Hefteya Mafên Mirovan bi çalakîyan tê peşwazikirin

10.12.2018

AMED - 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan ku her sal bi çalakiyên cûrbecûr tê pîroz kirin, ewê îsal jî bi hevpariya rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên pîşeyî yê mafan ve bi çalakiyên cûda bê pîroz kirin. Destpêka hefteyê bi daxuyaniyek hevpar ewê li Parqa Koşuyolu’yê li ber Peykerê(Bîrdarî) Mafê Mirovan ve bê dayîn. Piştre di nava heftê de di derheqê girîngiya maf û azadiya mirovan de ewê bi panel, pêşkeşiya fîlman çalaki bê lidar xistin.  
10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan ku her sal bi çalakiyên cûrbecûr tê pîroz kirin, ewê îsal bi hevpariya Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê, Baroya Amedê, Nûnertiya Amedê ya Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkiyê, Komeleya Înîsiyatîfa Heq ya Şaxa Amedê û Odeya Bijîşkan ya Amedê ve bi çalakiyên hevpar bê lidar xistin.

 

 

Vekirina hefteyê ewê bi daxuyaniyek hevpar ya çapemeniyê bê lidar xistin. Çalakiyê ku di nava heftê de ewê bê lidar xistin ev in:

10 Kanûn 2018- Duşem

Daxuyaniya Hevpar ya Çapemeniyê
Saet 12.00 – Parqa Koşuyolu’yê Li Ber Peykerê Mafê Mirovan
Sazker: Hemû sazî

11 Kanûn 2018- Sêşem

Pêşkeşiya Belgefîlm û bi Derhênerê wî re Hevpeyvîn
Fîlm: Bîr (Kuyu) Derhêner: Veysi ALTAY
Saet 17.00 – Şanoya Bajêr ya Amedê
Sazker: Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê

12 Kanûn 2018- Çarşem

Daxuyaniya Çapemeniyê: Binpêkirina Mafan di Girtîgehan de
Saet 12.00 – Li ber Gîrtîgeha Girtî ya Tîpa E ‘yê ya Amedê
Sazker: Hemû sazî

13 Kanûn 2018- Pêncşem

Pêşkeşiya Belgefîlm û Hevpeyvîn
Fîlm: Bîra min tê Derhêner: Selîm Yıldız
Saet 17.00 - Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê
Sazker: Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê

14 Kanûn 2018- În

Bîranîna Tahîr Elçî: Hefteya 154.
Saet: 13.30 – Li ber Avahiya Edliyê ya Amedê
Sazker: Baroya Amedê

15 Kanûn 2018- Şemî

Çalakiya Rûniştinê ya Xizmên Wendahiyan: Hefteya 514. 
Saet: 12.00 – Avahiya Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê
Sazker: Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê û Xizmên Wendahiya

15 Kanûn 2018- Şemî

Panel: Bi çarçoveya Tenduristî û Hiqûqî Girtîgehan: Girtiyên Nexweş û Grewê Birçîbûnê
Saet: 13.00 - Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê
Sazker: Odeya Bijîşkan ya Amedê

16 Kanûn 2018- Yekşem

Li Hember Cihêkariyê Daxuyanî û Piştgiriya bi Amedsporê
Saet: 13.00 – Stadyûma Amedê
Sazker: Hemû Sazî