JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE- Bila Windahî Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin, Rastî Derkevin Holê

26.05.2018

Gelî Mensûbên Çapemeniyê yên Hêja,
Her sal di navbera rojên 17 û 31’ê Gulanê de, ji ber “Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windahiyên Binçaviyê ya Navneteweyî”, çalakiyên cur bi cur ên bibîranînê tên lidarxistin. Îro ji bo ku em aqûbeta windakiriyên xwe yên ku di binçavan de bi zorê hatine berzekirin bipirsin û ji kiryaran jî hesab bixwazin, li vir in.
     
Rewşa şer û lihevxistinê, ku li herêmên cuda yên dinyayê diqewimin, li dû xwe bi hezaran “Windakirinên bi Zorê”, Kiryar Nediyar” û “Gorên Komelî” hiştine. Li Almanyaya çaxê naziyan, li gelek welatên Amerîkaya Latîn ên mîna Arjantîn û Şîliyê û di dema nêz de jî li welatên wekî Srî Lanka, Sûriye û Iraqê, dewletan windakirina bi zorê ya di binçavan de wek rêbazeke sîstematîk a îmhakirinê xistiye dewreyê. Ji aliyê dewletê û hêzên paramîlîter ve yên ku li ser navê dewletê tev diğerin jî, li Tirkiyeyê û coğrafyaya Kurdistanê di rewşa lihevxistinê ya zêdetirî 30 salan de, bêhejmar binpêkirinên giran ên mafê jiyanê û yên mafên mirofan hatine pêkanîn. Nemaze, windakirinê bi zorê yên di dema hildana binçaviyê de, kuştinên siyasî yên kiryar nediyar, înfazên bêdarazî, gorên komelî beşeke girîng a van binpêkirinên giran ên mafên mirovan in. Tê gotin ku hejmara kesên ji mala xwe, ji karê xwe, ji kuçeyê, di wexta kontrola rê yan jî di dema kirina operasyoneke leşkerî de hatine binçavkirin û bi zorê hatine windakirin û yên ku bûne goriyên kuştinên kiryar nediyar, li derdora 17.000’î ye. 

Gelî Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja,
Li gorî xala 5’an a “Peymana Navneteweyî ya Eleqedarî Parastina Kesan a Ji Windabûna Binçaviyê ya NY’yê”, windakirinên bi zorê, ji ber pêkhatina wê ya berbelav û sîstematîk wek sûcekî ku li dijî mirovahiyê hatibe kirin, tê hesibandin û kirineke xwedî wesfeke wiha jî, girêdayî mieyîdeyên hiqûqa navneteweyî ye. Di mewzûata navneteweyî û di Darizandina Ceza ya Tirkiyeyê de jî, bi awayekî aşkera hatiye diyarkirin ku ji bo sûcên li dijî mirovahiyê dê demborî neyê sepandin. Her wiha dewletên ku peyman îmza kiriye, ji bo astengkirina kirina “windakirinên bi zorê” ya li axên di bin serweriya xwe de, di bin mikelefiyeta stendina tedbîran de ne. Lê çi heye ku Tirkiye bi rijd xwe nade ber rarûbûna êşên ku diqewimin û îmzakirina peymana ku dabaş li ser e.

Di gel ku di rewşa şer û lihevxistinên qewimî de dewindahiyên di binçavan de ew qas berbelav û bi awayê sîstematîk pêk tên jî, der barê windakirinên bi zorê de, ji aliyê dewletê ve lêpirsîneke hîkarîdar nehatiye kirin, bi hiştina li ser refan a dosyayan jî ew hatine derengîxistin û gelek dosya jî bi sedema ku ketine ber demboriya 20 salan, devê wan hatine girtin. 

Di hin dosyayan de ku raya giştî ji wan agahdar e, der barê kirina sûcên dewlet, kes û teşekulan de, ku ew li ser navê dewletê tev diğerin, di detayên îdianame û yên dosyayan de gelek tespît û agahiyên girîng hebûn. Lê belê ji ber sepanên dirêjajotina darizandinan, berhevnekirina delîlan a di wextê xwe de, darizandina bergumanan a bêyî ragirtîbûnê, bi behaneya ewlehiyê birina dozan a li bajarên derveyî herêmê, derxistiye holê ku ev darizandinên dabaş li ser wan e, tenê ji bo pênîşandanê ne û mebesta sereke jî ji bo bereatkirinê fihêlkirina failan e. Çawan ku windakirinên bi zorê, bi awayekî sîstematîk hatibin sepandin, li ser kiryaran (failan) jî bi awayekî sîstematîk siyaseta necezakirinê hatiye sepandin. Windakirinên bi zorê çawan ku bi awayekî sîstematîk hatibin sepandin, ji bo failan jî bi awayekî sîstematîk politikaya bêcezatiyê hatiye sepandin. Hildana dest a bûyerên “Windakirina bi zorê” a wek sûcên minferît û pêkanîna demboriya 20 salan, nimûneya herî aşkera ya polîtîkaya bêcezatiyê ye. 

Li vcografyaya me sepanên windakirinên bi zorê, ku bi Nîjadkujiya Ermeniyan a 1915’an dest pê kiriye û bi komkujiya Dêrsimê ya salên 1937 û 38’an ve berdewam kiriye, rastiyek e ku divê Tirkiye pê rarû bibe. Li vî welatî heta bi rasteqîniya dayikan re, ku zarokên wan bûne goriyê kuştina kiryar nediyar û ji bo ku ji wan re gorekê çêkin jî li çil û çiyayan li hestiyên wan diğerin, rarûbûnek pêk neyê, dê li van xakan ji edaleteke rast û bera neyê behskirin. Ji lew re em wek parêzdarên mafên mirovan, bi salan e diyar dikin ku “Riya avakirina jiyana ku xwe dispêre aştiyeke civakî ya mayînde, tenê bi rarûbûna raboriyê pêkan e.” Ji bo ronîbûna van hemû bûyerên ku di tariyê de mane, divê dewlet berpirsiya ku dikeve serê bîne cih, aqûbeta windahiyan derxe rastê, kiryaran bibîne û wan ceaza bike, bi vî awayî piçek be jî dê avek li agirê dilê dayikan were kirin, ku bi salan e ew şîn digirin.

Gelî Kedkarên Çapemeniyê yên Hêja,
Li Stenbol, Amed û Îzmîrê, ji aliyê lêzimên windahiyan ve bi daxwaza edaletê, çalakiyên rûniştinê tên lidarxistin. Çalakiyên rûniştinên lêzimên windahiyan ku li Stenbolê digihîje hefteya 687’an û li Amedê digihîje ya 485’an, bi awayekî bênavber didome. Lê belê, bi behaneya Rewşa Neasayî û “ewlehiyê” ji aliyê Walîtiyan ve qedexetî wek asteng li pêşiya xwepêşandanên demokratîk û çalakiyan tê danîn û ev yek jî dike ku dengên kes û karên windahiyan neyên bihîstin û her wiha daxwaza edaletê ya ku li qadan tê xwestin jî, li cihên girtî bê hepskirin.

Li Amedê ji 16’ê Tebaxa 2016’an ve, ji ber ku hemû livbazî û çalakî ji aliyê Walîtiyê ve heta danebihîza duyem hatine qedexekirin, çalakiyên rûniştinê ku her hefte bêyî navber didomiyan, li avahiya Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (KMM) tên dewamkirin. Serlêdanên bi daxwaza hilanîna qedexeyê, ku ji aliyê Şaxa Amedê ya KMM’yê û lêzimên windahiyan ve hatibûn kirin jî, hatine redkirin. Lêzim Windahiyan yên Amedê, ku çalakiya edaletê, bi salan li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşuyolê pêk dianî, mixabin neçar hatine hiştin ku ev tam 91 hefte ye, li cihekî girtî, li avahiya Şaxa Amedê ya KMM’yê pêk bînin.

Lêzimên windahiyan, ku bêyî bibêjin havîn û zivistan e, di kelegermê yan jî di sir û seqemê de, bi rijd ji lêgerîna edaletê gavek bi paş de neavêtine, bêguman dê berdewamî bi çalakiya xwe bidin. Loma jî em rêxistinên civaka sivîl, parêzdarên mafên mirovan û her kesê xwedî wijdan vedixwînin ku beşdarî li hewldanên lêzimên windahiyan bikin ku ew di gel qedexetiyan berdewamî bi daxwaza edaletê didin û hûn her roja şemiyê saet li 12.00’î tevî çalakiya rûniştinê ya lêzimên windahiyan bibin, piştevaniya wan bikin ku ev çalakî li avahiya KMM’yê pêk tê.

Gelî Mensûbên Çapemeniyê yên Hêja,
Em wek parêzdarên mafên mirovan li vir careke din gazî dikin ku:

    Berî her tiştî, divê aqûbetên kesên ku bi zorê hatine windakirin bên aşkerakirin û ji bo dîtina windakiriyên bi zorê, ji bo derketina holê ya failên kuştinên kiryar nediyar, divê dewlet hemû arşîvên xwe veke.

    Kirariyên vekirina goran a ji bo derxistina holê ya aqûbeta windahiyan, divê li gorî standardên navneteweyî yên eleqedar bên kirin û divê rê li ber vekirina goran a bi awayê serobero ya bi makîneyên kar bê girtin ku ew dibin sedema texrîbkirin û windakirina jêmahiyên aîdî windahiyan. 

    Em hikûmetê vedixwînin ku “Peymana Navneteweyî ya Eleqedarî Parastina Kesan a Ji Windabûna Binçaviyê ya NY’yê îmza bike û pêwistiyên peymanê jî bi cih bîne.

    Em bang li mensûbên darazê dikin ku dev ji polîtîkaya bêcezatiyê ya sîstematîk berdin, der barê hemû bûyerên windahiyan de ku li gorî belgeyên navneteweyî ew sûcên li dijî mirovahiyê ne, daraziyeke karîger bimeşînin û ji ber divêtiya peymanên navneteweyî jî divê ji bo van sûcan hikimên demboriyê, li pêş çav neyên girtin.

    ji bo li van axa careke din êşên wiha neqewimin, rastî derkevin holê û ji bo pêkanîna aştiya civakî, em daxwaza damezirandina “Komisyona Rarûbûna bi Raboriyê re û Lêgerîna Heqîqetan” dikin.


Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (KMM)
Niwêneriya Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (WMMT)
Baroya Amedê
Jûra Bijîşkan a Amedê
Niwêneriya Înîsıyatîfa Maf a Amedê