JI BO ÇAPEMENIYÊ Û GEL- danxuya kirina 'Rapora Kirina Bin Pêyan a Mafê Mirovan a Sala 2020"

11.02.2021

JI BO ÇAPEMENIYÊ Û GEL

Mensûbên hêja yên çapemeniyê;
Em ji bo danxuya kirina Rapora Kirina Bin Pêyan a Mafê Mirovan a Sala 2020''i ya Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Anatoliyayê ya Komala Mafê Mirovan li bal hev in. 

Sala 2020'î li Dinyayê çawa be li Tirkiyeyê jî bi wî awayî; yanî rojeva berbelav bûyîn COVID 19'ê pandemiyê buhurî. Ji ber pandemiyê di hinek waran de kirina bin pêyan a mafê mirovan pir zêde bû. Bi taybetî ji ber polîtîkayên otorîter û navendparêz ên desthilatê yên sala dawî jî kirina bin pêyan a mafê mirovan bi awayekî bi pîr û pergal zêde bû di sala 2020'î de. Li herêma me bi taybetî ji ber feraset û rê û rêbazên otorîter û ewlehîparêz ên desthilatê yên li dijî pirsgirêka Kurd  di zêde bûna kirin bin pêyan a mafê mirovan xwedî cihekî giring e. 

Ji ber israr kirina di polîtîka û rêbazên çareser kirinê yên tundîwar ên berê jî hatine ceribandin lê tu encam jê nehatine girtin, îro li herêma me em rû bi rûyê tabloyeke kirina bin pêyan a ku jiyana civakî ji binî ve bi bandor dike re ne. Deverên ewlehîya bi taybetî û cihên bej ên derketina ji derve lê qedexe kirin û operasyonên leşkerî hene, welatî nikarin jiyana xwe ya rojane bidomînin û mexdûr dibin, nikarin bi sewal û zeviyan re mijûl bibin. Di girtina bi ser de ya hêzên ewlehiyê  welatî rû bi rûyê êşkence - miemeleya xerab û binçavbûna bi neheqî dibin. Agir bi cihên bej û bi daristan dikeve ji ber operasyonên leşkerî. Ji ber ketina agir bi cihên bej û daristan zirara madî ya welatiyan bûye. Di atmosfera bi şer û pevçûn a dewam dike de; di pêvajoya girtina cendekên milîtanan û dayîna malbatan de jî dijwarî û kirina bin pêyan a mafê mirovan berdewam in. 

Di pêvajoyeke wiha ya ku ji ber pevçûnan kirina bin pêyan a mafê mirovan zêde bûye de, di feraseta hiqûqê û hesta edaletê de rûxandineke cidî derketiye holê. Êşkence û miemeleya xerab, kirina bin pêyan a mafê mirovan di girtîgehan de, qedexe kirinên li dijî mafê xwenîşandan û civînê û destwerdan, tundûtûjiya li hember mafê azadiya fikr û derbirînê, azadiya çapemeniyê û jin û zarokan, wenda kirin di mafê aboriyî û civakî de û hwd. di gelek war û kategoriyan de maf hatine binpê kirin. Di atmosfereka ku fikra li Tirkiyeyê her ku diçe beşên darizandinê di bin bandora bêjarên siyasî de dimînin û ne bêalî ne raser e, girtin û binçav kirina bi neheqî bi zêde bûyîn berdewam bûye. Bi taybetî li dijî siyasetmedarên Kurd û mixelef, siyasetmedar jin tev û mafparêzên li hember kirin û polîtîkayên desthilatê radibin, rexneyan lê digirin bi sûcdar kirinên giran ên wek ''bûna endamê/a rêxistineke neyasayî'' , ''bi zanebûn kirina alîkariyê bi rêxistina neyasayî re'' , ''kirina propagandaya rêxistina neyasayî'' kirina bin çavan û girtin em dixwazi bi aşkerehî bidin zanîn ku kirina bin pêyan a ewlehî û azadiya kesan û azadiya birêxistinbûyînê ye. Polîtîkayên otorîter ên desthilatê wek ku di her warî de xwe nîşan dide bi erkdar kirina qeyûman û destwerdanan jî xwe nîşan daye. Bi rêbazeke bêyî xweseriya akademîk û zanistî  erkdar kirina qeyûmî ji bo Zanîngeha Boğaziçi û destwerdanên tund û tûj li dijî xwendkarên zanîngehê yên bertek nîşan didin vê erkdar kirinê, binçav kirin û girtin, êşkence û miemeleya xerab a rû bi rû mane bûye sedema bertekê temamê raya cîhanê û mafparêzan. 

Her wiha bi ketina rojevê ya ''Pêşniyaza Yasayî ya Ji Bo Girtina Pêşiya Belav Bûyîna Fînansmanê Çekên Girseyî yên Îmha Kirinê'' sererast kirinên pê bi temamî kirinên rêxistinên civaka sivîl ku têdikoşin ji bo maf, werin asteng kirin hatine bi meriyet kirin. 

Tevî ku tu têkiliya pêşniyazê bi navê xwe re nîn e, bi guhertinên di Yasayên Komal û Berhev Kirina Alîkariyê de,kirinên ji bo berhev kirina alîkariyê û azadiya bi rêxistin bûyînê bi awayekî cidî tê sînordar kirin û tê de sererastkirinên nû yên ku wesayeta siyasî ya Wezareta Kar û Barên Navxweyî li ser komalan pêk bîne hene. 

Sala 2020'î li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat di gelek war û mijarên wek mafê jiyanê, êşkence û miemeleya xerab, destwerdan û asteng kirin, binpê kirinên di girtîgehan de, binpê kirina azadiya derbirîn û bi rêxistin bûyînê, binpê kirina azadiya çapemeniyê, tundûtujiya li hember jinan çûyîna ji dest a mafên aboriyî û civakî de binpê kirin çêbûne. 

Bi kurt û kurmancî heger mirov behsa parekî binpê kirinên çêbûyî bike; 

Sala 2020'î li herêma me di atmosfera bi pevçûn de, 43 erkdarên ewlekariyê canê xwe ji dest dane û 30 jê jî birîndar bûne. 218 mîlitanên rêxistinê canê xwe ji dest daye. Sivîlek ku di nav pevçûnê de maye jî canê xwe ji dest daye. Di dema êrîşên hatine kirin li dijî yekeyê ewlekariyê jî 15 welatiyên sivîl canê xwe ji dest daye. Sala 2020'î ku pêvajoya pandemiyê dest pê bû bandora wê ya kujende pir zêde bû, kirina bin pêyan a azadî û ewlehiya kesan, destwerdan li dijî mafê civîn û xwenîşandanê, êşkence - miemeleya xerab, kirina bin pêyan a mafê xwe gihandina xizmeta tenduristiyê bê navber, bi lez û bez berdewam bûn. Di bin çavan de û li cihên ji derveyî bin çavan kirinên neinsanî yên wek êrîşa zayendî hatine kirin, rûmeta miro nehatiye hesab kirin. Qet nebe 109 welatî di yekeyên binçav kirinê de, girtina bi ser malan de, li kuçeyan, di girtîgehan de duçarê êşkence û miemeleya xerab mae. Di rapora me de, ew ê bê dîtin ku zêde bûyîna binpê kirinê di girtîgehan de bi berbiçavî berdewam e. Di encama kirinên rêvebiriyê de di serî de sirgûn êşkence, di gelek waran de binpêkirin çêdibin. Sala 2020'î bêyî hincet qet nebe 496 girtiyên polîtîk ji helwestên xwe berpirsiyar hatine dîtin  û sirgûn girtîgehên li bajarên dûrê malbatên xwe hatine kirin. Li gor daneyên Lîsta Sala 2020'î ya Girtiyên Nexweş ên Giran û Girtiyên Nexweş ên Navenda Giştî ya Komala Mafê Mirovan, di girtîgehên li Tirkiyeyê hê jî 604 jê giran 1605 nexweş hene. 

Zextên li dijî azadiya derbirîn û bi rêxistin bûyînê, bi qedexe kirin û sînordar kirinan mixabin berdewam in. Mafê xwenîşandan û civînê li derve ku bi madeyê 34'an ê Destûra Bingehîn hatiye misoger kirin bi biryar bi kêfî û nehuqûqî yên qeymeqam û waliyan tên qedexe kirin ya jî tên sînordar kirin. Sala 2020'î li herêmê, hêzên ewlehiyê qet nebe midaxeleyî 19 xwenîşandanên civakî kiriye, di destwerdanên ne mutenasip de welatî ji cihên xwe yên cur bi cur birîndar bûne. Gava walîtî qeymeqamtiyan demkî bi awayê bajar tev di nav de be 72 caran biryara qedexe kirinê da gera me ya li rastî û edaletê ya komala me û nasên wendayan  her hefte bi diruşma ''Bila Wenda Bên Dîtin Kiryar Werin Darizandin'' li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê Parka Koşuyolu dikir ji 1'ê Îlona sala 2018'an ve  bi biryara nehûqûqî û kêfî ya walîtiyê hêj jî qedexe ye. 4 sal zêde ne ku li Wanê çalakiyên protestoyî yên demokratîk ên di çarçoveya  mafê xwenîşandan û meşê tev qedexe ne. 

Wek ku tê zanîn bi dest pê bûyîna nexweşiya COVID-19 meha adarê ya sala 2020'î tundûtûjiya li hember jinan di nav malê de yekcar zêde bû. Bi zêde bûyîna dema mayîna li malê û di vê pêvajoyê de bi guhertina di yasayê înfazê de bi serbest berdana mêrên tundûtûjiyê dikin rêjeya rû bi rû bûna bi tûndûtûjiyê re jî zêde bûye. Cihê kû mirov serê xwe bi zêde  tundûtûjiya li hember jinan re biêşîne nayê qebûl kirin ku xwevekişandina ji Peymana Stenbolê bibe mijara gengeşeyê. Peymana Stenbolê peymaneke navneteweyî ye  dewlet pê tundûtûjiyê biqedînin, wekheviya zayendî hem di yasayan de hem ji di jiyana civakî de hatiye îmze kirin. Erka dewletê ew e ku madeyên peymanê bi bandor pêk bîne. 

Zarokên ku di nav birên ku herî pir rû bi rûyê kirina bin pêyan a maf dibin, di nav malê de û di warê civakî de  rû bi rû bûyîna bi tundûtûjî û îstîsmara zayendî ya wan berdewam bûye. Li herêma me di nav salekê de 4 zarok ji ber tundûtûjiya rû bi rû man canê xwe ji dest dan. 4 zarok teşwîqê xwekuştinê hatin kirin. 219 zarok jî rû bi rûyê îstismara zayendî bûn. 

Kirina bin pêyan a azadiya fikrî û ya bi rêxistin bûyînê bi lez û bez berdewam bû. Sala 2020'î li herêma me li 302 kesên di nav wan de xwendkarên zanîngehê û siyasetmedar hebûn ji ber egerên polîtîk doz û lêpirsîn hatin kirin û li 230 kesan cezayên cur bi cur hatin birîn. Herwiha di binpêkirinên mafên ekonomîk û civakî de jî, 18 karkiran canê xwe ji dest da, 2 karkir jî birîndar bûn. 418 kes bi neheqî ji karê xwe hatin kirin. 46 karmend ji erka xwe hatin kirin, 42 kes jî îxrac bûn. 

Dema ku vîrusa Covid-19'ê pir belav bû û mirovan nekarî ji malên xwe derbikevin jî desthilata siyasî li kirinên xwe yên kêfî nehuqûqî yên ji ber polîtîkayên ewlehîparêz dewam kiriye. Şev nîvê şevê ya jî ber destê sibehê bêyî dayîna guhê xwe ji bo rêgezên hîjyenê, hêzên ewlekariyê tevî kûçikan  girtiye bi ser malên welatiyan de û di şert û mercên bêyî tidarekên parastina ji nexweşiyê kes hatine binçav kirin û girtin. 

Desthilata heyî ji bo bi cih kirina pergala xwe ya otorîter, ji bo hiştina di bin zextê de ya birên mixelef, bi taybetî siyasetmedarên Kurd dîsa herî pir li bi kar anîna meqamên darizandinê dewam kiriye. Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di biryara 22'yê Berfanbara sala 2020'î de  biryar da ku mafê azadî û ewlehiyê û azadiya xwe derbirînê ya Selahatti Demirtaş hatiye binpê kirin û di der heqê pergala darizandinê ya Tirkiyeyê û sererastkirinên di yasayê cezayê de jî tespît û nirxandinên giring kirine. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê tespît kiriye ku Demirtaş piştî serkeftinên HDP'ê yên di dema çareseriyê de û serkeftina  xezîrana sala 2015'an  bûye hedefa Erdogan û desthilatê. Diyar kiriye ku girtina Demirtaş ne ji ber egerên huqûqî lê ji ber ên siyasî ye. Gihîştiye wê qenaetê ku armanca desthilatê bi desteser kirina Demirtaşî ji kampanyayên hilbijartina serokkomariyê tepisandina pirrengîyê û sînordar kirina minaqeşeyên bi serbestî ye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê gihîştiye wê encamê ku mehrûm bûyîna ji azadiya xwe ya hevşaredaran û parlamenterên serdema berê bi biryarên kêfî û neheqî li diî peymanên navneteweyî ye. Welatên ku ev peyman îmze kiribin divê bi biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bikin. 

Kedkarên Hêja yên Çapemeniyê; 
Pergala îdarî ya otorîter dibe û krîza darazê ya bûye bendeyê wê, dibe sedema pir bûyîna girtiyan di girtîgehan de. Di serî Pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê, pirsgirêkên ekonomîk, civakî û maf û azadiya bingehîn tê dîtin ku bi ewlehîyê çareser nabe lê yekcar dijwartir dibe. Ji lewma ji bo çareser bûyîna pirsgirêkên di girtîgehan de heta mafê bingehîn û azadî referans neyên girtin, polîtîkayeke bi adilî, wekhevî bi pêj de neyê birin ne mimkûn e ku bi mayînde werin çareser kirin 

Zêde bûyîna êşkenceya di girtîgehan de, tecrîd û binpê kirina mafên din jî vê yekê nîşan didin. Girtiyên ku ji aliyê pergala înfazê ve di heman kategoriyê de ne jî rû bi rûyê heman sererastkirinên yasayî  û kirinên kêfî dibin. Ji ber van kirinên kêfî û neyasayî greva birçî bûyînê ya girtiyan dest pê kiriye cardin ketiye rojevê. Em ji tecrûbeyên berê dizanin ku ev çalakî di serî de mafê jiyanê, xwedî rîskên  cidî ye. 

Greva birçî bûyînê ya bêdem û ne dorveger ku di girtîgehên li Tirkeyê di 27'ê Mijdara 2020'î de dest pê bûn di 11'ê Sibata sala 2021'î de ket roja xwe ya 77'an. Çalakîvan dixwazin ku dawî li binpê kirinên di girtîgehên li Tirkiyeyê were, şertên înfazê yên giran bûne werin sererastkirin û dawî li tecrîda girankirî ya demeke dirêj e berdewam e li Girtîgeha İmraliyê  were anîn, malbat û parêzer  hev û din bibînin. 

Kirinên nehuqûqî û neinsanî yên li Girtîgeha İmralıyê berdewam in. Pergala mehrûm hiştina ji mafên xwe ya Rêzdar û Abdullah Öcalan û girtiyên di wê girtîgehê de bi ji xeynî dîtineke hev û din a malbatî û axaftineke bi rêya telefonê di demajoya pandemiyê de; bê navbir û bi esehî berdewam bûye. Em dixwazin balê ser têkiliya bi pêvajoya bi pevçûna a telafî kirina wê dijwar e.  Bi Öcalanê ku di çareser kirina pirsgirêka Kurd e aktorekî sereke ye re divê şertên anîna bi cih a erka xwe werin bi cih anîn û demildest dawî li tecrîda girankirî were anîn. 

Kedkarên Hêja yên Çapemeniyê; 
Hewlê didin ku bi binçav kirin û girtinê, bi gefên lêpirsîn û şopandinên herdemî, bi sererastkirinên yasayî qedexe kirina fealiyetan, bi hiştina di bin zextê de me çavtirsandî û bêzar bikin. Lê êm ên mafê mirovan diparêzin em dixwazin bibêjin ku tevî temamê zext û pêkûtiyan me li têkoşîna xwe ya maf dewam kiriye û em ê bikin jî. Komala Mafê Mirovan herdem parastina mafê aştiyê kiriye û ew ê bike. Binpêkirinên di jiyana me de ji ber polîtîkayên şaş û xelet ên dewletê ne. Ji wê boneyê em mafparêz, em bawer dikin ku mirov dikare rêyê li ber binpêkirinên di jiyana xwe de bigire. Em dixwazin ku dev ji polîtîkayên ku bûnê sedema binpê bûyîna mafê mirovan bê berdan. Hêviya me ew e ku bi carekê dawî li pevçûnan were û bi rê û rêbazên çareseriya demokratîk dîsa pêvajo were guftûgo kirin. 

KOMALA MAFÊ MIROVAN A ŞAXA AMEDÊ