeyê malbatên ku di morgan de ne û li gorên bêkesan hatine definkirin jî, divê demildest encamên DNA'yê bên eşkerekirin. Daxwazin me yên herî girîng ev in ku dawî li pevçûnan bê, çareserî pêş keve, rêz li hemberî mafên mirovan bê nîşandan. Ji bilî vê tu daxwazên me tune ne. Ancax bi vî awayî em dikarin pirsgirêkan çareser bikin."