AŞIYA COVID-19ê BIBANDOR Û EWLE YE. JI BO KU EM XWE, HEZKIRIYÊN XWE û CIVAKÊ BIPARÊZIN, WERIN EM AŞÎ BIBIN!

30.06.2021

 

Aşî di warê tiba îroyîn de pratîkên herî ewle, herî bibandor in. Di pratîka aşiyê de, di navbera heq û azadiyên kesan û tenduristiya gelemperî de nakokî tuneye, ev herdu li hev dikin.

Tê zanîn ku di têkoşîna li dijî şewbê de teknîka aşîkirinê ligel karantîna û îzolasyonê yek ji rêbazên bingehîn e. Li welatê me jî armanc ew e ku têgerîna şewbê bê kêmkirin û hejmara nexweşan dakeve asteke ku bê zanîn. Lê ev teknîkên navborî, di warê kêmkirina hejmara nexweşan de qismen xwedî tesîrê be jî weke çareseriyeke misoger nayê dîtin. Weke aşîkirinên serdema zaroktiyê, ji bo COVID-19ê jî bilindkirina rêjeya aşîkirinê, parastina girseyî û pêkanîna lêrahatinê xwedî girîngiyeke mezin e. 

Li Diyarbekirê û bajarên derdora wê rêjeya aşîkirina COVID-19ê li gorî deverên din ên welat gelek kêm e. Bajarên herêmê weke gelek parametreyan di warê aşîkirinê de jî 10 rêzên herî dawîn tînin pê. Li herêma me li hemberî aşiyê dudiliyek heye, divê ev neyê înkarkirin, ji bo ku ev dudilî ji holê rabe divê xebat bêne zêdekirin. Heke proses bi awayeke şefaf bê birêvebirin û rêxistinên kedê/meslekî jî tevli biryaran bêne kirin, dê pêneewlehiya civakê li hemberî aşiyê ji holê rake.

Aşiyên ku niha têne kirin ji prosesên zanistî derbas bûne û piştî ku zanyar pê ewle bûne, xistine piyaseyê. Xurafeyên ku bi awayeke berbelav têne qalkirin bi temamî dezenformasyon in, xwe naspêrin ti xebatên zanistî. Yên ku dibêjin ‘COVID-19 nexweşiyeke xeter nîne, bêyî aşîkirinê jî bi rehetî derbas dibe û naxwazin ti dermaneke kîmyewî bi kar bînin’ şaşiyeke mezin dikin. Îro piraniya kesên ku li nexweşxaneyan di beşa nexweşiyên giran a koronavayrûsê de radizin, kesên neaşîkirî ne. Yên aşî bûyî nexweşiyê gelek siviktir derbas dikin. Xebatên zanistî nîşan dane ku aşî, îhtîmala giranbûna nexweşiyê bi rêjeyeke bilind ji holê radike. Serboriyên xebatkarên tenduristiyê yên di dema pandemiyê de mînakeke vê ne. Berî aşîkirinê, di nava salekê de nêzîkî 400 xebatkarên tenduristiyê wefat kirine. Di demên ku nexweşî li nav civakê kêm dibe jî xebatkarên tenduristiyê bi COVIDê dikevin. Piştî aşîkirinê ev prosesa dramatîk şikestiye. Hatiye dîtin ku piraniya van mirinan dibe bi aşîkirinê bên sekinandin.      

Pispor radigihînin ku ji bo lêrahatina civakî divê herî kêm bi rêjeya %80-90 aşîkirin pêk were. Her ku berbelavbûna nexweşiyê neyê kêmkirin varyantên nû derdikevin. Mûtasyonên ku li hin welatan derdikevin ancax û ancax bi aşîkirineke xurt kare bê astengkirin.  

Bi zêdekirina rêjeya aşiyê em karin hezkiriyên xwe û civaka xwe biparêzin. Em karin li her derê vebêjin ku rexneyên li dijî aşiyê ji esasên zanistî dûr in, bi temamî gotegot in, em karin hemû nasên xwe yên ku aşî nebûne di warê tesîr û ewlehiya aşiyê de qanih bikin û ji pandemiya COVID-19ê xilas bikin. Em bang li her kesî dikin ku aşî bibin û girîngiya aşiyê vebêjin.

Em cardin dubare dikin AŞÎ MÎNA CAN E, ME RIZGAR DIKE! DUDIL NEBE, AŞÎ BIBE!

KOORDÎNASYONA PANDEMI A CIVAKA SIVÎL