'Dinyayek bê îşkence mimkin e’

27.06.2019

AMED- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, Înisiyatîfa MAF, Odeya Bijîşkan a Amedê û Baroya Amedê li ber Peykerê Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û pankarta “Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, ji îşkenceyê re na” vekirin. 
 
Endama TÎHV’ê Elîf Turan daxuyaniya hevpar a hatibû amadekirin xend. Turan got Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1997’an de peymana li dijî îşkenceyê û muameleya xerab a rûmet şikandinê 26’ê Hezîranê wek Roja Piştevaniya yên Îşkenceyê Dibînin re îlan kiriye. Turan da zanîn ku îşkence teqez qedexe ye û got: “Îşkence qedexe ye. Mafê tu kesî nîne dest bide mafên kes. Divê bi her awayî mafên mirovan bê parastin.” 
 
‘Dinyayek bêceza mimkin e’ 
 
Turan anî ziman ku di jiyana rojane de îşkence rûtîn bûye her kes tê îşkencekirin û got: “Di demên dawî de li gellek deveran îşkence li însanan tê kirin. Îşkenceya li Xalfetiyê mînaka dawî ye. Em wek parazvanên mafên mirovan dixwazin îşkence bi dawî bibe û em ê li dijî îşkenceyê têbikoşin. Dinyayek bêîşkence mimkin e.”

Ji bo tevahiya daxuyaniyê a tirkî 👉 https://bit.ly/2RAtTra