Daxwiyanî ya 21’ ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî

21.02.2020

Ji Çapemenî û Raya Giştî ra

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. Di sala 1952yan da polîsên pakistanî komek xwendekarên bengalî ji ber ku bi xwepêşandanekê doza zimanê xwe kirin kuştin. Li Bangladeşê ji sala 1971ê ve roja 21ê sibatê ji bo bibîranîna wan xwendekaran wekî Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê  bibîranîn. Rêxistina Zanist, Çand û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO di sala 1999an ev roj wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pejirand. 

Ji hingê ve ew roj li seranserî cîhanê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîrozkirin. Mirovên ku zimanê wan hatiye berbend û qedexekirin, di vê rojê da dengê xwe berz û bilind dikin û doza azadîya zimanê xwe dikin. Di vê rojê da tê xwestin ku astengî û qedexeyên li ser zimanan rabin, hemû ziman û çand wekî parçeyekî girîng a ekolojîya çandî û zimanî werin pejirandin û ji bo geşbûna zimanên kêmderfet alîkarî û piştevanî were kirin.

Em kurd jî wekî miletekî bindest, ji mêj ve wekî beşa herî girîng a mafên neteweyî, doza azadîya ziman û çanda xwe dikin. Hişmendîya parastin û bipêşvebirina zimanê kurdî ji Ehmedê Xanî û Xaney Qubadî vir de di nav kurdan da heye.  Ehmedê Xanî di şahkara xwe Mem û Zînê da dibêje:

Safî şemirand vexwarî durdî,

Manendî durê lîsanê kurdî

 Her wiha Xaney Qubadî dibêje:

Rast e dibêjin farisî şekir e

Lê kurdî pir şîrîntir e

 Piştî Xanî û Qubadî jî Hacî Qadirê Koyî, Piremêrd, Xelîl Xeyalî, Mîqdat Mîthat Bedirxan, li pey  wan Mîr Celadet, Evdila Goran, Cîgerxwîn, Fêrikê Ûsiv, Dr. Şivan, Qanatê Kurdo, Hecîyê Cindî, Apê Feqî û  gelek kesên din doza zimanê kurdî kir, di ber vê dozê kedeke mezin dan, gelek berhemên giranbiha li pey xwe hiştin.

 Îro jî li ser şopa wan kesên nemir em doza azadîya çand û zimanê kurdî dikin. Zimanê me hê jî nebûye xwedîyê statûyeke fermî, ji hemû derfetên dewletê bêpar e, bi ser da jî gelek astengî li ber zimanê me hene. Ew jî nahêle ku zimanê me geş bibe û bi pêş bikeve. Lewma jî berî her tiştî dive zimanê me bibe xwedanê statûyeke fermî û hemû kend û kospên li ber zimanê me werin rakirin. Ji bo vê yekê em ê bi hemû rê û rêbazên sivîl û demokratîk tê bikoşin.  

Lê belê hemû zanyar jî li ser wê bîr û bawerîyê ne ku çarenûsa ziman û çandan xwedîyên wan ên resen diyar dikin. Em kurd jî  em ê bi xwe çarenûsa ziman û çanda xwe diyar bikin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi helwesteke zelal û xebateke zêde heye. Pêwîst e hemû kurdên xwenas li vê dozê xwedî derkevin, nehêlin ku ziman û çanda wan ji dest biçe. Kuştina zimanekî pir hêsan e, lê belê zindîkirina wî pir zehmet e, lewre jî divê em nehêlin zimanê me bikeve rewşeke xerabtir. Her wekî helbestvanê nemir Cîgerxwîn dibêje:

 Vejîne zimanê xwe ey xwendevan,

Nebûye milet hîç kesek bê ziman

Zimanê me xweş  û xeroş û ciwan

Eger baş bizanî tu nakî ziyan

Wekî endamên Tora Ziman û Çanda Kurdî em bi vê bîr û bawerîyê hatine cem hev, em ê bi vê bîr û bawerîyê xebata xwe bimeşînin. Di vê roja girîng da em bang li hemû kurdên xwenas dikin ku beşdarî vê têkoşîna parastin û geşkirina çand û zimanê kurdî bibin da ku em zimanê xwe bikin xwedan statû û di hemû qadên jiyanê de karîger bikin.

Wekî encam em dibêjin çarenûsa ziman û çanda me di destê me da ye, werin em bi hev ra ziman û çanda xwe biparêzin û geş bikin. Bi van hest û raman em Roja Zimanê Dayikê li hemû zimanhezan pîroz dikin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî