Em Wedat Aydin bi rezdarî bibîr tinin

10.07.2021

Endamê me, parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar, rewşenbîrê Kurd Wedat Aydin di nîvê şeva 5'ê Tîrmeha 1995'an de, ji hêla kesên çekdar ve ku di destê wan de bêtêl hebû û xwe wekî polîs dan nasandin bi gotina "dê îfadeya te bê girtin" ji mal hat derxistin. Digel hewldanên malbat û parêzerên wî binçavkirina wî nehat qebûlkirin. Di 7'ê Tîrmeha 1991'an de laşê wî ku bi hovane hatibû îşkencekirin li bin pirekî li nêzîkê navçeya Maden a bajarê Xarpêtê hate dîtin. Ji bo cenazeya wî were veşartin di 10'ê Tîrmeha 199'an de li Amedê ji hêla karwanek bi sedan wesayîtan û bi hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Li kesên ku beşdarî merasîma cenazeyê bûn gule hate berdan, di encama bûyeran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, wekîl û rojnamevan jî di nav de bi sedan kes jî birîndar bûn.

Wedat Aydin li ser têkoşîna xwe ya demokratîk û siyasî ku li ser bingeha dabînkirina maf û azadiyên mirovan didan hat qetilkirin. Di dirêjahiya 30 salên derbasbûyî de ku ji ser lêpirsîna kuştinê derbas bûye çawa ku nasnameya tawanbaran nehatiye eşkerekirinû tu gav nehatiye avêtin tawanbarên têkildarî vê kuştinê jî hîn nehatine dadgehkirin an cezakirin.

Salên 90'an serdemeke wisa ye ku li Tirkiyeyê rejîma rewşa awarte hebû wekî wendakirinên bi darê zorê, kuştinên bê daraz û kuştinên kiryar nediyar beşek ji êrişek berfireh û sîstematîk a li hember mirovahiyê bû. Lêpirsîn û dosyeyên dozê yên di derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên giran de ku di wê demê de hatine jiyîn, bi xistina dewreyê ya bihûrîna demê di refikên edliyeyê de ji rizînê re tên hiştin û hewl tê dayîn dosye bên girtin. Mînaka vê ya dawî jî di dosyeya Wedat Aydinî de tê pêşberî me. Di derbarê lêpirsîna ku li gorî Qanûna Cezayê ya Tirk a kevin a bi hejmara 765 tê meşandin de li gorî qanûna kevin pêvajoya bihûrîna demê tê qebûlkirin û dosye bi ketina ji ber bihûrîna demê re rû bi rû ye.

Wekî tê zanîn, windakirina bi zorê, kuştinên bê daraz û kuştinên kiryar nediyar çi di peymanên hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî de dibe çi jî di yên hiqûqa ceza ya navneteweyî de dibe, ji ber çawaniyên sûc ve wekî sûcên li dijî mirovahiyê têne pênasekirin. Bi taybetî di windakirinên bi zorê û kuştinên kiryar nediyar ên di salên 90'î de delîl hene ku bi siyaseta serdemê re girêdayî pêk hatine û pênaseya tawanên li dijî mirovahiyê di zagonê de di TCK'yê de dipergîne. Tirkiyeyê, tevî ku hinek cudahiyên wê ji pênaseyên navneteweyî hebin jî di 2004'an de yekem car pênaseya sûcê li dijî mirovahiyê wekî parçeyek ji Qanûna Cezayê ya Tirk qebûl kiriye. Di fiqreya çaremîn a xala 77'an bi sernava qerax "Sûcên li dijî Mirovahiyê" a Qanûna Cezayê ya Tirk a bi hejmara 5237 ji bo sûcên ku di gotarê de hatine rêzkirin hatiye gotin ku dê bihûrîna demê bandor neke. Tirkiyeyê weke welatek alî yê PMME'yê Xala 90. a Makeqanûnê û rayeya darazê ya DMME'yê nas kiriye. Di Fiqreya 2. a Xala 7. a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê de ji ber kiryarek ku li hember mirovahiyê hatiye bikaranîn li gor rêzikên hiqûqa gerdûnî kiryar her dem dikare/in were/in darizandin, cezakirin, dê bihûrîna demê nebe mijara gotinê. DMME'yê, di biryarên xwe yên Varnava û yên din de/Tirkiyê (18 Îlon 2009) û Taylan/Tirkiye (3 Tîrmeh 2012) û di gelek biryarên xwe yên din de jî ku di derbarê qedexekirina îşkenceyê de dahiye dubare kiriye ku di sûcên îşkenceyê de ceza nayê bipaşxistin, tûşî bihûrîna demê nayê kirin, her wiha ji bo van sûcan efû nayê derxistin.

Wekî ku me bi kurtî diyar kir, em dixwazin destnîşan bikin ku bi zirxên bêcezatiyê yên wek bihûrîna demê û her wekî wê derveyî darazê hiştina kiryaran dijberê peyman û rêzikên hiqûqa mirovheziyê ne.

Em Wedat Aydin û hemwelatiyên ku beşdarî merasîma cenazeya wî bûne û di bûyeran de jiyana xwe ji dest dahine bi rêzdarî bibîr tînin.

Dê lêgerîna edalet û rastiyê ya parêzvanên mafên mirovan tu carî neqede.

KOMELEYA MAFÊN MIROVAN (KMM) ŞAXA AMEDÊ